• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hak-Par û Gruba Dîcle û Firat dê pêşwaziyê li Barzanî bikin

Hak-Par û Gruba Dîcle û Firat dê pêşwaziyê li Barzanî bikin


barkirin: Gelarêzan 15, 2013, 1:19


Hak-Parê û Gruba Diyalogê ya Dicle û Firat bi daxwiyaniyeke hevbeş ragehandin ku ew dê bi serbilindî pêşwaziyê li serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Diyarbekirê bikin.

Daxwiyaniya hevbeş ya Hak-Par û Gruba Diyalogê ya Dîcle û Firatê wiha ye:

Em bi navê sazî û dezgehên xwe, bi rêzdarî bixêrhatin û pêşwaziya tekoşerê doza neteweya Kurd Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û şandeya Kurd dikin ku dê di 16ê Çiriya Paşîn de bi serdaneke fermî bên Amedê.

Ev serdana dîrokî û qedirbilind ku dê li vî bajarê qedîm bê kirin, ne serdaneke ji rêzê ye. Lewra, Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî yekem car e ku bi şêweyeke fermî serdana bajarê me dike. Hun jî dizanin ku piştî eşkerebûna hatina rêzdar Barzanî, di nav hemû Kurdan û bi taybet gelê Amedê de coş û kelecaneke mezin peyda buye.

Wek tê zanîn, ev serdan di wext û rewşeke gelek girîng û hesas de pêk tê ku li seranserê Rojhilata Navîn pêşî li guhertinên ciddî hatiye vekirin û herweha, ev herêm dê ji nû ve bê vesazkirin. Gelê Kurd jî, bi taybet Birêvebiriya Herêma Federe ya Kurdistanê di pêvajoya vê vesakirinê de aktor û xwedî roleke girîng e.

Nermbûna pêwendiyên Emerîka û Îranê, hevdîtinên rayedarên Tirkiyê û Hikûmeta Navendî ya Iraqa Federe, rewşa Suriyê û PYD’ê, pêvajoya “aştî û çareseriyê” ya li Tirkiyê û hwd. aktorên herêmê mecbûr kirine ku her yek ji xwe re li ser xeteke nû hevalbend û hevpeymanên nû peyda bike.

Ji ber vê yekê ye ku ev serdana rêzdar Barzanî serdaneke ji rêzê nîn e. Ligel aliyê wê yê dîplomatîk aliyê wê yê siyasî, aborî, dîrokî û çandî jî heye. Bi taybet ji bo Gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê ev serdan, serdaneke gelek watedar e. Herweha, em di wê baweriyê de ne ku bi vê serdan û hevdîtina rêzdar Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê birêz Receb Teyîb Erdogan dê pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Federe ya Kurdistanê bighîne radeyeke stratejîk.

Wek tê zanîn, rêzdar Barzanî jî yek ji aktorên siyasî ya pêvajoya “aştî û çareseriyê” ya li Tirkiyê ye ku ev salek zêdetir e tê meşandin. Em di wê baweriyê de ne ku rêzdar Barzanî, rola xwe ya di vî derbarî de jî bi cîh bîne û ji bo encamwergirtina ji vê pêvajoyê, bi piştgirî û pêşniyarên xwe asoya birêz Erdogan ya derbarê çareserkirina pirsa Kurd de firehtir bike.

Ji ber vê yekê ye ku em vê serdanê, ji hemû aliyan ve wek serdaneke dîrokî dibînin û hêviya me ew e ku hemû aliyên siyasî yên Kurd jî, di vê çarçoveyê de nêzîkahî li vê serdanê bikin û li ser vê esasî binirxînin.

Elbet tişteke din jî heye; dibe ku Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan vê serdanê wek amûreke siyasî jî bikar bîne û bixwaze ji bo hilbijartinên herêmî ji vê serdanê sûd werbigire. Lê, divê bê zanîn ku helwesteke bi vî rengî jî, dê tiştekî ji dîrokbûn û giringiya ve serdanê nede windakirin.

Wek sazî û dezgehên Kurd, em ê bi hatina tekoşerê doza neteweya Kurd Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û şandeya Kurd ya bajarê Amedê ku ji bo hemû Kurdên li dinyayê wek kela serhildan û berxwedanê tê dîtin, gelek kêfxweş û serbilind bin.

Bi slav û rêz

14.11.2013

HAK-PAR – Partiya Maf û Azadiyan

Dicle Fırat Diyaloğ Grubu

Bas news

dîtin: 376

Pêveker:

hak par û gruba dîcle û firat pêşwaziyê li barzanî bikin