• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hawarnet; Berhevnûçeyek li ser koçberiya Rojava

Hawarnet; Berhevnûçeyek li ser koçberiya Rojava


barkirin: Gelawêj 30, 2013, 1:42


40 qamyon alîkariya ji Bakur derbasî Rojava bû

Alîkariyên ku ji Bakurê Kurdistanê hatibûn berhevkirin duh ji deriyê sînor ê Dirbêsiyê bi 40 qamyonan derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Alîkariyên ku ji aliyê partî û rêxistinên sivîl ên Bakurê Kurdistanê li bajarên Şinex, Cizîrê, Persus, Nisêbîn, Şemrex, Qoser, Çolemêrg, Gever, Îskenderon, Wan, Sêrt, Samsur, Stenbol û Amedê hatibûn berhevkirin duh bi 40 qamyonan ji deriyê sînor ê Dirbêsiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Alîkariya ku ji xwarin, derman û şîrê zarokan pêk tê bi beşdariya endamên Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP), Seroka Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokan, Serokê Şaredariya Qoserê Ferhan Turk û nûnerên saziyên sivîl radestî komîteya xizmetan a Desteya Bilind a Kurd hatin kirin.

Endamê Komîteya Xizmetan Mihemed Emîn Xelo diyar kir ku ewê van alîkariyan bişînin hemû navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê, her wiha ewê derman û şîrê zarokan radestî Heyva Sor a Kurd bikin.

Bi pereyên talanê xaniyên kurdan dikirin

Bi armanca valakirina rojavayê Kurdistanê, ji aliyekî ve ambargo û êrîş tên meşandin, ji aliyê din ve jî siyaseta erebkirinê didome. Hat hînbûn ku ev demeke komên Îslamî bi armanca erebkirina herêmê pereyan didin malbatên ereb ên ji Dêra Zor û Helebê koçî Qamişloyê kirine da ku li bajêr xaniyan bikirin û lê bicih bibin.

Siyaseta erebkirina rojavaya Kurdistan û guhertina demografiya heremê bi gelek şêwazan didome. Ji aliyekî ve ambargo û êrîş tên meşanin ji aliyê din ve siyaseta erebkirina heremê didome. Çavkaniyekî Mehelmî yê Ereb li Qamişlo da zanîn ku ev demeke komên Îslamî bi armanca erebkirina herêmê pereyan didin malbatên ereb ên ji Dêra Zor û Helebê koçî Qamişloyê kirine da ku li bajêr xaniyan bikirin û lê bi cih bibin. Çavkaniyê nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku heta niha bi vê armaca 35 xanî li bajarê Qamişlo ji aliyê wan komên Îslamî ve hatine kirîn û malbatên ji Dêra Zorê, Helebê yê nêzîkî wan koman lê hatine bicih kirine.

KURD KOÇ DIKIN, EREB TÊN ŞÛNA WAN

Ji ber êrîşan heta niha bi sedhezaran kurd ji rojavaya Kurdistanê koçber bûne û lê beramberê wê jî bi sed hezaran ereb ji bajarên Dêra Zorê, Heleb, Reqa koçî rojavaya Kurdistan kirine. Li gorî daneyên hatine bi dest xistin, nêzî 200 hezar kurd koçî başûrê Kurdistanê kirine. Çavkaniyên heremê didin diyar kirin ku ji ber koçberiya kurdan a derveyî rojavayê Kurdistan û hatina ereban a heremê, zimanê bazara Qamişlo bi giranî bûye erebî.

BI PEREYÊ TALANÊ XANIYÊ KURDAN DIKIRIN

Komên Îslamî yên bi şerê li Sûriyê re xwe dan der, bi kuştin, talan û şelandinê hatin rojevê û bi mîlyon dolaran alavên dewletê û gel desteser kirin. Bi tenê firotina petrola xav a li heremê, tê gotin wan koman bi mîlyon dolaran qezenc kirine. Komên mijara gotinê ji bo dagirkirina rojavayê Kurdistanê ev demeke êrîş dikin û li berxwedana gelê kurd rast tên. Komên çete yên nikarin bi rêya leşkerî rojavaya Kurdistanê dagir bikin, vê carê şêwazên cuda bikartînin.

