• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hêmin Hewramî; Di navbera Herêma Kurdistanê û PYD de hemahengiyek baş heye

Hêmin Hewramî; Di navbera Herêma Kurdistanê û PYD de hemahengiyek baş heye


barkirin: Rezber 3, 2014, 11:42


Berpirsiyarê Peywendiyên Dîplomatîk yê PDK Hêmin Hewramî, îro di bernameyekê ya Rûdawê de li ser rojevê axifî. Hêmin Hewramî berovajî daxuyaniyên hindek berdevkên PDK diyar kir ku bi taybet li Rabîa û Til Koçerê di navbera Herêma Kurdistanê û PYD de hemahengiyeka baş heye û bihêze.
Hêmin Hewramî li ser desturnameya tirkiyê ya tevgerên derveyî sînor jî axifî û got ku eger bi vê destûrnameyê mebesta Tirkiyê lêdana DAÎŞ be bêguman em jî piştgirî dikin.
Bo hinartina Pêşmerga ji bo parestina Kobanê jî got ku; Hetanî neha ne PYD ne jî hêzên dîtir li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî daxwaza şiyandina hêzên Pêşmerga û çekdar nekirine. Hewramî diyar kir ku ji bo şiyandina hêzên Pêşmerga jî divê Parlemento biryar bide lê hetanî neha ne biryara Parlementoyê heye ne jî hêzên siyasî biryareka wisan dane.
Hewramî got ku li gorî hizra wî jî tenê êrîşên hewayî dikarin qedera şerê PYD û DAÎŞ diyar bikin.
Li ser şerê dijî DAÎŞ ya Tirkiyê jî Hêmin Hewramî got ku eger Tirkiye vê yekê bike dê karîgeriyeka erênî li ser rewşê bike. Got ku eger Tirkî pêşgiriyê li komên terorist bike û nehêle li ser Tirkiyê ve derbasî Sûrî bibin wê demê dê Tirkî karibe bandoreka pozîtîf li ser rewşê bike. Hewramî got ku eger ji dil Tirkî bixwaze dijî DAÎŞ şer bike dê Herêma Kurdistanê piştevanî bike.
Di dawî de jî Hêmin Hewramî anî ziman ku hetanî Tirkî li gel hêzên ku dijî DAÎŞ şer dikin re hevkarî neke nikare serkeftî be.

 

dîtin: 482

Pêveker:

hêmin hewramî di navbera herêma kurdistanê û pyd de hemahengiyek baş heye