• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hevpeyvîn li gel Fermandarê YPG Rêdûr Xelîl | Zanyar Umranî

Hevpeyvîn li gel Fermandarê YPG Rêdûr Xelîl | Zanyar Umranî


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Pûşper 14, 2015, 1:15


Di odeyekê de ku bêhna şer jê nayê, bi berdevk û fermandarê giştîyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û (YPJ) Rêdûr Xelîl re derbarê çar salên şerê hêzên wan li Sûriyê axivîn. Grûbeke biçûk ku di kêmtir ji çar salan de karî artêşeke 35 hezar kesî pêk bîne û bibe sedema pesin dayîna rayedarên fermî yên hin welatan jî.

Rêdûr bi nîşan dana nexşeya dîjîtalî ya herêmê li ser tablêta xwe, li ser rewşa niha ya hêzên (YPG) li Rojava bo min axivî.

Bazineya zer, rewşa dawî ya hêzên (YPG) ye, rengê sor, hêzên DAÎŞê, rengê pîvazî hêzên rejîma Beis û rengê şîn jî hêzên Tirkiyê nîşan dide. Çend deqe jî derbarê meseleyên navxweyî û hevkariya hêzên îtîlafê re derbaz bûn.

 

Avakirina Yekîneyên Parastina Gel

 

– Ji yekemîn grûba avakirina YPG destpê bikin, ev hêz çawa ava bûn?

Bi destpêka şoreşa gelên Sûriyê re, li Rojava berê hertişt aram xuya dikir. Piraniya dijberiyan di qalibê hereketên medenî û sivîl de bûn. Lê piştî çend mehan hertişt hate guhertin. Li Rojava ku ewletirîn herêma Sûriyê bû, eşîret û grûbên cuda çend grûbên leşkerî ava kirin. Wan li ser tiştên biçûk yên eşîrî, olî û netewî bi çekan li hember hev disekinîn. Rewş li ber xeteriyê bû.

Pêwîstiya ava kirina hêzeke leşkerî yên hevgirtî li Rojava ku xelkên herêmê biparêze, hate his kirin. Destpêkê li bajarên weke Dêrikê bi serpereştiye ”xebat Dêrik” ev hêz hatine ava kkirin ku destpêkê li jêr navê Yênineyên Ciwanên Gel (YXG) bûn. Lê pştre li gor demê, liqên leşkerî li tevahiya bajarên Rojava hatine damezirandin.

 

– Karvedana rejîma Beis a Sûrî çawa bû?

Ew ji bûyerên ku li pey hev li bajarên Sûriyê diqewimîn matmayî mabûn û roj bi roj lawaztir dibûn. Li gor aciziya giştî ya ji ber siyasetên serkut û înkara Kurdan, dizanîn ku lazime paşve bikişin. Li çend herêman di navbera hêzên me û yên rejîma Baisê de pevçûn çêbûn, lê di dawiyê de bi kêmtirîn ziraran me herêmê Kurdî xistin bin kontrola xwe.

Vekirina eniyeke din a şer ku Kurdên birîndar û mehrûm têde ne di berjewendiya rejîmê de nebû. Me jî sûd ji derfeta çêbûyî wergirt, li gund û bajarên rojava rêxistin û hêza xwe zêdetir kir. Çalakvanên siyasî yên Kurd jî di wî warî de rol hebûn û wan hemûyan dest dan destê hev da aertêşeke rêxistin kirî ji bo parastina xelkê kantonên (Cizîr, Kobanê û Erfîn) ava bikin. Artêşa ku li Kobanê û herêmên din bi başî hêza xwe îsbat kirin.

 

– Gelek kes ferqa di navbera (YPG) û (YPJ) nizanin, pirsa serekî eve ku çima du hêzên leşkerî li Rojava hene?

(YPJ) rêxistina serbixwe ya jinane ku li rex (YPG) xwe rêxistin dike û ji aliyê hevalên jin ve hatiye damezirandin. Di rastiyê de beşe bingehîn a (YPG) ye ku mil bi milê wan li hember DAÎŞê di şer de ye.

 

– Di nava (YPG )ê de jî sîstema hevserokatî heye?

Na, em hêza leşkerî ne û mesele hinekî cudaye. Hevserokatî taybet bi rêxistinên siyasî û sivîl e, lê di nav (YPG) ê de jora oparasyona hevbeş heye ku ji çend jin û zilaman pêk tê.

 

– Amareke fermî derbarê hejmara hêzên (YPG) û (YPJ) ê heye?

Niha (YPG) zêdetirî 35 hezar çekdar hene. Ji vê hejmarê %35 girêdayî (YPJ) ê ne ku roj bi roj zêdetir jî dibe.

 

– Hejmara kuştiyan çi?

Ji destpêka çêbûna (YPG) heya niha, nêzî 2000 şehîdên me hene ku nêzî 750 kes ji wan di oparasyona zadkirina Kobanê de bûye.

 

– Gelo hêzên Asayîş û hêzên xweparastinê jî beşekin ji (YPG)ê?

Na, du rêxistinên cuda ne. Ew zêdetir derbarê meselet-yên bajêr û ewletiya navxwe dixebitin.

 

– Komîteyên xweparastina di nava komonan de çi?

Ew jî girêdayî komon û Asayîşê ne û girêdayî me nîn in.

