• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hevpeyvîn; Alî Gurdilî – Felsefevan

Hevpeyvîn; Alî Gurdilî – Felsefevan


barkirin: Rêbendan 21, 2015, 1:43


Hevpeyvîna Basnûçe li gel civaknas û nivîskarê Kurd Alî Gurdilî

  1. Kovara Felsefeyê çawa derket tu dikarî behsa proseya derketina wê bikî?

Derketina Kovara Felsefevan, fikreke ne nû ye. Qasî 15-16 sal in ku ez bi zimanê kurdî û bi awayeke çalak li ser mijarên felsefî û zanistî dinivîsînim. Di sala 2006 û 2007 an de, li Stenbolê du kitêbên min yên ewilî ên li ser felsefeyê, ji aliyê weşanxaneya Doz’ê ve hatibûn çapkirin. Dîsa di sala 2007an de, li ser internetê me bi îmkanên xwe malpereyek bi navê Felsefevan vekiribû û qasî du salan, li ser heman malperê me xebat/zanayiyên xwe belav kiribû. Mixabin nîjadperestên tirkan erîş birin ser malpera me û malper têkçû û me jî, îmkan nedî ku em carekê din malperê vebikin. Lê li ser torbenda internetê, yên weke facebook û twitterê, weke rûpel dîsa me berdewam kir. Lê niha malpereyeke me ya bi navê www.felsefevan.org heye û saleka malperê temam bûye. Di malperê de, beşên weke felsefe, fîlozof, civaknasî, fragman, aforîzma, zanist, ferhenga felsefeyê û quncikên nivîskarên me hene, ku axlebî li ser mijarên felsefe û zanistê dinivîsînin.  Li ser torbendên internetê jî, dikarim bi keyfxweşî bibêjim ku qasî 25 hezar kurdîhez/kurdînûs, xebatên me dişopînin û piştgiriya xebatên me dikin, ku ev rûdan jî hêviyeke mezin dide me.

10882109_340427352810507_4433561436213213884_n

Rastî xwînerên me, ji aliyê ziman ve jî xwediyê têginiştineke çak in û ji mijarên felsefeyê jî, gelekî hezdikin. Lewma diruşmeya wan her ev bû. Lê ev gotina me/wan, niha ber bi gotina diqeside û diguhere. Lew re xwînerên kurdî, dema ku felsefe bi zimanê wan tê kirin; bêtir jê hezdikin û keyfa wan zêdetir jêre tê. Me bi aforîzmeyan dest pê kir, dûvre me berê xwe da fragmanan; gotarên felsefî û yên zanistî hatin dûvre û niha jî, pêşî malper û Kovarek bi navê tewlê karwana kovargeriya kurdî bû. Çend kesên dilsozên zimanê kurdî û felsefeyê, em di banê Weşanxaneya Na ê de civiyan û bi piştgiriya weşanxaneyê, me biryara derxistina kovarê girt. Niha em di bin banê Weşanxaneya Na ê de weke komeke kovarê kar dikin û ji piştgirî û xwedîlêderketina weşanxaneyê jî gelekî keyfxweş û şanaz in, ku Weşanxaneya Na bi berpirsiyariyekî dîrokî tevdigere û rê li ber me vedike. Ez bawer im dê heman weşanxane, îmzeya xwe hê li binê gelek xebatên çak deyne, ku kadroyeke wan a gelek baş heye; ji hêla redaksiyon, belavkirin û weşangeriyê ve. Niha em amadekariya hejmara xwe ya duyem dikin, inşeleh dê di dawiya meha Adarê de, xwe bigihîne ber destê xwendevanên xwe.

  1. Em wisa dizanin ku Felsefe di nava civakên xwedî aram de geş dibe û pêşde dikeve. Lewre Felsefe û ilma kurdî jî di demên kurd di aramiyê de bûn pêşde ketiye û ji xwe re hîmên qewî daniye? Gelo niha kurd dîsa dikarin wê ilmdariyê deynin û felsefeyeke xweser bikin? 

Pirsek, gelek xweş û di cih de ye. Rast e, felsefe li warên aram û serbest bi pêş dikeve û berfireh dibe. Dîrok, bi xwe jî vê yekê xweş dipeyîtîne. Ramana felsefîk, guman têde nîne ku li erdnîgeriya kurdan dest pê kiriye û dûvre, xwe berdaye erd û rihê erdnîgeriya yewnana kevnare. Ramanên resen yên bav û kalên kurdan, ji layê feylesofên antîk yewnanî ve xweş hatine bikaranîn û berfirehkirin. Pergala wan ya azad, ku riya danûstandinên ramanî û azadiya fikrî ta radeyekî vedikir, bûye sebeb û sîstematîzekirina felsefeyê. Helbet, gelek sebebên vê yekê yên cihêreng jî hene; yên wekî fikirîna teorîk, wextekê vala, qîmetdayîna huner, siyaset, zanist û felsefeyê û hwd.

