• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hamaney şiyarî da Emerîkayê

Hamaney şiyarî da Emerîkayê


barkirin: Êlûn 6, 2013, 12:09


Serokê ruhanî yê ÎranêAyetullah Hamaney diyar kir ku Emerîka çawa di şerê li dijî Efganîstan û Îraqê de xeletî kiribe di mijira Suriyê de jî heman xeletiyan dike. Hamaney got dê Emerîka zirar bike.

Serokê ruhanî yê Îranê Ayetullah Hamaney doh li gel meclîsa pisporan hevdîtinek kir û der barê Suriyê de axivî. Hamaney diyar kir ku ji ber pişrsgirêkên Rojhilata Navîn Emerîka û hêzên emperyalîst berpirsin.

Hamaney got ku armanca van hêzan ewe ku li Rojhilata Navîn serweriya siyonîstî ava bikin. Niha jî çekên kimyewî dikim hêcet da ku destwerdana Suriyêw bikin. Hamaney daxuyand ku heger Emerîka destwerdanekê bike dê ew ji vê êrîşê zerar bike.

Rewanbej.com

dîtin: 149

Pêveker:

hamaney şiyarî da emerîkayê