• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
HDP Hêviya Milyonan

HDP Hêviya Milyonan


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Rezber 31, 2015, 5:06


Vê carê mezintirîn derfet li pêşberî kurdan in û bikaranîna van derfetan dê rojeke geş a jiyanê ji hemû mazluman re biafirîne. Serkeftina HDP’ê li di jîxewnên dîktatoran destpêka hilatina rojeke wiha ye

Feylesofê navdar Eflatun wiha dibêje: “Ew kesên jîr û zana ku nayên nav qada siyaset û xebatê, mafê wane ku li jêr desthilata bêaqilan bijîn…”
Kurd xwe ji rojeke girîng û qedera xwe ya paşerojê re amade dikin. Her dengek dikare bibe rengekî jiyanê, ji nifşên paşerojê re.
Ji sala 1923’yan heta roja îro kurd û Kurdistanê înkar dikin. Li dijî vê siyaseta reş û pûç kurdan serî hildan û wan jî pirî caran axa Kurdistanê kirin gola xwînê. Behsa “medeniyetê” û xelata şaristaniya wan bombeyên kîmyewî bûn. Wan wiha kirin û li Dêrsimê zêdetir ji 60 hezar kesan kuştin. Îro Dêrsim bûye keleke kurdîniyê û tevkujiya sala 1938’an ji bîra kurdan neçûye. Şîretên pîrê kurdan Seyîd Riza Dêrsimî bûne guharê guhên wan kesên ku ji dîroka xwe dersên îbret û xîretê standine. HDP bi rengên delal ên ala xwe xwedî peyamên herêmî û gerdûnî ye. Rêbaza wê li ser wan mijaran hatiye nivîsandin ku bexteweriya civakê bixwe re tîne. HDP partiya gelan e û li pey çareserkirina wan derdên dîrokî ye ku bûne êşên giran û hê jî laşê civakê diêşînin. Vê carê kurdên bakurê Kurdistanê yê şîret an jî cewherê gotina Eflatun ji bîr nekin. Kurd êdî xwe û dijminên hebûna xwe baş nas dikin. Ji ber wê jî di Rojhilata Navîn de ew lîstikvanên baş ên qada siyasetê ne. Diyarkirina rojeke wekî “Roja Kobanê ya Cîhanê” li pey vê rastiyê ket rojeva cihanê û bû destpêka jiyaneke pirbar.
Yên ku behsa demokrasiyê dikin, ew ên ku sextekarî, derew, xapandin û kurdkujî pîşeya wan a sereke ye.
Ka lêpirsînên wan ji xwînrêjên ku tenê tunekirina kurdan ji xwe re kirine armanc? Heta kengî yê di mêtîngên we de dehanhezar polîs û hêzên taybet bibin parêzvan û di mîtingên kurdan de jî yê gur û çeqel bi devekî vekirî, wek har û hovan azadîxwazan bikujin? Ma êdî azadîxwaz nizanin ka hûn kî ne û xwedî kîjan nasnameyê ne?
Dîroka kurdan a beriya zayînê ku Medan karîbûn împratoriya Asûr ji holê rakin û serkeftina HDP’ê ya di sala 2015’an de pir dişibin hev. Bi damezirandina împratora Med re pêvajoyeke nû a dîrokî li Rojhilata Navîn dest pê kir. Ez qeder û dawiya jiyana dewleta Tirkiyê weke ya desthilatdarên Nînova dibînim ku di yekemîn sedsala beriya zayînê de ya ku 612’ê beriya zayînê bi rêya Medan ji holê rabûn. HDP di roja me de dîsa li dijî xwînmêj û zaliman bûye pêşeng ji bo çêkirina paşerojeke xweş a mazlumên herêmê. Ji ber wê jî hilbijartinên vê carê bingorkirina wê otorîteyê ye ku hê jî xewna împaratorên berê dibîne.
Propagandeya AKP’ê