 

Rewşa niha ya eniyên şer û arayişa leşkeriya hêzên YPG

 

– Rêzadr Xelîl, îmkan heye rewşa giştî ya hêzên Yêkîneyên Parstina Gel û Yêkîneyên Parastina Jinan li her sê kantonan bo me îzah bikin?

Niha li Kantona Efrînê tu pevçûn nîn in û hertişt aram xuya dike.

Kantona Kobanê ji mêj ve ye bi DAÎŞê re di şerekî giran de ye. Niha me ew ji bazineya di bin kontrola xwe de derxistine ku berê di destê hêzên îslamî de bû.

Niha şerekî biçûk di bazineya di bin kontrola DAÎŞê de li wîlayeta Reqê de heye. Li kantona Cizîrê û derdora du bajarên Tiltemer û Serêkaniyê şerekî giran li dijî me berdewam e.

 

– Kîjan grûb di her sê kantonan de cîranên we ne?

Li Kantona Efrînê, Cebhet Elnusre, Ehrar Elşam, Artêşa Azad û rejîma Beis a Sûrî ne. Li kantona Kobanê û Cizîrê hêzên DAÎŞê.

 

– Helbet min li Qamişlo û Hesekê jî hêzên rejîma Beisê dîtine.

Belê ew jî li kantona Cizîrê hene.

 

– Mesafeya di navbera hêzên YPG û YPJê di xala dawiya herêmên di bin kontrola wan e li kantona Kobanê bi heman hêzan li kantona Cizîrê çende?

Kêmtirî 70 kîometran e.

 

– Û hûn dixwazin her sê kantonan bigehînin hev, raste?

Ev yek mijareke aloz e. Em dixwazin vî karî bikin lê rastiyên dîrokî yên sepandî jî hene ku lazime berçav bêne girtin. Piraniya şêniyên wan herêman Ereb in ku di proseya Teirîb a rejîma Beisê de ji bo guherandina demografiya herêmên Kurdistanî hatiye cîbicîh kirin.

 

– Gelo ev kes di bin banê YPG ê de tevî we şer dikin yan li jêr navekî din in? Çima we li herêmên Asûriyan hêzên bi navê (Sotoro) di bin banê (YPG)ê de ava kiriye ku ji ciwanên Asûrî pêk tê, ji bo Ereban jî hêzeke wiha heye?

Rewşa Ereban hinek cuda ye. Bo mînak li Kobanê, çend şaxeyên leşkerî yên Ereban mil bi milê (YPG)ê şer dikin. Ji bilî vê Artêşa Azad û Cebhet Elekrad, Sowar Reqa û Şems El Şimal jî di şer de beşdar in. Her du hêz jî Erebên herêmê ne.

 

– Hûn li herêmekî bi demografiya ne wek hev dijîn, hels û kefta Erebên kantonan bi we re çawa ye? Ez bi xelkê re diaxivîm, behsa hevkariya Ereban bi DAÎŞê re dikirin.

Ji bo me Rojavayê Kurdistanê, coxrafiyayeke diyar kirî ye ku 50 sale siyaseta teiriba rejîma berê jî nekarî rastiya vê biguhere, tevî ku wan siyasetan bandorên negatîv jî hebûne.

Tevî vê jî niha em bi rastiyekî re rûbirû ne, hejmareke zêde ya gelan di vê coxrafiyayê de dijîn, Kurd, Asûrî, Ereb, Suryanî, Çerkez. Şerê tayifî ne di berjewendiya me de ye û ne jî di berjewendiya gelê Ereb. Lazime em weke derfetekî li vê pir rengiyê binêrîn ne weke metirsiyê. Ev hevgirtina dikare tovê baweriyê di nav me de bireşîne.

Em dixwazin bi hikmet, tedbîr û dûrbînî û bi siyaset nêzî mesele bibin û hewil didin atmosfera bê liv a di nava etnîkên Rojava cardin zindî bikin, helbet ev yek demê dixwaze. Me bi birayên xwe yên Ereb re tu pirsgirêkek nîne, grûbelk ji ciwanên Ereban di nava (YPG)ê de mil bi milê me li hember DAÎŞê şer dikin û şehîd jî dane.

 

– Nêrîna Erebên herêmê derbarê we çawaye?

Mixabin erebên herêmê xwedî rêxistineke hevgirtî nîn in ku em bi wan re diyaloge bikin. Piraniya wan di bin bandora destûrên serok eşîretan de nêzî pirsgirêkan dibin. Bi piranî ew her demê dê bi hêzên sereke yên herêmê re dibine yek.

 

– Heta ger ew hêz DAÎŞ be?

Mixabin raste! Piraniya wan berê bi Cebhet Elnusre re bûn, beriya wê jî bi rejîma Beisê bûn, niha jî bi DAÎŞê re ne.

Me siyaseteke cudatir daye pêşiya xwe û hewildana me ji bo nehiştina hesasiyetên etnîkî ye. Em dikarin bi birayane û bi dostanî bi hevre bijîn. Bi rêkarên qanûnî me kariye baweriya wan bidest bixin. Piştî çûna hêzên Til Berak û Til hemîsê ku piraniya şêniyên wê Ereb in, aramî vegeriyaye bajêr û êdî xeteriyên ku ji aliyê DAÎŞ, Cebhet Elnusre û rejîma Beisê li ser xelkê Ereb hebûn, nemaye. Niha hêzên navxweyî kar û barên bajarên xwe birêve dibin. Herwiha gelek kes ji bo azadkirina wan herêman jî şehîd bûne.

