• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
H.Kurdistan: Wê li her gundekî navendeke tenduristîyê bê vekirin

H.Kurdistan: Wê li her gundekî navendeke tenduristîyê bê vekirin


barkirin: Hêzîran 7, 2013, 6:12


Wezîrê tenduristî yê Hikûmeta Kurdistanê Dr. Tahir Abdula Hisên, bi Rayedar û Berpirsên warê tendirustî yên her sê Parêzgehên Kurdistanê re civîya. Di civînê de biryar hat girtin ku, hejmara navendên tenduristî bên zêdekirin.

Di civîna ku doh pêk hat de, meseleya baştir xizmetkirina welatîyan hate nîqaşkirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, pêwiste Wezaret hevkarîya welatîyên kêmdahat û xizan bike. Di civînê de biryar hate girtin ku, hejmara navendên tendirustî yên milî ango hukmî werin zêdekirin û di nava her Gundekî de jî navendeke tendirustî werê damezirandin.

Jêder: Kurdistan TV

dîtin: 162

Pêveker:

h kurdistan li her gundekî navendeke tenduristîyê vekirin