Vê carê AKP bi hemû hêza xwe ne tenê li dijî tevgera kurd li Bakur belkî li dijî rojavayê Kurdistanê jî makîneya we ya propagandeyê xistiye gorê. Ger kurd xwedî wê asta rewşenbîriya siyasî bin ku armancên Tirkiyê yên domdirêj fam bikin, divê vê carê karekî bikin ku biqasî %20 dengê xwe li dijî sîstema desthilatdar bilind bikin.
Dema PKK weke mezintirîn tevgera siyasî li bakurê Kurdistanê agirbestê îlan dike, bersiva wan agir û xwîn e. Mirov di vê der barê de tenê dikare ji rayedarên dewletê re wiha bêje: “Encama kar û xebata we a van sê mehên derbasbûyî nerazîbûna we ya ji rewşê dide xuyanîkirin. Sê mehên ku we di qada şerê bi gerîlayên PKK’ê re derbên giran xwarin û bi pey re jî çi rê li ber we neman, lê rêya ku we hilbijart tevkujî bû. Li Gever, Cizîra Botan û gelek bajar û deverên din we dîsa Hîtler û Neron anîn bîra me. Vê carê jî her kesî zanî ka terorîst kî ne. Salên dirêj in ku hûn bi dest û lepan, bi zar û zimanan wiha diqêrînin: “Em ê îsal PKK’ê xelas bikin.” Lê heta niha jî ev xewna we ya vala nehatiye cih. Bi rêxîstina vî sehrê han li bakurê Kurdistanê û bi xweşkirina meydana terorên tije xwîn li qadên mîtîngên alîgirên çareserkirina pirsgirêka kurd we xwest ku hisên neteweperestiyê di nav civaka xwe de teşwîq bikin ku alîgirên we zêdetir bibin, lê tiştekî wiha jî rû neda. Bi hemû kirinên we yên hovane re kurdan û azadîxwazên ji netewên din bêtir xwe dane aliyê HDP’ê. Û HDP bû hêvîya dîrokeke nû a tije jiyan û xweşî.
Bi karê agirbestê re PKK hem mezintir dibe û hem jî digihîje armancên mezintir
Li herêmê bi giştî û li Rojava û Bakur bi taybetî destkeftên PKK’ê wisa mezinin ku heta zilhêzên weke Amerîka û Rusiya jî nekarîn hêza kurdan li ber çavan negirin. Ji bîr nekin ku qet nebe du hêzên mezin yên cihanê baş dizanin ku di şerê bi DAIŞ’yên dilreş re rolê kurdan rolekî sereke bûye. Ev xal bi serê xwe destkefteke mezin e bi PKK’ê re û siyaseta we jî di qada xebatê de tengtir kiriye. Ez dizanim armanca we ya sereke ji germkirina tenûra şer li Kurdistanê tenê ew e ku bi karekî wiha re nahêlin li Bakur gel biçe ser sindoqên dengdanê û hêzên azadîxwaz jî dilsar bikin. Bi îlankirina rewşa awarte hemû armance we ew e ku vê carê HDP di qada siyasetê de pişta we neşkîne, lê hûn çiqas kurdan bikujin, kurd dê hişyartir bibin. Bi karê agirbestê re PKK hem mezintir û hem jî digehe armancên mezintir. Êdî şer ketiye nav bajaran û di wê qadê de artêşa we bêhêz, rezîl û binkeftî ye. Di wê qadê de jî dîsa PKK’ê gaveke mezintir ber bi pêşve avêtiye. Êdî PKK’ê cihek nû bidest xistiye ku berê jê bêpar bû. Bi agirbest re PKK dîsa dixwaze kurd xwedî dengekî bilindtir bin. Û berovajî we dîsa dixwaze xelk di atmosferekî bêşer de dengê xwe bi kar bînin. Dengê ku dikare goreke kûrtir ji berê bo dîkatorên bêxem û xeyal bikole. Cinayetkarên ku otorîteya xwe a şexsî