Piraniya şêniyên wan herêman di serdema rejîma Beis de ji me re digotin: ”emê we ji xaka Ereban derxînin. Koka we radikin û ev der ne cîhê we ye.”tu hewildanek ji bo hevgirtina bi siyaseta rejîma Beisê nebû. Lê di dawiyê de kesên ku Ereb ji jêr êrişa kultura dij mirovahiya DAÎŞê, rizgar kirin heman Kurd bûn ku ereban dixwestin koka wan bi dawî bikin. Yên ku çend salan di bin hukimdariya zalim û dijmirovane ya Cebhet Elnusre û DAÎŞê de jiyane niha dibînin ku gelek tişt hatine guhertin, di nava Erebên di kantonan de jî dijîn hesasiyetên etnîkî gelek kêmtir bûye û roj bi roj bi dilxwazî tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel dibin. Em bi jiyana di atmosferekî însanî û wekhev bi birayên Ereb, Asûrî û Çeçenî geşbînin.

 

– Beşdariya wan tenê di qalibê hêzên leşkerî de ye?

Na, di warê siyasî de bêhtire. Ji îdareyên herêmî bigre heya hevserokatiya kantonan û navendên din.

Niha DAÎŞ roj bi roj lawaztir dibe, rejîma Beisê jî azmûna xwe da, di berjewendiya Ereban deye ku di atmosfereke dostanî bi etnîkên din yên herêmê re, Kurdan, Asûrî, Ermenî û Çeçeniyan re bijîn.

 

– Asûrî çawa? Ez bi wan re jî axiftime, ji rojên berê û dilovaniya rejîma Beisê digotin.

Raste, rejîma Beisê giringiyeke taybet dida wan. Rojên ku me heta nasname nebû, wan di xwendingehên taybetî hebûn û xwedî postên girîng bûn. Lê lazime neyê ji bîr kirin ku rêja Beisê jî pişta wan berda. Niha hêzên (YPG)ê ne ku Til Temir û herêmên din yên Asûriyan ji êrişa paşketiyên DAÎŞê diparêzin. Ew jî dizanin ger (YPG) nebe, nikarin rojekî jî li hember DAÎŞê li berxwe bidin.

 

– Ger ji ber her sedemekî ew nexwazin hêzên (YPG)ê li herêmên Asûriyan yan Ereban de bimînin, karvedana we çi dibe?

Xaleke girîng eve ku ev herêm ji pêkhateyên Asûrî, Ereb û Kurdan pêk tê. Ne tenê Asûrî û Ereban, weke bajarê Hesekê. Bi baweriya me rastiyek bi navê Rojavayê Kurdistanê heye û em di vê çarçoveyê de gelê Kurd û gelên din jî diparêzin.

 

– Ev coxrafiya ji ku heya kuderê ye? Nexşeyeke we ji bo nîşan bide heye azadkirina filan herêmê bi DAÎşê re şer bikin û piştî vê êdî Rojavayê Kurdistanê nayê hesibandin?

Nexşeyeke wiha li ber dest nîne. Resim û diyarkirina nexşeyeke wiha erkê hêzên siyasî yên kantonan e.

 

– Pêşrewiyên we weke (YPG) heya kuderê dibe?

Em weke (YPG) xwedî stratejiyeke diyarkirî ne, heya dera ku metirsiya DAÎŞê nehêlîn.

 

– Mesafeya hêzên we bi bajarê Til Ebîz a li rojhilatê kantona Kobanê çend kîlometr e?

Em di bîst kîlometriya bajêr de ne.

 

– Girîngiya vî bajêrî di çi de ye?

Ev bajarê stratejîk ji çend aliyan ve ji me û DAÎŞê girîng e. Ji ber vê jî DAÎŞ bi hemû hêza xwe di bajêr de ye.

Yek ji ber ku Girê Spî hevsînorê Tirkiyê ye û duyem jî baregaha serekî û xeta hevkariyên lojestîk a vê grûbê û gehiştina hêzên nû ji bo şer e.

Ger bajêr ji kontrola DAÎŞê derbikeve, tevî ku rêya sereke yan alîkariyên lojestîk û hatû çûya wan tê girtin, dikevin bin dorpêça hêzên me.

Lazime behsa xaleke din jî bê kirin, di nava bajêr de û di mesafeya di navbera kantona Kobanê û Cizîrê, Kurd jî hene. Bo mînak di nava bajêrê Til Ebîzê de gelek Kurd dijîn, ku bi êrişên Cebhet Elnusre û DAÎŞê mal û halê xwe terikandine. Niha Kurd di bajêr de nemane. Cebhet Elnusre û pişte jî DAÎŞê dest danîne ser mal, zevî û milkên wan. Ev grûb heman siyasetên Teirîba rejîma Beisê bi leztir berdewam dikin.

 

Rexneyên ser (YPG)

 

– Rêzadr Xelîl, hin rexne li ser we hene. Bo mînak tê gotin (YPG) zarokên jêr temenê 18 sal ji bo leşkeriyê bikar tîne. Yan qanûna pêşxistina eskeriya bo zorê ku herî dawî hatiye erê kirin.

