• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
‘GÛYÊ(N) HERAM’

‘GÛYÊ(N) HERAM’


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Befranbar 9, 2015, 1:29


Kesî texmîn nedikir ku rojek ji roja, li navenda Parisê wê du sê hov bigirin ser kovarekê û hemû xebatkarên wê gulabaran bikin û ji wan 12 kesan bikujin û hinekan ji wan jî birîndar bikin. Di serî de Fransa û bi giştî jî hemû Ewrûpa di şokê de ye. Tiştên ku wan îxraç kiribû, polîtikayên ku wan bi destê xwe ava kiribû, temaşekirina wan ya li hember kuştina mirovan îroj bermeqlûb bû û li wan vegeriya. Ew şoka ku ew ji deh salan, bîst salan carekê dijîn bi taybet rojhilata navîn û yê ku li derveyî rojava ne her roj dijîn. Hîn li ser vê bûyerê çend saet derbas nebibû destbirakên êrîşkarên Parîsê li Nijeryayê nêzî 2000 hezar mirov kuştin. Tenê wekî nûçeyeke biçûk derbas bû ev di ajansa de. Diyar e ew kesên hatine kuştin ne mirov bûn û xwîna wan ne sor bû! Yên ev qetlîam kiribû rêxistineke bi navê Boko Haram e ku ji aliyekî ve girêdayî El Kaîdeyê ye. Yên ku bi tirkî dizanin baş texmîn dikin bê ev nav tê çi wateyê, her çi qas ev nav ne bi tirkî ye jî lê tê wateya ‘Gûyê Heram’.

Ez bawer im nav ji vî navî xweştir wê tunebe û ev xwesteka min e ku hemû destbirakên wan heman navî li xwe bikin ku em jî bi rehetî bînin ser ziman.

Di vê êrîşa kovara Charlie Hebdo de ez herî pir li ber gerînendeyê wan ketim ku çend meh berê di hevpeyvîneke xwe de digot; ez xwe wekî Kurdekî hîs dikim û berxwedana wan ya li Kobanî slav dikim.

Îroj dinya Kurdan baştir fam dike. Gava Ewrûpiyan bi polîtikayên xwe welatê Kurdan perçe kirin û wan avêtin nav van hovên Tirk, Erem û Ecem qet ji xwe re nekiribûn problem ev yek. Lê ez bawer im îroj meseleyê baştir fêm dikin.

Dîsa salek berê gava Sakine Cansiz û du hevalên wê dîsa li navenda Parisê hatin qetilkirin ji xwe re nekiribûn xem. Lê gava welatiyên wan hatin kuştin yekane manşeta wan ew bû; azadî 0 hovitî 12…

Wê demê eger li hembêr sê jinên Kurd ku karibûna heman refleks nîşan bidana îroj ez bawer im ev yek nedihat serê wan. Ji ber çi;

Yek, Dewleta Tirkî hewce nake veşerê jî ku yekser û dîrek piştgiriyê dide van hovên Daişê. Yê ku îroj li Parisê welatiyên wan kuştin jî ev bi xwe bûn, yanî yê ku Tirkî zikê wan li Surî têr kiribû, wan kiribû dermale û şandibû Parisê.

Do,Eger ev devletên Ewrûpî piştgirî li Rojhilata Navîn ‘ji dil’ bidaya Kurdan û li dijî Daişê şirîkayî bi Kurdan bikira û tekiliyên Tirkî û Daişê eşkere bikira Daiş ew qas xurt nedibû.

Sê, Mixabin ev dewletana hîn jî hebûna Kurdan wekî netew (dewlet) qebûl nakin. Tiştekî sosrete ku li Rojhilata Navîn tekane netewa sekuler Kurdin û Ewrûpî jî tenê li dijî dewletbûna Kurdan siyaset meşandiye. De were kirasê xwe neçirîne!

Kurt û kurmancî; Edî li ser dika siyasetê ya dinyayê Kurd hêdî hêdî derdikevin ber çavên bîneran. Yê ku Kurdan bibînin û ji wan re li ‘çepikan’ bixin wê qezenç bikin tevî mirovahiyê… Yê ku nexwazin bibînin jî bila canê wan sax be, çerxa felekê carina jî ji bo Kurdan dizîvir e û bila bizîvir e jî, ji kerema xwe!

dîtin: 679

Pêveker: