• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hemû parêzerên Ocalan hatine serbestberdan

Hemû parêzerên Ocalan hatine serbestberdan


barkirin: Adar 18, 2014, 7:49


Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan yên ku di çarçoveya doza KCKê de hatibûn girtin, hemû hatin berdan.

Piştî ku dadgehên taybet li Tirkiyê rabûn û heyama girtina tohmetbaran a beriya biryara dadgehê ji 10 salan daket 5 salan, gellek tohmetbarên Ergenekon, Balyoz û KCKê hatin berdan.

Parêzerên doza KCKê piştî ku dadgeha 16emîn a cezayê giran a Stenbolê hat girtin, serî li dadgeha 1emîn a cezayê giran a Stenbolê dan û daxwaza berdana parêzerên girtî yên Ocalan kiribûn.

Di vê çarçovê de îro jî, dadgehê derheqê 9 parêzerên Ocalan û rojnamevanek ku di çarçoveya doza KCKê de hatibûn girtin, biryara berdanê da.

Di sedema biryara dadgehê de hat gotin, ji ber ku tohmetbarên han demek dirêj di girtîgehê de mane her wiha cihê jiyana wan sabit e û nikarin delîlên sûcên xwe ji nav bibin, ji ber wê jî tên berdan.

Dadgehê derketina derveyî welêt jî ji wan re qedexe kir.

Bi vî awayî, hemû parêzerên ku di çarçoveya doza KCKê de hatibûn girtin, hatin berdan.

Navên kesên ku îro hatin berdan wiha ne: Doğan Erbaş, Îbrahim Bîlmez, Cengîz Çîçek, Mehmet Bayraktar, Omer Guneş, Sebahedîn Kaya, Emran Emekçî, Muharrem Şahîn, Hatîce Korkut ve rojnamevan Cengîz Kapmaz.

dîtin: 353

Pêveker:

hemû parêzerên ocalan hatine serbestberdan