10959938_1555465371378644_3904646494931130334_o

Lê dema ku em rabin behsa civaka me kurdan bikin, em nikarin bi kurtasî behsa vê meseleyê bikin. Dema mirov bixwaze ku di civaka me de behsa felsefe û zanistê bike, divê mirov bikaribe bi berfirehî behsa taybetmendiyên civaka kurdan ya beriya îslamê û piştî îslamê jî bike. Felsefeya kurdan? Felsefeya wan ya netewî, yan felsefeya ku ji layê feylesofên me ve hatiye kirin? Heke em behsa feylesofên me bikin, wê demê divê em behsa bandûra ola îslamê û mîstîsîzma îslamê jî bikin. Yan jî, divê em beriya îslamê behsa felsefeya Zerdeşt Pêxemberî jî bikin, ku ev yek jî, mijarên mirov dijwartir dikin.

Mesela di hejmara duyem ya Kovara Felsefevan de, mijareke me a sereke jî, felsefeya Nemir Ehmedê Xanî ye. Felsefeya wî ya perwerdehî, huner, siyaset, hebûnnasî û hwd. Ligel gelek pêşketinan jî, mixabin em nikarin bibêjin ku haya xwînerên kurd bi awayekî baş ji felsefeya Xanî heye. Lewma jî, em dixwazin ku kite bi kite, gav bi gav û beyî ku xwînerên xwe çavtirsonekî bikin, li mijarên navborî hûr bibin û bala xwînerên xwe bidin mijarên navborî.

Civak û çanda kurdan, xwediyê toleranseke mezin e û gelek caran, dîrokê şahîdiya vê yekê jî kiriye. Weke netew, kurdan zordestiyê li cînarên xwe nekirine û her xwestine ku ew û yên ne weke wan, li kêleka hevdu bijîn û rûmeta hevdu biparêzin. Belam dagirkeran, ti caran rê nedane ku xweziyên kurdan bi cih werin. Yan pergala xwe, yan ola xwe, yan jî sîstema xwe li ser me ferz kirine û rê li ber afiranderiya ramanî ya teorîk û felsefî girtine. Ev rûreşiya dagirkerên Kurdistanê, helbet tê têgihiştin û berxwedana kurdan , ya bi hezar salan ji xwe encama wê zordestiyê ye. Di seranserê dîrokê de, kurdan hertim şerê man û nemane dane û niha jî didin; li Kobanî, Kirkûkê, Lalişê û li seranserê Kurdistanê.

zzzz10428415_632012810235906_3964168803546423315_n

Ê baş e, kurdên ku her şerê man û nemanê dane, didin; dê çawa bikaribin pergaleke azad biafirînin, yan jî îmkanên afirandina felsefeyekê xweser ya kurdan ava bikin?

Weke ku xwiya dike, karekî zor dijwar e; lê ne bêîmkan e. Beriya her tiştî, divê kurd li hemberî azadiya fikrî, bi rêz û rêzdarî tevbigerin. Çimku em baş dizanin ku hebûna ramanên cihê, herdem dibe sebebê pêşveçûn û dewlemendiyê. Dîsa di civaka me de, divê her tişt û kes, karibin werin rexnekirin û riya rexneyê, herdem divê vekirî be û rê li ber neyê girtin. Çimku em baş dizanin ku rexne, mîna motora pêşveçûna civaka ye.

Hasilê, heke em kurd bikaribinn civaka xwe azad bikin, qedr û qîmetê bidin zanyarî û zanyaran, rê li ber rexneyê negrin, fersenda perwerdehiyeke azad biafirînin; helbêt dê em ê karibin felsefe bikin û felsefeyên xwe yên xweser jî biafirînin. Beriya hemû faktoran jî, pêdivî bi nasandina felsefe, şax, bineşax û mijarên felsefeyê heye, ku ev yek jî yek ji wan armanca sereke ya Kovara Felsefevanê ye.

  1. Kovar ji hêla çend kesan ve derdikeve. Tu dikarî behsa profîla nivîskarên kovarê bikî? 

Kadroyeka me, a naguhêr tune. Deriyê me heta taqê, ji hemû nivîskarên kurd û kurdistanî re jî vekiriye. Em ti ferq û cudahiyekê polîtîk, naxin navbera nivîskarên xwe. Di hejmara xwe ya yekem de, me xwest ku bila kedkarên zimanê kurdî; ku qasî temenekî keda wan di pêşveçûna zimanê kurdî de heye, cih bigrin. Mala wan ava, qasî 20 nivîskarên me yên naskirî bi gotarên xwe di hejmara yekem de cih girtin û piştgiriya me kirin.