bi hemû maf û hiqûqên şerî nagûherînin. Hûn dixwazin helbijartin di şertên nebaş da çêbibe ku bikarûbin ji ava şêlû masiyan bigirin, lê ew rê jî yê li ber we bê girtin. Êdî kurd bi tenê nîne û hûnê nikarîbin weke berê bi sextekariyên xwe bibin axa û begên bindestan. Dost û hevalbendên kurdan li parlemetoya Ewropa, Swed, Firansa û gelek welatên din çêbûne. Ew tev dixwazin hilbijartin di atmosferekî dûr ji şîdetê de bê çêkirin. Di şerê dîrokî yê Kobanê de nêhîniyên we û DAIŞ’ê zû aşkera bûn. Niha baş kifş bûye ku di navbera we û DAIŞ’ê de hevkariyeke organîk heye. Hûn di nav sinorên xwe de kadroyên wan perwerde dikin û li dijî Tevgera kurd bikar tînin. Bûyerên dawiyê li Amed û Rojava vê rastiyê îsbat dikin…
Serkeftina HDP’ê dê bandorê li ser rewşa rêxistinên din ên Kurdistanê jî bike
Xala balkêş di serkeftina HDP’ê de bandora tevgera Bakur li ser rewşa bizavên siyasî li parçeyên din ên Kurdistanê ye. Çavê Başûr û Rojhilat li encama hilbijartinên vê carê ye. Di qada siyasî da êdî roj hatiye ku partiyên siyasî du mijarên sereke û dîrokî qet ji bîr nekin:
1 – Bi pêkanîna Kongreya Neteweyî re bibin xwedî stratejiyeke neteweyî û bi dengekî daxwazên xwe ji dewletên dagirker û ji hêzên cihanê re bidin xuyanîkirin. Bê gûman stratejiyeke hevpar a partî û rêxistinên siyasî li Kurdistanê yên nehêle ku dîroka tije rezalet a kurdan di sedsala derbasbûyî da dubare bibe.
2 – Di germahiya şerê cihanî yê yekê de roja 16. 05. 1916’an da peymana Sayks Pîko (Sykes-Picot Agreement) di navbera du dewletên Fransa û Îngilistanê de hat çêkirin. Li gor wê peymanê bêyî pirsa ji kurdan welatên wan bû çar perçe û dewletên nû hatin îlankirin. Bi hilweşîna împaratoriya Osmanî re wan dîzayneke nû dan Rojhilata Navîn. Di sala 2016’an de 100 sal di ser çêbûna wê peymanê re derbas dibin û kurd jî li ber azmûneke pir mezin a dîrokî ne. Di çaxê şerê cihanî yê yekê de bizava siyasî a kurd bi qasî ya niha çalak nebû. kurd miletekî bêxwedî û rêxistinên siyasî pir kêm bûn, lê piştî 100 salî rewş pir hatiye guherandin. Kurd bi gelek awayan êdî xwedî hêz û tevgereke xwe mezin in. Ger vê carê kurd xwe bidin hev yê bikarîbin bi îlankirina dewleteke serbixwe ya demokratîk bibin destpêka dîrokeke nû di cihanê de. Elbete nasnameya dewleteke wiha yê dûr be ji nasnameya desthilatdariyeke xwedî sifatên “netewe- dewlet” ku maf û hiqûqên kêmneteweyên etnîkî-olî li ber çavan negire. Pergaleke wiha qet û qet nikare biser bikeve. Vê carê mezintirîn derfet li pêşberî kurdan in û bikaranîna van derfetan dê rojeke geş a jiyanê ji hemû mazlûman re biafirîne. Serkeftina HDP’ê li dijî xewnên dîktatoran destpêka hilatina tîrêjên rojeke wiha ye. Êdî dema me hatiye, hêvîdar im roja 1’ê mijdarê dê dîsa kurd hêza xwe ya demokratîk bi awayê herî baş bidin xuyakirin.
dîtin: 190

Pêveker:

hdp hêviya milyonan