• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hesrên Dergûşa

Hesrên Dergûşa


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Nîsan 11, 2014, 11:44


Ezê hesrên xwe bidoşim
Li ser dergûşa mirar çû yî di bêdengiya şevê de
Bila hayê te ji tepa tepa hejandina dilê min jî nebe
Ku bi te diçû û bi te dihat

Heyhat heyhat heyhat
Ezê reşmalekê ava bikim di newalekê de

Ku rojên te û wecê te bi min bide jibîrkirin

Û şev hemû wek vê şevê bin

Sar û tarî

 

Ezê di nav bahozekê de

Bêhna te ji xwe bibim li serê çiyayekî

Bêdeng

Û

Bi girî

Piştî wextekî tu hebe çi yî ez tunebim çi yî

Mirar çûbin du dil di yek bedenî…

dîtin: 347

Pêveker:

hesrên dergûşa