Helbet, divê ev jî were gotin: Li ser felsefeyê nivîsîna bi zimanê kurdî, berê her tiştî zanîn, têgihiştin û wêrekiyek mezin e; çimku em baş dizanin ku li ser van mijaran daneheveke mezin hê pêk nehatiye. Lê her kovar, bi demê re hem xwendevan û hem jî nivîskarên xwe peyda dike û xwe digihîne wan. Niha gelek felsefevan, civaknas, xwendekarên zaningehê yên ku li beşa felsefe û civaknasiyê dixwînin û heta mamosteyên me yên ku niha li zaningehan bi awayekî fermî kar dikin jî, beşdarê xebatên me dibin.

  1. Di derbarê felsefeyê de kargehên we hene. Xwendin û xebatên we di derbarê felsefeyê de hene? 

Li Weşanxaneya Na’ê her heftî, li ser edebiyatê civîn pêk tên û beşdarên civînê jî, navê lê kirine û gelek mirov jî, dixwazin ku beşdar bibin. Heke em cihekî firehtir peyda bikin, yan jî li navendeke kulturî; mehê carekî em dixwazin li ser felsefeyê jî semînereke bidin; helbet bi kurdî. Piştî du mehan, ji bo Fura Îzmîrê ya Pirtûkan, Weşanxaneya Na niha amadekariya çend semînerên li ser felsefeyê dike. Û hêvîdar im ku em ê karibin xebatên xwe yên bi vî rengî, herdem bidomînin.

  1. Çima we pêwîstî bi kovareke felsefeyê û felsefê dît? Çima ne Edebiyat û Felsefe? 

Li wê dera ku mirov hebin; dê edebiyat jî, felsefe jî, huner jî û zanist jî hebe. Weke edebiyatê, felsefe jî rahişmendiyeke mirovî ye û di proseya avakirina mirovahiyê de, roleka mezin lîstiye û dê zêdetir jî bilîze. Lewma jî, bi zimanê kurdî xebateke bi rengî, gavek bivênevê bû û di vî warî de jî, valahiyeke mezin hebû. Niha Kovara Felsefevan, yekemîn kovara felsefî ye, ku bi zimanê kurdî hatiye weşandin.

10923080_10203994458481527_1502062051_o

Ev yek, li şanaziyeke mezin, berpirsiyariyeke mezin jî li me ferz dike û bêguman, em têdigihêjine vê yekê. Ez bi hêsanî dikarim bibêjim ku ev kovar, encama xebata me ya 15 sala ye û xwediyê rabirduyeke bi vî rengî ye. Hê karê me pirr e, niha em amadekariya Ferhenga Felsefeyê dikin, ku di demekê nêz de were çapkirin. Ferhengek têra xwe dewlemend û şirovekar. Wekî din, mîna Destpêka Felsefeyê jî çend xebatên me niha amade ne û em amadekariya weşana wan jî dikin.

Li gor baweriya min, divê hemû kes her karî neke û ez jî nakim. Kesên ku li ser edebiyatê jî dixebitin hene û dê hebin jî. Lê ez li ser navê xwe bibêjim, ez ne wêjevan im ku rabim karekî bi wî rengî bikim û ji xwe, bi zimanê kurdî çendin nimuneyên baş jî hene di warê edebiyatê de; mesela Kovara Zarema yan Wêje û Rexne û çendin kovarên ditîr jî. Wekî din, felsefe ji bo me weke terzekî jiyanê ye û em jê hezdikin. Lewma jî, me go Kovara Felsefevan.

  1. Fîlozofên Yûnana Antîk di deqên xwe de gellek rexne li rêvebirên civakê digirtin. Ew bêhtir bi rexneyên xwe li pêşbûn. Kovara Felsefevanê jî gelo dê vê yekê pêk bîne û rexneyan li rêvebirên kurdan bike? 

Karekî felsefeyê a ku rasterast li rêvebiran rexne digre tune. Felsefe, sîstem û pergalê rexne dike û ku ew jî bi awayekî tevgîşt/gelemperî ye. Lê helbet, kesên ku ji vê yekê aciz dibin mirov dikare bibêje ku rêvebirên/desthilatdarên civakê ne. Belam em dizanin ku felsefe jî, ti caran ji sitûxwarkirinê hez nake û serî jî natewîne. Dema ku Sokrates bi jêhriyê hate kuştin, ew bi bêolîtiyê û bi jirêderketinê hatibû tawanbarkirin; ku Sokrat rexne li pergala pirxwedayî ya yewnan girtibû. Di dawiyê de, serî netewand û ji ber fikrên xwe hate kuştin. Siyaset jî, yek ji mijarên felsefeyê ye û bêguman, dê em ê li ser felsefeya siyasetê, siyaseta kurdan ya reel jî di rojên pêş de rawestin. Di hejmara yekem de, em li ser têkiliya Ol û Felsefeyê rawestiyan û gelek jî baş çêbû. Wekî vê yekê, em ê li ser gelek mijarên cihê jî bi awayekî taybet rawestin. Lê bi awireke tevgişt, aqilane, rexnegir û alinegîr.

dîtin: 609

Pêveker:

hevpeyvîn; alî gurdilî felsefevan