Raste, mixabin di atmosfera bi lez a piştî şoreşa gelên Sûriyê, hin xeletiyên wiha di nava hêzên me de çêbûn, ev rexne di cihê xwe de ne. Lê me bi çarçoveyên qanûnî ku piştre hatine rûniştandin, îmkana serpêçiya ji sozên ku me dane Konwasiyoma Jeno yê, gihiştiye asta herî jêr. Em pabendê vê protokolê ne, wan gelek caran şandên şopandinê şandine rojava û dişînin. Ger hin xeletî hebin, em pêde diçin. Li gor qanûna me, wergirtina kesên jêr temenê 18 sal qedexe ye, lê ji ber rewşa teybet ku em bi dilnexwaz têde ne û metirsiya ku di bin guhê me de ye, ji bo perwerdeya leşkerî kesên temen 16 heya 18 salî têne wergirtin. Lê heya nebine 18 salî bo eniyên şer nahêne şandin.

Me qanûna giştî ya wergirtina hêzan amade kiriye ku têde mercên endamtî , awayê perwerdê, dewre û hemû xalên ku lazim in hatine îzah kirin.

Ji bîr nekin em tenê çar sale ku hêzên xwe bi rêxistin dikin. Damezirandina hêzên xweparastinê pêwîstî û karvedanek li hember rewşa metirsîdar a herêmê ye. Lazime em xwe biparêzin, em rûbirûyê êrişên bêrehmane ne. Ew rehmê bi zarokên me jî nakin.

 

– Partiyên opozosyona Kurd yên Rojava dibêjin, wan hêzên bi navê pêşmergeyên rojava hene û nêzî pênc hezar kes in, lê hûn destûrê nadin ew di şer de beşdar bibin.

Tişteke wisa tuneye, ev mesele zêdetir gemeyeke siyasî ya bi armanc e ku li Kurdistana Îraqê (başûrê Kurdistanê) li dijî me tê bikar anîn. Me bi hêzên opozosyona Kurd re gelek civîn û rûniştin hebûne.

Di destpêkê de jî weke (YPG)ê me gelek daxwazên wan qebûl kirin, ji rengê alê bigre û heta gelek meseleyên din.

Derbarê destûr nedana beşdariya tu hêzên leşkerî yên din li Rojava me bi tu aliyan re tairof nîne, ji ber ku tecrubeya Filistîn û şerê navxwe yê başûrê Kurdistanê li ber çavên me ye.

Siyasetên leşkerî ji bo me hêla sor e. Ev hêz ger bi rastî dixwazin Kurdistanê biparêzin, bila di çarçoveya (YPG)ê de vî karî bikin.

Dibêjin navê (YPG)ê biguherinînin, nizanim çima lazime ev nav bê guhertin?

Qet hêzeke bi navê pêşmergeyên Rojava ku ev dibêjin tuneye, dibe ciwanên rojavayê Kurdistanê ku niha li başûr dijîn, di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de bixebitin. Weke karmendekî xwedî perê ku mehane perê xwe distîn, ewqas.

Ev mesele zêdetir çekuçeke ku partiyên başûrê Kurdistanê bi armanca zêdekirina zextên siyasî li ser me, di dest de girtine.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

– Pişt êrişa birûskî ya DAÎŞê bo ser Şengalê, hêzên we xwe gihandin çiyayê Şengalê û bi vekirina korîdoreke filitînê, bûne sedema kêm kirina astê komkujiyê, hêzên pêşmerge jî di germe germa şerê Kobanê de hevkariya we kirin û hêz şandin. Niha peywendiyên we bi Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêmê re çawa ye? Tevî ku tê zanîn hin pirsgirêk di navbera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrata Kurdistana Îraqê hene, lê ew weke birayên Kurd , sîstema xwerêveber a rojava yê Kurdistanê bi fermî nas nakin.

Çawa jî be di dawiyê de ev mesele beşek ji pirsgirêkên navxweyî yê me Kurdan e û em bi çareseriya wan geşbîn in.

Derbarê beşdariya hêzên me li Şengalê, me berê jî ragehandiye, ku ev beşdarî tenê weke erkê me yê netewî û însanî bûye, di vê rewşê de lazim bû ji bo rizgariya xelkê Şengalê karekî bikin û hizûra me ji xeynî parastina gelê Şengalê tu tişteke din nîne.

 

– Wate hûn ji şengalê derdikevin?

Heya vê kêliyê jî hêzên me tevî hêzên pêşmerge û PKK li herêmê ne. Niha ku em diaxivîn jî şerekî giran li Şengalê di navbera hêzên Kurdî û DAÎşê de berdewam e.

 

– Hûn heya kengî li Şengalê dimînin?

Heya dema ku metirsiya DAÎŞê li ser Şengalê nemîne. Vê demê çi mifaheke me heye ku bimînin?!

 

– Hêzên pêşmerge li Kobanê çi?

Hatina hêzên pêşmerge bo Kobanê derveyî hemû hesabên leşkerî, ji hejmara hêzan û çekên ku gihandin bajêr, di xaleke de girîng de ji bo dîroka gelê Kurd de veşartiye: ev mesele bû sedema hevgirtina dîrokî ya hêzên Kurdî û îsbat kir ku Kurd di eniyeke hevbeş de li hember DAÎŞ ê di şer de ne. Buhayê meinevî ya vê pêngava dîrokî gelek e. Girîng ne eve ku 50 pêşmerge bûne yan hezar kes.

