• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Helîm Yusiv li Silêmaniyê xelata Romana Kurdî wergirt

Helîm Yusiv li Silêmaniyê xelata Romana Kurdî wergirt


barkirin: Gelarêzan 17, 2015, 11:55


Nivîskarê navdar yê Kurd Helîm Yusiv li bajarê Kurdistanê Silêmaniyê xelata Romana Kurdî wergirt.

Li Silêmaniyê, di çarçoweya sêyemîn festîvala rewşenbîrî û hunerî ya Endêşe de, ku ji 14 heta 16ê vê mehê bû, romannivîs Helîm Yûsiv xelata romanê ya îsal wergirt.

Bi beşdarbûna bi dehan nivîskar û hunermendên kurd ên navdar û bi amadebûna cemawereke mezin ji xwendevan û hezkiriyên edebiyata kurdî, romannivîs Bextiyar Elî xelat da destê Helîm Yûsiv.

Hêjayî gotinê ye ku weşanxaneya Endêşe yek ji mezintirîn weşanxaneyên Kurdane. Ne tenê li Silêmaniyê lê belê li hemû Kurdistanê. Endêşe romana “Gava ku masî tî dibin” bi soranî weşandibû û di rojên festîvalê de bo yekem car hatibû belavkirin. Berî “Gava ku masî tî dibin” bi soranî derkeve, wergera wê ya tirkî û ya farisî jî derketibû.

Herweha di destpêka sala bê de wê wergera romanê ya ingilîzî li Ingilistanê bê weşandin.

“Gava ku masî tî dibin” yekem car li Amedê, ji nav Weşanên Lîsê di sala 2008ê de û çapa wê ya duyem ji nav Weşanên Peywend di sala 2014ê de derketiye.

HELÎM YUSIV KÎ YE?

image

image

image

image

image

dîtin: 771

Pêveker:

helîm yusiv li silêmaniyê xelata romana kurdî wergirt