• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî xelata Komeleya Nivîskarên Kurd wergirt

Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî xelata Komeleya Nivîskarên Kurd wergirt


barkirin: Êlûn 10, 2013, 12:01


Nivîskarê navdar yê Kurd Ehmed Huseynî xelata Komeleya Nivîskarên Kurd wergirt.
Nivîskarê Kurd Ehmed Huseynî ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd ve ji ber kar û keda xwe ziman û wêjeyê û helwestê xwe yê civakî hêjayî -Xelata Rûmetê- dît û ew xelat kir.
Ehmed huseynî di dema xelatdayinê de bi taybet li ser rewşa Rojava û hatina xwe ya Amedê bal kişande ser xalên balkêş. û Helbestvanê Kurd hestên xwe bi rengê helbestê raveyî beşdarvana û gelê Kurd kir.

Fermon Dîmenê dema xelatwergirtinê yê Ehmed Huseynî

Nivîs; Loqman Ayebe
Vîdeo: Rizo Xerzî

Min dilê xwe li wir hişt, min xewna xwe li wir hişt, min zimanê xwe li wir hişt, min çavekî xwe li wir hişt û hatim Amedê… Hatim da ji Amedê re bibêjim;
Amed!
Rojava diêşe Amed!
Rojava dinale Amed!
Rojava vala dibe Amed!
Rojava tî ye, ji çemên xwîna xwe vedixwe!
Rojava birçî ye, ji goştê xwe dixwe!
Rojava, li bin çirayên çavên şehîdan destana kurdên sedsala 21ê dinivîsîne…
Roj ava ye Amed!
Rojava bi tenê nehêle Amed, wê nexşeyê bi tenê nehêle
Keservedana dayikan bi tenê nehêle,
Birînên mezin yên vê nexşeyê bi tenê nehêle, Amed…”

dîtin: 566

Pêveker:

helbestvanê kurd ehmed huseynî xelata komeleya nivîskarên kurd wergirt