• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Helly Luv dixwaze bi cilên kurdî beşdarê festîvala Cennes bibe

Helly Luv dixwaze bi cilên kurdî beşdarê festîvala Cennes bibe


barkirin: Adar 26, 2014, 11:25


Keça stranbêja Kurd Helly Luv ku piştî belavkirina nûtirîn strana xwe ya bi navê RISK IT ALL bala raya giştî kêşa ser xwe û bi vê klîbê gehişte zêdetirîn temaşevanan, niha jî bi aktêriya fîlmekê dixwaze beşdarê festîvala filman ya Cennesê bibe.

Keça stranbêja Kurd Helly Luv niha di filmekê bi navê Merdane de cilîze ku derhênerê vê filmê Batîn Qubadî ye. Luv der barê vê yekê de dibêje ku ew bi dilxweşî di nava vê filmê de cih digre ji ber ku behsa malbateke Kurd dike ku çawa neheqî lê hatiye kirin êş û janê kişandine.

Her wiha Luv dibêje ku ew dixwaze piştî vê filmê beşdarê festîvala filman ya Cennesê bibe û bibe yekem keça Kurd ku bi cilê Kurdî beşdarî wê rêwresma mezin ya navneteweyî bike. Luv dibêje ew dixwaze di festîvalê de li gel Angelina Colie dîh bigre.

dîtin: 377

Pêveker:

helly luv dixwaze bi cilên kurdî beşdarê festîvala cennes bibe