 

– Gelo cudatiya bîrdoziya partiya we bandor li hevkariya stratêjîk di navbera we de çênekir?

Mixabin car bi car bandor heye, lê bi giştî pêwîstiya bi hevre bûnê zêdetire. Tenê birayên me li başûrê Kurdistanê û hêzên me li Rojava ne ku ji Xaneqîn heya Efrînê li hember DAÎŞê di şer de ne.

Êrişên DAÎŞê li hember hemû Kurdên herêmê ye, em bendewarê ava kirina hêzêke hevbeş a Kurdî yan bi kêmanî eniyeke hevbeş a Kurdî ne.

 

Rejîma Beisa Surî û opozosyona Sûriyê

 

– Hêzên rejîma Beis niha jî li du bajarên Heseke û Qamişloyê de hene. Bi awayekî giştî awatê dan ûstandin û peywendiya we bi hevre çawa ye?

Belê, raste. Ev bi hêzeke kêm li navenda bazara Qamişlo û Hesekê de ne. Hêzeke bê çalakî ne û bi me re şer nakin. Hêza ku niha bi me re di şer de ye DAÎŞ e. Rejîma Beis tenê li Kantona Cizîrê ye. Li du kantonên din tu hêzeke wan tuneye. Niha îtilafeke cîhanî li hember DAÎŞê çêbûye û şerê me carê tenê bi wan re ye.

Ji bo hêzên cîhanî jî metirsiya grûba terorîstî ya DAÎŞê ji rejîma Beis li pêştire.

 

– Ji bo we çi, hûn jî wisa difikirin?

 

Bêguman, ji ber ku DAÎŞ ji hemû hêzan metirsîdar tire, heta ji rejîma Beisê jî. Rejîma Beis bi awayekî giştî li Kantona Cizîrê bê bandor bûye û ne xwedî hêze û tenê hewil dide di nava etnîkên kantonê de alozî û duberekiyê çêbike, lê başe ku Kurd, Asurî û Ereb bi vê dizanin.

Hemû etnîkên di nava kantonan de, ewlehî u aramiya hakim, ku hêza mezin a YPG nîşan dide qebûl dikin û êdî livandina hesasiyetên etnîkî li dijî me ji bo rejîma Esed kareke hêsan nîne.

Me ji roja yekem ragehand ku pirsgirêka me bi rejîma Beisê re mijareke siyasî ye û lazime bi riya dîplomasî bê çareser kirin.

 

– Wate hûn dînamîzma çareseriya siyasî di rejîma Beisê de dibînin? Bi taybet eger kiryarên berê yên vê rejîmê li hember Kurdan berçav bigirîn.

Mixabin rejîma Beis bi hizra şovenîstî meseleyan dibîne ku riya çareseriya siyasî teng dike. Helbet opozosyona Sûriyê jî li hember Kurdan xwedî heman nêrîna faşîstane ye. Hiç yek ji wan pirsgirêka Kurd qebûl nakin da pêşiya hevkariyên berfireh di warê siyasî û leşkerî de bi van re çêbibe. Tevî vê em bi opozosyona Sûriyê re ji bo çar rêya derketina ji kirîzê di dan û standinê de ne.

 

– Li gel rejîma Beis çawa?

Ew jî carna daxuyaniyan belav dikin.

 

– Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe de, Erdoxan bi piştevaniya ji DAÎŞê li Kobanê tawanbar kiribû û got Kurdan ev bajêr azad kirin. Gelo daxuyaniyên wisa nîşaneya peywendiya we bi rejîma Beis re nande? Yan ew dixwazin xwe nêzî we bikin?

Helbet hin hewildan hebûn û hene jî, lê di nava Beisiyan bi xwe de jî çend desteyî heye. Destverdanên herêmî berbesteke mezin li hember çareseriya pirsgirêkên navxwe yên Sûriyê bi awayê siyasî ye.

Destê Îranê di diyar kirina siyasetên rejîma Beis de pir renge. Hizbulah jî heye. Mixabin rejîma Beis bi tenê Sûriyê bi rêve nabe.

 

Hikûmeta Komara îslamî û Kurd û etnîkên din yên Îranê

 

– We behsa hêzên Hizbulah û Îranê kir. Ji sînorên Kantona Cizîrê destpê bikin, gelo di herêmên bin kontrola hêzên rejîma Beis de li Hesekê û Qamişloyê, hêzên Îranî jî hene? Gelo tu belge di destê we de hene ku vê rastiyê biselimînin?

Na, meseleyeke wisa cidî tuneye, rejîma Beis di wan du bajaran de di tengasiyê de ye û di çarçoveya ewlekariya serdemê de ye.

Em nizanin di nava hêzên rejîma Beisê li herdu bajaran de hêzên Îranî yan Hizbulahê hene yan na. Lê gelek caran raporên di vê derbarê de bo me tên.

Hikûmeta Îranê gelek caran bi rêya hêzên Sûriyê di herêmê de mudaxileyê dike. Herwiha hêzên Heres Sûrî ku nêzî Îranê ne, li herêmê hene. Lê derbara hejmara wan, bandora wan û naveroka bernameyên wan zanyariyên rast li ber dest nînin.

 

– Di çi oparasyonan de hêzên Hizbulah yan Îranê ketine destê we?

Na, heya niha tiştekî wisa çênebûye.