Çavkaniyek ne xwest navê xwe eşkere bike anî ziman ku heta niha bi vê armaca 35 xanî li bajarê Qamişlo ji aliyê wan komên Îslamî ve hatine kirîn û malbatên ji Dêra Zorê, Helebê yê nêzîkî wan koman lê hatine bicih kirine.

Çavkaniyê heremê didin zanîn ger koçberiya kurdan û hatine ereban li rojavayê Kurdistanê wiha bidome dê demografiya heremê bi temamî biguhere. Tê gotin, ev koçberiya kurdan ji siyaseta Kembera Erebî bêtir xetere ye.

Komên çete260 rêwî revandin, 65 jî hîna winda ne

Komên çete li herêma Ezazê 5 otobusên şîrketa Bolman ku ji Efrînê diçûn Qamişlo û 260 kes tê de hebûn revandin. 2 otobusên din jî ev 5 roj in winda ne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî şîrketa Bolman ên Efrînê hatine girtin, 5 basên girêdayî şirketa Ebû Ciwan û Ebû Eslan roja 24’ê Tebaxê dema ji Efrînê diçûn Qamişlo û Dêrikê, li ser rêya Ezazê ji aliyên komên çete yên Dewleta Îslamî/El-Nusra ve hatine revandin. Çavkaniyan diyar kirin ku komên çekdar 5 otobus tevî 260 rêwiyan tê debûn, birine bajarê Exterînê yê di navbera Ezaz û Misilmiyê de, ji wir jî birine Kargehên Kefer Hemrayê û piştî 48 saetan ew serbest berdane.

Ji welatiyên hatine berdan H.M. diyar kir ku ew bi hovîtî hatiye îşkencekirin. H.M. got ku êrîşkaran welatiyek jî bi hinceta ku alîkariya rejîmê dike, serjê kiriye û 5 welatiyên Êzidî jî hîn di destê wan de ne.

H.M. got ku hinek jinên di nava Artêşa Azad de jî zaroka keç a Kurd a 14 salî îşkence kirine û jê xwestin ku ji wan re sîxuriyê bike. H.M. anî ziman ku di dema pirsyariyê de çeteyan pirsa navên berpirsyarên PYD’ê û cihên wan jî kiriye.

Heman  çavkaniyan diyar kirin ku 2 otobusên şîrketa Hewlêr û 65 rêwî û ajokarên otobusan jî roja pêncşemê dema ji Efrînê diçûn Qamişlo li ser rêya di navbera Xenasir û Sifîrê de winda bûne û têkilî jiwan qut bûye.

Çavkaniyan diyar kir ku wan agahî bidest xistine ku herdû otobus li ser rêya Xenasir û Sifîrê jiber pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de asê mane, lê tu agahî derbarê rewşa rêwiyan de nehatine bidestxistin.

Navên hin rêwiyên ku piraniya wan Kurdên Efrînê ne wiha ne:

Rohan Cawîş, Sebîha Umer, Mihemed Sîdo, Ebdo Mihemed. Mihemed Zekî Ehmed, Xelîl Gênc Xemîs, Heyder Kilaho, Ramî Mihemed, Umran Xelîl, Idrîs Mûsa, Mizgîn Birîmo, Heysem Ebdo, Hemîd Îbo, Mihemed Ehmed, Ehmed Hemo, Gulê Mihemed, Ehmed Murad û Hesen Hemû, şorêrên basan Rêzan, Ferîd Ebdela û alîkarê wan Melz Ibrahîm.

Xwediyên şîketan jî diyar kirin ku di nava rêwiyan de jin, zarok û kesên nexweş jî hene û  bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo serbestberda rêwiyan bikevin nava tevgerê.


Ji tirsa El Nûsra reviyan, li penaberiyê perîşan in

Penaberên Kurd ên di rojên dawî de hatin Tirkiyê, behsa hovîtiya çeteyên El Nûsra yên bi piştgiriya Tirkiyê li dijî gelê Kurd pêk tînin.

