• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Heke nivîskar bikevin ber bayê Kobaniyê… Reşo Ronahî

Heke nivîskar bikevin ber bayê Kobaniyê… Reşo Ronahî


barkirin: Gelarêzan 3, 2014, 1:15


Çend roj berê(28.10.2014) li ser înternetê leqayî afîşekê hatim. Ev afîş a panelekê bû. Panela bi sernavê “BERBABÛYIYÊN ŞER”…
Tiştê min jê fêm kir hin nivîskarên Tirk û Kurd bi ber bayê Kobaniyê ketine û dê di vê panelê de bên cem hev û dê qey li ser rewşa Rojava, şerê ku li wir qewimiye û diqewime çend gotinan bikin.
Wê rojê, roja panelê(02.11.2014) ez rabûm û çûm. Yek ji wan nivîskaran Tekgul Ari moderatorî kir û di destpêkê de qala xebata wê komê kir. Got “Em çendakî berê wek nivîskarên Tirk dîsa hatibûn ser sînor, ev hatina me ya duyemîn bû” Yanê piştî vê hatina xwe jî gotine em li Amedê panelek li dar bixin. Li ser çavan.
HÊLÊN LI SER ÇAVAN
Belkî axavtina nivîskaran hemû neyê bîra min lê cihên ku bala min kişandin ez ê bi we re parve bikim.
Tekgul Ari ya ku moderatoriya panelê jî kir: “Berî ku em serdana sînorê Kobaniyê bikin min tekstek amade kiribû ji bo vê panelê. Lê piştî em çûn serdana sînor û hatin Amedê tu wateya tekstê nema. Tu tekst li hember wê rewşê ne watedar in.”
Arzû Demîr: “Di dema serdana sînor de em bi rojnamegerekî Amerîkî re peyivîn. Me got, em ne medyatîk in lê tiştê ji destê me tê ev e, ji loma em vê dikin. Ji me re got, wêje kareke hestiyariyê ye, ji loma vegotina wêjeyî pir bi derb e.”
Serokê Komeleya Nivîskarên Elman Îmre Torok (ku axavtina xwe bi zimanê îngîlîzî kir) got “Divê wêje polîtîk be”. Tiştekî gelek rast e lê divê ev feraset ji bo nivîskarên Tirk derbasdar be. Ji lew nivîskarên kurd jixwe ji kezeba polîtîkbûnê nivîsandine û dinivîsin jî. Nikaribûne xwe ji vê ferasetê dûr bidin.
Îmre Torok di berdewama axavtina xwe de behsa serdana komê ya Pirsûsê jî kir û got “Ez dema li wargehên ku Kobaniyî lê dimînin geriyam wargehên Naziyan hatin bîra min. Belkî wargeh ji hev cuda bin lê sedem wekhev in: Faşîzm.” Torok di dawiyê de jî got “Min pirtûkek xwe bi xwe re anîbû. Min bi hemû nivîskarên ku beşdarî vê xebatê bûne da îmzekirin û piştî ez vegerim Elmanya ez ê pirtûkê bidim xêrxwazeke dewlemend û pereyên ku dane min ez ê ji bo zarokên Kobaniyî bişînim.”
Îbrahîm Genç ku di malpera yuksekovahaber de jî nivîskariyê dike ewil ji hêlên dîrokî û civakî ve behsa Kobaniyê û Pirsûsê û têkiliya wan kir. Piştî wê jî bi vê xebata nivîskaran ve girêdayî got “Kobaniyê êdî di wêjeyê de metaforek e. Ma ne efsane ye.”

Çend nivîskarên din jî yên di dilên xwe de anîn ser ziman û gotin wê xebatên me yên bi vî rengî bidomin. Hem li ser gotinên bi qiymet, hem jî li ser domdariya xebatê tu tişt nayê gotin. Van tiştan li ser çavan lê tiştên ne li ser çavan jî hene.
HÊLÊN NE LI SER ÇAVAN
A rast ev, li gor min xebateke erênî ye, divê mirov li gel rêzdar be. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê rexneyên xwe neynin ser ziman.
1-Afîş û salon ne li hev bûn. Mirov ji afîşê fêm dikir ku wê nivîskarên Tirk û Kurd bên cem hev. Tenê du nivîskarên kurd hebûn û yên ku navên wan li ser afîşê bû yên wek Dîlawer Zeraq û Firat Cewerî nehatibûn. Ji yên tirk jî 4-5 kes tunebûn. Welhasil a girîng ev bû: Vê panelê wek panela şandeya nivîskarên Tirk bû.
Ji hêla guhdarvan/beşdarvanan ve jî rewş ne baş bû. Yanê te nivîskaran û xebatkarên Odeya Endezyarên Makîneyan ji salonê derxista ez ne bawer im ku 10 kes li wir bimana. Gel û derdor pê baş nehatibû agahdarkirin. Min bi xwe jî ji çend nivîskaran û derdora xwe pirsî, haya wan jê nîn bû.
2-Ber bi dawiyê de rojnameger Asli Sagir û 2 nivîskarên din behsa komkirina alîkariyê kirin. Lê ez bi xwe ji zimanê wan aciz bûm. Ji ber ku zimanekî wan ê “serdest” hebû. Yanê zimanekî ku ji der ve dixwest rê nîşanî gelê Kurd bide. Wek “Alîkarî bi vî awayî bê komkirin, bi vî awayî bê belavkirin… filan û bêvan”
Di dawiya dawî de ez dubare dikim ku ev hêlên neyînî yên min gotin bên çareserkirin wê xebateke xurttir be. Naxwe wê wek xebateke di navbera 2-3 nivîskarên kurd û 5-6 nivîskarên tirk de bimîne.
Ez nivîsê bi gotineke guhdarvanekî/beşdarvanekî (bila li min bibore ez navê wî nizanim) bi dawî bikim. Got ku “Em alîkarî filan naxwazin. Ji wê hêlê ve hûn alîkariya me nekin jî dibe. Hûn wek nivîskar û wêjevanên tirk hildin pênûsa xwe û me ji gelê xwe re vebêjin.”Van gotinan pir bi dilê min bûn, ez jî dawiya wan bînim : “Gelê xwe jî bi ber bayê Kobaniyê, bi ber bayê aşitiyê xînin nivîskarno/nê, wêjevanno/nê ”.
Reşo Ronahî-Amed

dîtin: 426

Pêveker:

heke nivîskar bikevin ber bayê kobaniyê