 

– Raya giştî ya hikûmeta Îranê derbarê YPG çiye? Gelo di warê hevkariya lojestîkî û peywendiya siyasî de we çi peywendî bi hev re heye?

Na Mixabin, di warê siyasî de tenê cartekî Salih Muslim (Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk) bo Tehranê vexwendine.

 

– Di warê leşkerî bi YPG re çawa?

Tu peywendiyek çênebûye.

                         

– Di dema germe germa şerê Kobanê de beşek ji medyayên farsî ziman îdîya vê dikirin ku çekên Îranî gihiştine destê hêzên Kurdî.

Hemû gotegot in û me tiştek nebihîstiye.

Binêrin nayê înkar kirin ku Îran di herêmê de welatekî bihêz e. Pirsgirêka me ya navxweyî niha li Sûriyê û Rojava, rejîma Beis e ne sîstema siyasî ya Îranê.

Em jî dixwazin me jî heman peywendiya ku di navbera hikûmeta Îran û Herêma Kurdistan a Îraqê, hebe. Bi awayekî fermî û raste rast. Deriyên me ji bo hêzên herêmê vekirîne, Îran jî yek ji wan welatan e. Ger ev peywendî di warên cuda de çêbibin, bi baweriya me ne şaş û qebahet nîn e. Lê bi mercekî ku sîstema me ya xwerêveberiya Demokratîk û kantonên me weke heyî qebûl bikin. Yan bi gotineke din qebûl bikin ku pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd li Sûriyê heye û aliyên siyasî û hiqûqî yên vê pirsgirêkê bipejirînin. Lê weke diyar hikûmeta Îranê pirsgirêka Kurd weke mijareke sade û lawekî dibînin, bêguman em vê nêrînê qebûl nakin.

 

– Piştevaniya partiyên Kurdî yên Îranê, yan gelê rojhilatê Kurdistan yan Îranî bi xwe çi?

Gelê Îranê û bi taybet Kurdên rojhilatê Kurdistanê di dema dorpêçkirina Kobanê û piştî wê jî, di warê siyasî, meinewî û leşkerî de gelek piştgîriya Rojava kirin. Beşdariya wan berçav e.

 

– Tu amar di destê we de hene?

Na mixabin, lê li gor dîtinê em şahidê beşdariya bi sedan Kurdên Rojhilatî di şoreşa Rojava de bûne. Kurdên Îranê di Kobanê de beşdar bûne. Gelek şehîdên me yên Rojhilatî hene. Hejmara gerîlayên biyanî jî di nava me de kêm nîn in. ”Rojan” ku fars bû, yek ji wan e.

DAÎŞ hereketeke terorîst û dij mirovahiyê ye, ji ber vê jî deriyên Rojava ji bo kesên ku dixwazin bi vê grûba terorîst re şer bikin vekiriye, çi Kurd çi biyanî.

 

Rolê dewleta Tirkiyê

 

– Hûn îdîa dikin ku hêzên DAÎŞê xaka Tirkiyê ji bo zêde kirina hêzên xwe di warê leşkerî û lojestîkî bikar tînin, we gelek caran hikûmeta Tirkiyê li ser vê majarê mehkûm kiriye ku deriyên xwe li ser DAÎŞê vekirine û gelek caran xwestine derbê li we bixin, dikarin hinek zêdetir li ser vê mijarê biaxivin?

Tu gumanek di vê meselê de nemaye, DAÎŞ hesabeke taybet li ser sînorên xwe bi Tirkiyê re dike.

 

– Tu belge di destê we de hene?

Belgeyeke berçav tuneye, ji ber ku ev mesele bi tedbîrên ewlekariyê û di nava sînorên wan de çêdibe. Lê hat û çûya hêsan û bê pirsgirêka endamên DAÎŞê bi taybet yên ku ji ewropayê tevlî DAÎŞê dibin, gumana me zêdetir kiriye. Ew ji xaka Tirkiyê têne nava Sûriyê, vê yekê hemû dizanin. Gelek pasprtên wan ketine destê me ku mohra Tirkiyê li ser e.

 

– Hûn bi rayedarên Tirkiyê re li ser vê mijarê axiftine? We dilgiraniyên xwe ji wan re gotiye?

Ew hertim di fermiyetê de wan meseleyan red dikin. Lê di piratîkê piştevaniya wan a ji DAÎŞê berdewam e.

Gelek zanryarî digehin destê me ku Tirkiye rojane bi çekên sivik û giran hevkariya DAÎŞê dike. Sînorê me yê hevbeş ji bajarê Dêrik heya Efrînê bi Tirkiyê re zêdetirî 850 kîlometr e. Ji rojên destpêkê ya şoreşa gelên Sûriyê heya îro, ev sînor ji aliyê me ve ne aramî bi xwe ve nedîtine, ew bi xwe çendîn caran bûne sedema nearamiya wan sînoran. Dinava wan çar salan de rojek nebûye ku em bixwazin wan sînoran nearam bikin.

Pirsgirêka me çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyê de ye lê wan gelek caran hevwelatiyên Kurd kirine amanc û teqe lê kirine. dewleta rêzdar Erdoxan bi awayekî fermî ragehand rê nadin bûyerên li bakurê Îraqê (başûrê Kurdistanê) li başûrê Sûriyê dubare bibin. Wan li hember Kurdan fobiya heye.