Malbatan bal kişandin ser komkujî, talan, şêlandin û bûyerên diziyê yên li Amûdê, Hesekê û Efrînê yên çete li hemberî Kurdan pêk tînin û diyar kir ku El Nûsrayê fetwa “Mirina Kurdan” derxistiye. Malbatan dan xuyakirin ku çeteyên El Nûsra di ser vê hovîtiyê re dest diavêjin jinan û ji bo jinên serê wan vekirî ye dibêjin “gunehkarin” û wan dikujin.

Malbatan ji hovîtiya çeteyên El Nûsra reviyane û xwe li Îzmîrê girtine, pirsgirêkên cidî yên civakî, çandî, tenduristî, aborî û stargehê dijîn.

“FETWAYEK ‘KUŞTINA KURDAN HELAL E’ DERXISTIN”

Bavê 6 zarokan Mûsa Xelef Ahmed ê 59 salî ku dibêje ew li Amûdê dima, beriya mehekê ji ber tirsa ji komkujiyên El Nûsra ew reviyane û got, “Destpêkê li deverên dûrî me komkujî hatin kirin, dûre her diçû xwe nêzî me dikirin. Ji bo zarokên xwe biparêzim, min malbata xwe anî Îzmîrê.”

Xelef Ahmed da xuyakirin ku El Nûsra li hemberî Kurdan komkujiyan dike û got, “Çeteyên El Nûsra xwe nêzî Amûdê kirin. Çend roj beriya xwe bigihînin me, li taxa me teqînekê rû da. Bombe avêtin sivîlan. Di wê bombebaranê de li gel jin û zarokan 8 kes mirin. Dotmama min jî di vê teqînê de jiyana xwe ji dest da.”

Xelef Ahmed diyar kir ku ji bo mirovek were kuştin, Kurdbûyîna wê-î bese û got, “fetwaya ‘Kuştina Kurdan helal e’ derxistin. Dest bi komkujiyan li taxên Kurdan kirin. Kal, pîr, jin û zarok kuştin.”

”JI BO PARASTINA ZAROKÊN XWE EM NEÇAR MAN BIREVIN”

Mûsa Xelef Ehmed da xuyakirin ku ji bo parastina, zarokên xwe ew neçar mane ji mal, cih û warê xwe derkevin û got, “Sê caran tekbîr dianî û îdîa kirin ku bi vî rengî bi jinan re zewicîne û dest diavêtin wan. Jinên servekirî jî li ser navê ol dikuştin. Dest danîn ser malên mirovan, talan dikirin û dişêlandin.”

”EM LI VIR PERÎŞAN IN”

Xelef Ahmed diyar kir ku bi tirsa “em jî bikevin destê El Nûsra wê heman tiştî bi me jî bikin” û cihê xwe terikandine. Ahmed got, “Lê em li vir di şertên dijwar de dijîn, tiştekî me nîne. Hevsera min 6 rojan bi giranî nexweş ket, min nekarî wê bibim doktor. Ji ber ku dema belge nebe, nexweşxane li me nanêre. Hevsera min ji mirinê vegeriya. Zarokên min travma derbas dikin. Kurê min ê biçûk çend roj berê ji dengê ‘fîşekên hewayî’ tirsiya û got, ‘Bavo li vir jî şer heye, em ji vir jî biçin.’ Em nizanin emê çi bikin, em perîşan in.”

“LI GUNDÊ WÊRANÊ KOMKUJÎ KIRIN”

Şêrîn Elî (19) ya ji gundê Muftî yê Hesekê beriya du rojan li gel hevserê xwe hat Îzmîrê got, “El Nûsra li gundê Wêran ê cîranê gundê me, ku lê Kurd û Ereb dijiyan, komkujî kir. Hefteyek beriya em werin, serê mirovan jê dikirin. Dest diavêtin jinan. Li dijî Kurdan fermana komkujiyê derxistin. Dizî, talan û şêlandin dikirin. Li Qamişlo serê kurê meta dayika min jê kirin. Ez nû zewicî bûm. Li gel hevserê xwe ji ber tirsa ji komkujiya çeteyên El Nûsra me xwe li vir girtin. Beriya du rojan em hatin. Tevahiya malbata min li dû me ma. Der barê wan de bi fikarim. Ez gelekî diêşim ku min ew li dû xwe bi mirinê re rû bi rû hiştiye.”

