• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hecî Qadirê Koyî di Warê Fikir de Xaniyê Duyem e | Jîyannameya Hecî Qadirê Koyî

Hecî Qadirê Koyî di Warê Fikir de Xaniyê Duyem e | Jîyannameya Hecî Qadirê Koyî


barkirin: Gelawêj 11, 2017, 7:25


JÎNAMEYA HECÎ QADIRÊ KOYΠ

(1825-1897) 

Hecî Qadirê Koyî di sala 1825’an de li gundê Qeregeraç li herêma Koyî ji dayîk bûye. Di biçûkatiya xwe de, bavê xwe windakiriye, dayîka wî ew biriye Koyê û bi alîkariya Axa û Begên dewlemendên xêrxwaz daye xwendin. Ew li mizgefta Koyê, li cem Mela Ehmedê Gumbetî, li gel Mihemed Gelîzade hînî xwendinê bûye, navê feqîtiyê standiye û navê wî bi feqetiyê geryaye. Çûye Xûşnav, Serdeşt, Hewlêr, Kerkuk, Silêmanî, Sablax û Sinê.  Hecî Qadir li cem mirovên zanyar û zana hîn bûye, bûye mela û binavê melatiyê li Kurdistanê geriyaye. Çûye Stenbolê li wê derê bûye nasê girgirên Kurd û Kurdistanê yên li paytextê Osmaniyan diman. 

Li Stenbolê Qadirê Koyî bûye nasyarê têkoşerên azadiya Kurdistanê, çend salan bûye mamostayê kurên Bedirxan paşa, li wê derê destana Ehmedê Xanî “Mem û Zînê” dixwîne û pêşgotina wê lê xweş tê. Bîr û baweriya welatparêzî û netewperestiya Ehmedê Xanî dilê wî digre û di hişê wî de dirûne. Ew dibe xemxwarê gelê xwe, helbestên xwe di derbarê rewş û pêşketina gelê xwe de dinivîse. Bi helbestên xwe derdikeve hola rewşenbîrkirina gel, hewldide bi helbestên xwe gel azad bike, ji bin destê şêx, pîr, axa û begên Kurdan û hukumetên Rom û Îranê rizgar bike. Mîna Ehmedê Xanî gel şiyar dike da ku dest bi xwendinê bikin. 

Di helbestên xwe de wiha dibêje: 

“Yek bin, li hember hev şer nekin, ji bo xatirê azadkirina Kurd û Kurdistanê bi hevparî şer bikin.” 

Ew di temenê 72 saliya xwe de, li sala 1897’ê diçe ber dilovaniya Yezdan. Gelek helbestê li ser Kurdan, xwezaya Kurdistanê û bi taybet li ser cihê jê dayîk bûyî û xweşikbûna wê hûnandiye.  Dîwanek ya helbestên giranbiha hûnandiye.  

HETA KU LI HEV NEYÊN QEBÎLÊN KURDAN 

Heta li hev neyên qebîlên Kurdan 
Her wiha bibin xirabên malan  

Hemû dinya mezin û biçûk 
Xemilî ye bi milkî wek bûk  

Yek berg in, yek ziman û yek reng 
Bêxeybet, bê eyb, ar û bê deng  

Dinya pitirên dixwin û didin 
Her çi meremê wane dikin  

Her Kurd in, tenê bi pakî merd in 
Bêmalî zeman e, mexsusî Kurde  

Her mane bê deng û mezlûm 
Mîna erdê xirabe zarê mesûm  

Ger basê vê dipirsî kîjan e 
Şerteke ku bû, hemû temane  

Ew şerte bi kullî îtifaqe 
Ger Mereş û Wanê, ger Îraqe  

Qesreke avakîn ew îtfaqe 
Ger wa nebe, her bê taqe  

Sed şêx û mela û mîr û xanî 
Bo lezeta îş û zindeganî  

Li vî alî wan bihîlebazî 
Li wî alî wan biteqlebazî  

Qir kirin hemû li welat da 
Heta milk û riya fewta  

Çi te kir, wan ne kird 
Xema wan ne bû ku mirin hemû Kurd. 

Hecî Qadirê Koyî

WATEYA PEYVAN: 

Milk:xaka kesekê 
Xeybet:ne mamî (fesadî) 
Merem:niyaz- mexsed (niyet) 
Mesûm:bêguneh 
Kullî:giştî 
Zindeganî:xwe jiyan kirin

dîtin: 45

Pêveker:

jînameya hecî qadirê koyî jînenîgariya hecî qadirê koyî biygrafiya hecî qadirê koyî

Babetên nêzîk