Ev ditirsin bandora şoreşa gelên Rojava daxwazên gelê Kurd li Kurdistana Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) zêde bike.

 

– Xuyaye ger wisa be tirsa wan ji Ereban jî be, hûn wisa nafikirin?

Bêguman bê bandor nabe, her bûyerek li beşeke Kurdistanê bandorê li beşên din jî dike. Ev rastiyeke. Pirsgirêka kurdan li rojhilata navîn pirsgirêka hemû Kurdan û gelên din yên herêmê ye. Lazime ev pirsgirêk bi awayê siyasî çareser bibin, lazime herkes vê bizane.

 

– Gelek caran dewleta Tirkiyê hûn weke baskê PKK li Sûriyê û Rojava bi nav dike ku siyasetên PKK li Sûriyêpeyrew dikin, nêrîna we weke YPG ji bo vê mijarê çiye?

Dewleta Tirk dixwaze tiştan bi awayekî din nîşan bide. Heya niha wan nekariye pirsgirêka Kurd çareser bikin û naxwazin jî bi awayekî cidî li meselê binêrin, ji ber vê jî berdewam bi wan gotinan dixwazin tiştan berovajî nîşan bidin.

Me gelek caran ragehandiye tu peywendiyeke rêxistinî û perwerdê di navbera me û PKK ê de tuneye.

Baştire PKK û dewleta Tirk pirsgirêkên xwe bi riya proseya aştiyê û bi awayê siyasî çareser bikin.

Me hin daxwaz di çarçoveya axa Sûriyê de hene ku heya mirinê ji bo wan daxwazan hewil didin û ji gotina xwestekên xwe jî natirsîn.

Em dixwazin me bi Tirkiyê re peywendiyên baş hebin, ev cîranên me ne. Paşeroja rojhilata navîn ne ji bo DAÎŞê ye, ya gelên herêmê ye, baştire dewleta Tirkiyê hinek dûrbîntir be û peywendiyên xwe bi gelên herêmê re baştir bike.

 

– Sala 2007ê dewleta Tirkiyê dixwest êrişî başûrê Kurdistanê bike, heta 50 metran çûı nav xaka Îraqê, ger Tirkiye bixwaze biikeve nav xaka Rojava li Sûriyê, hûn dê çi bikin?

Em weke mînaka îradeya gelên Rojava nahêlin hêzên dewleta Tirk heta metrekî nêzî xaka Rojava bibin, bi tu awayî.

 

Hêzên hevpeyman

 

-Rêzdar Rêdûr Xelîl, bi baweriya we ev şer heya kengî dom dike?

Gelek faktor hene. Zêtir vedigere ser biryarên navnetewî, bi taybet hevkariya hêzên hevpeyman. Çiqas di şerê DAÎŞê de hevkariya me dikin. Niha di navbera me û hêzên hevpeyman de hemahengî heye lê ne li gor pêwîst e. Rojhilata navîn, navenda hizûra hêzên cîhanî ye. Hêzên cîhanî hertim xwestine li ser vê xaka berîn xwedî par bin, ji Amerîka bigre heta Erebistana Siûdî, Îran û Tirkiye. Ev welat di rojhilata navîn de xwedî berjewendîne û ger pirsgirêkên xwe çareser bikin, krîza Îra qû Sûriyê jî bidawî dibe.

Ger çavek li berjewendiyên ku ev grûba terorîst li ser pêyan hiştiye neyê xweşandin, bêguman kirîz berdewam dibe.

 

– hûn dixwazin bêjin ev hêz bi xwe koka pirsgirêkên Îraq û Sûriyê ne, ji çêbûna DAÎŞê heya îro?

Bi rastî mirov nikare wan ji meselê derxe û biparêze, di kêmtir ji salekî li hember çavên wan, DAÎŞê sînorên welatan derbaz kir, hêzên xwe pir çek kirin û xilafeta Îslamî ragihand.

 

– Çi qase bi hêzên hevpeyman re peywendî û di gotûbêjê de ne?

Di dema hatina DAÎŞê bo Kobanê ev hevkarî destpê kirin.

 

– Gelo birastî êrişên wan yên hewayî bi bandor bû?

Bêguman, em nikarin vê bandorê berçav negirin. Lê hêzên hevpeyman û yên din jî dizanin ku rolê serekî YPG li ser erdê dilîze.

Ger hêzên bejayî ku xwedî hêza hakimeyeta li ser coxrafiyayê nebe, bi firokeyên şerker DAÎŞ ji nav naçe.

Mixabin pirsgirêkên navxweyî yên hêzên hevpeyman bûye sedem ku li Serêkaniyê û cihên din hevkariya wan kêmtir be. Niha ew zêdetir li ser Îraqê dixebitin.

Li ser vê meselê rexneyên me ji wan hene, hêvîdarin li Til –Temer û Serêkaniyê hizûra xwe zêdetir bikin. Ew ji bo ji nav birina DAÎŞê ev îtîlaf ava kirine û YPG li Sûriyê take hêze ku li hember wan bi dil û can şer dike.

 

– Bi baweriya we hêzên îtîlafê zêdetir ragirtina hevsengiya hêzan li Sûriyê û Îraqê ye, yan ji nav birina DAÎŞê?

Nikarim tam erê bikim, lê tişta heyî ji me re dibêje ku ji nav birina DAÎŞê di nav hêzÊn koalisiyonê de nayê dîtin.