‘’EFRÎN BI BIRÇÎBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE’’

Ridvan Xalid (46) ê ji Efrînê ku bi kurê xwe yê 16 salî Abdûllah hat Îzmîrê anî ziman ku çeteyên El Nûsra roja 16’ê Tebaxê êrîşî gunê Basifanê yê Kurdên Êzidî yên 10-15 km dûrî Efrînê ye, kirine. Xalid got, “YPG’ê gundê Basifanê parast. Li wê derê du şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Gund li dijî komkujiya El Nûsra hat parastin. Kurd nikarin ji Efrînê derkevin. Dor li Efrînê hatiye girtin, pirsgirêka birçîbûnê heye. Alîkarî nagihêje wir. Li vê derê xanî nadin me. Em li vir di şertên zehmet de dijîn.”

Ji ber van agahiyan hûnê şaşwaz bibin!

Nûçegîhana Rûdawê Sîma Abxizir agahiyên balkêş li ser kurdên Rojava yên ku wekî penaber derbasî Başûr bûne dan.

Sîma Abxizir dibêje ku erê li Rojava zehmetî hene lê ji bo kurd koçber bibin ne zehmetiyên mezin in. Dîsa dibêje, kurdên Rojava dibêjin ew alîkariya ku Hikumeta Başûr li kampan dide van Rojavayiyan li Rojava li gel belav bikira dê baştir ba.
Yek ji xala herî balkêş jî ev e: “Rojavaniyên ku wekî penaber derbasî Başûr bûne hemû jî li bajarên Rojava xaniyên wan hene, xaniyên xwe dane ereban bi kirê û derbasî Başûr bûne.”

Vane çend not ji gotinên Sîma Abxizir:

– Xelk encaman siyaseta şaş a partiyan neçar mane hatine vira (qala Başûr dike). Ger pirsgirêka xwarinê hebe dîsa ji ber girtina derî bû. Xelk dibêje ger ewq derî vekirî ba, ew alîkariya mirovî ku li Başûr dide xelkê, ji derî re bişanda vira qet pêwîst nedikir ku xelk li vir mal û halê xwe bihêlin herin. Tiştek balkêş ê din heye: Rojavaniyên ku wekî penaber derbasî Başûr bûne hemû jî li bajarên Rojava xaniyên wan hene, xaniyên xwe dane ereban bi kirê û derbasî Başûr bûne. (li ser pirsa pêşkêşvan “Li kîjan bajarî ev tişt heye” dibêje) Li Bajarê Dêrikê de, li bajarê Qamişlo de ev tişt heye.

– Li Bajarê Dêrikê tu kêmasiyek ku hebe xelk bajar vala bike were (Başûr) tune ye. Li bajarê Dêrikê xelkê Şamê, xelkê Serêkaniyê cihê şer hatine bi cih bûne, ereb hatine bi cih bûn.
– Li Serêkaniyê aramî heye. Şer ne li nav bajêr, li derve heye. Şer li Serêkanî ye, Serêkanî vala nebûye, Qamoşlo û Dêrik vala dibe.
– Bajarê Amûdê bajarek aram e.
– Ligel ku li Serêkaniyê şer heye jî xelkê vala nekiriye. Dikarim bibêjim sedî 60-70 gel têde jiyan dike. Jiyan bi her awayî berdewam e, xelk karê xwe dike. Xelk dibêje em nizanin ji kîjan alî de dê hawan li me keve, lê em bajarê xwe bernadin.

Nisêbînî wê sibe bimeşin ser sînorê Rojava

Şêniyên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) a Bakûrê Kurdistanê, wê sibe bi meşin Deriyê Sînor ê Qamişlo.

Meş wê sibe ji ber Navenda Çandê ya Mîtanî destpê bike û li ber Deriyê Sînor ê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de  bidawî bibe. Piştî meşê jî li ser sînor wê heta serê sibehê nobet bê girtin.

Derbarê çalakiyê de Hevseroka Rêxistina BDP’ê ya Mêrdinê Adule Aksoy, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, endamên Meclîsa Jinê ya BDP’ê, Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê, KURDÎ-DER, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek jinan li navenda Nisêbînê belavok belav kirin û banga tevlîbûnê li gel kirin.

dîtin: 541

Pêveker:

hawarnet berhevnûçeyek li ser koçberiya rojava