 

– Tirkiye çi, beşek ji koalîsiyonê ye?

Na, heya nihaTirkiye beşdar nebûye. Bi devkî behsa hebûna koalisiyonê kiriye lê di piraktîkê de tu hevkarîyek nekiriye. Dibêjin em li dijî DAÎŞê ne. Lê heya niha ne îtîlaf qebûl kirine ne jî tevlî wê bûne.

 

– Piştî azadkirina Kobanê û li gor dengvedana cîhanî ya berxwedana bajêr, hevkariya lojestîkî ya ji bo YPG li pey xwe anî?

Heya vê kêliyê tu welatekî guleyek jî ji bo şerê bi DAÎŞê re nedaye me. Piştevaniya wan zêdetir axiftin bû ne hevkariya lojestîkî. Wan gelek caran behsa YPG û berxwedana me kirine, lê di praktîkê de me tiştek nedît.

DAÎŞ ji bo me tevan metirsiye, ji Amerîkayê bigre heya rojhilata navîn. Heya niha take hêza ku li ser erd bi hêzên DAÎŞê re di şer deye û li hember wan sekiniyr, hêzên Kurd in. Bi vî awayî piştevaniya ji YPG piştevaniya wan ji xwe ye, helbet ger hêzên herêmê û cîhanî birastî bixwazin vê grûbê ji nav bibin.

 

– Lê hûn dibêjin ji hemû aliyan ve di dorpêçê de ne, hûn çekên xwe yên sivik û giran ji ku tînin?

Ratiyeke tehl li rojhilata navîn heye. Ev der bazara reş a çekan e, ji ber vê jî di vî warî de tu hêzêk rastî pirsgirêkan nayê, tenê lazime pere hebe. Bazirganên çekan di herêmê de kêm nîn in. Bawerim berjewendiya gelek welat jî di vê bazarê de heye.

 

– Ger derveyî sînorên Rojava, hewildanên hêzên îtîlaf û opozosyona Sûriyê ji bo ji nav birina DAÎŞê hebe, hûn amadene hevkariya wan bikin? Bo mînak li Heleb yan Reqayê yan herêmên din.

Bêguman, ji ber ku aramiya li Sûriyê û rojhilata navîn di berjewendiya me de ye û em hêza sereke ya li dijî DAÎŞê bûne û dimînin jî.

 

– heya niha we hest bi vê hewildanê kiriye?

Na mixabin.

 

Şervanên biyanî yên YPG

 

– Çawa ku bîst û pênc hezar kes ji welatên cuda çûne nav grûba DAÎŞê, min li çend eniyên Kantona Cizîrê şervanên biyanî di nava rêzên YPG ê de dîtin ku mil bi milê hêzên we li dijî DAÎŞê şer dikirin. Hejmara wan çende û hemahengî û peywendiya bi wan re çawa ye?

Hejmara biyaniyên ku çûne nav DAÎŞê û yên hatine nav hêzên me, hem di warê fikrî û hejmarê de nayên qiyas kirin.

Nêzî sêsed kesên biyanî tevlî nava hêzên me bûne, lê hêza sereke ye DAÎŞê ji biyaniyan pêk tê.

Berê me pirsgirêk hebûn. Cuda bûna zimanên curbicur, cudatiyên taktîkî û nas nekirina hereketa me ji aliyê wan ve û rewşa rastiya qada şer, li hember peywendiyên me bi hevre astengên sereke bûn. Piraniya wan kesan ji rayedar yan berpirsyarên kevin yên hêzên leşkerî bûn ku berê di qalibê artêşên rêk û pêk de hatine perwerde kirin, lê kêmasiyên me bi xwe jî hene. Bi giştî şervanên baş û xwedî şiyan in.

Weke YPG me tu kêmasî di warê hêz û hejmara wan de nîne, pirsgirêka me nebûna çekên giran û pêşkeftî ye.

 

– Çekên ku we pêwîstî pê hene çi ne?

Çekên giran weke top, doşke, Fîyoz û…hwd.

 

– Dema hêzên rejîma Beis ji Rojava vekişiyan, çek û cebilxaneyên wan neketin destê we?

Na, pir kêm.

 

– Çekên ku di şerê bi DAÎŞê re ketine destê hêzên we çi?

Ew jî pir kêm in, ji ber ku piraniya çekên ku dikevin destê me yan kevnin yan bi kêr nayên, bo mînak, çend tank di destê me de hene ku bi kêr nayên. Em nikarin dilê xwe bi çekên ku di şer de dikevin destê me xweş bikin, hejmareke kêm a çekan têra şerê bi grûbeke şeytanî nake.

 

– Di axiftinên beriya hevpeyvînê de we behsa dîlên DAÎŞê kir. Di nava wan de çi emîrên wan hene?

Dema ew dîl dibin nabêjin kî ne û pileya wan di nava DAÎşê de çiye. Me ji bo safî kirina vê meselê komîteya lêkolîn û lêpirsînê ava kirine ku di vî warî de lêkolînan dikin. Tişta diyar eve ku piraniya wan Sûrî ne. Beşek ji wan xw poşman nîşan didin û beşek jî hê me weke kafir dibînin.

 

Hezîran 2015

dîtin: 526

Pêveker:

hevpeyvîn li gel fermandarê ypg rêdûr xelîl | zanyar umranî