• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hevpeyvîna BBC li gel Mamoste Şêx Izedîn Hiseynî re-Înayet Fanî Wergêr

Hevpeyvîna BBC li gel Mamoste Şêx Izedîn Hiseynî re-Înayet Fanî Wergêr


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Rêbendan 10, 2015, 2:51


Hevpeyvîna BBC bi mamoste Şêx Izedîn Husêynî re

Hevpeyvîn: Înayet Fanî – BBC beşa Farsî

Werger ji Farsî: Kakşar Oremar

Şêx I. Husêynî di vê hevpeyvînê da xalên balkên radixe ber çavan. Ew bi kûrahî behsa yasayên îslamê, mafê jinê, cewherê komara îslamî û hevdîtinên xwe bi Xumêynî û rayedarên din yên komara îslamî re dike. Ramanên mamosta Husêynî moderin û nûjenin. Ev hevpeyvîn xebateke dîrokî ya BBC û rojnamevanê hêja Inayet Fanî ye. Min bi pêwîst zanî di vê serdemê da ku Daîş li dijî Kurda û binavê îslamê di şerekî hemû alî û giran de ye, mislmanên Kurd jî bîr û ramanên şêxekî naskirî yê Kurdistanê bizanîbin. Şêxê ku di salên xweş û nexweş da li kêleka azadîxwaz û şervanên doza azadiyê Kurdistanê bû û ji sala 1979an heya mirinê nekarî vegere ser axa bab û kalên xwe. / Werger

 

Inayef Fanî: Şêx Îzedîn Husêynî mêvanê bernama îroj ya ”Bê êbaretê dîger – bi awayê din” e. Ew dijberê hikûmeta padişahî ya Pehlewî bû, herwiha dijberî hikûmeta diwayî jî derket û rêberîya berxwedana Kurdên Îranê girtê ser xwe. Hema di destpêka serkevtina şoreşa gelên Îranê di sala 1979´an de, ji bo bi destxistina otonomiyê li Kurdistanê, bi serkeşiya rêberîya vê rêbazê rabû. Şêx Izedîn îroj di temenê 90 salî de ye û dûrî welatê xwe ye. Ew niha li Swêd, bajarê Uppsala dijî. Gelo ew li ser bîr û bawerîyên xwe yên berê çi dibêje, nêrîn û ramanên wî çine, piştî rêyek dûr û dirêj heta gihaye sirgûnê, bi çi awayî zelal bûne.

 

Cenabê Şêx, hûn nêzîkî temenê 90 salî dibin û ev bûye gelek sal ku hûn jiyana xwe li sirgûnê derbas dikin, ev hemû ji ber çalakîyên we yên siyasî ne. Li vir, dûrî melbend û nîştimana xwe, hûn tu carî li jîyana xwe venagerin û nafikirin ku: xwezî hûn tevlî siyasetê nebûna û hûn niha muftî (îmam cûme)yê mizgefta Sor a Mahabadê bane?

Şêx I. Husêynî: Na, ez serbilind im ku beşdarî siyasetê bûm. Gelê Kurd di bin zordarî û bindestiyê de bû û ev rewş hêjî nehatîye guhartin. Divê em hemû kar û xebatê bikin heta ku em ji zilm û zordestiyê rizgar bibin û bigihin mafên xwe yên rewa. Ger ez beşek biçûk bim jî ji vê pêvajo ya berxwedanê, ji kurahîya dil ve serbilind im.

 

Piştî şoreşê, li Kurdistanê pêvajoyek pirr dijwar, pirr şer û xwînrijandin destpêkir. Ger em niha balê bikşînin ser dema destpêka Şoreşê li Îranê, di wan rojan de, hewce bû ku hûn mijara otonomî bidin pêş? Mumkin bû ku we rê li ber xwînrijandinê bigirta?

Şêx I. Husêynî: Me xwîn nerijandiye. Çend daxwaziyên me hebûn ku me pêşkêşî hikûmetê kirin. Ez çûmê Tehranê. Hizba Demokrat jî nûnerek şandin Tehranê; em bi hewildanek ciddî derketin ji bo mafên xwe, da ku em bi hevre alîkar bin. Em jî misilman bûn, lê komara Îslamî amade nebû ku xwestekên Kurda bipejirînin. Berê xwe nedidan mafên me, di şûna mafan de, mirovên wek Sadiq Xelxalî dişandin Kurdistanê ji bo qirrkirinê. Em ketin ber parastin û bergîriya xwe, em mudafên ax û canê xwe bûn. Me tucarî şer nexwestiye. Me daxwaziya mafên xwe yên rewa kiriye.

Lê wan êrîş kirin; dema kêmnetewek mafê xwe dixwaze, tu carî ne şerxwaz e, ji ber ku alîyê din bihêztire. Lê ew hatin şerê me.

 

Lê cenabê Şêx, pirsyara min ev e, ku di destpêka şoreşê de, gelo pêşxistina mesela otonomîyê ne zû bû, ma birastî hewce bû hûn mijara otonomîyê derxînin holê?

Şêx I. Husêynî: Otonomî daxwazên herî kêm a Kurda bû, ew mînîmum bû.

sexizedin3

Gelo we nikarîbû rawestîyana da ku rewş baştir bibe û wê demê hûn bi hikûmetê re ketibane dîyalogek berfireh?

Şêx I. Husêynî: Me gelek sebir û tehemul kir. Lê wan êrîş kirin ser Kurdistanê. Em çûn Tehranê, tevlî diyalog û danûstandinê bûn, digel Hizbê Dimokrat me gelek hewl dan, me çareserî dixwast, lê Komara Îslamî nedixwest û ne jî bo karekî wiha amade bûn. Dixwastin dîsa Kurdistanê dagir bikin.

 

Hûn Serokê komîteya nûnerên Kurd bûn, dema diyalog di navbera nûnerên Kurdistan û hikûmeta navendî de bi rê ket, gelo wê demê digotin ku şanda hikûmetê hinek ji daxwazên we qebûl kirine?

Şêx I. Husêynî: Nexêr, bi tu awayî wusa nebû. Komara Îslamî li hemberî me şikest. Piştî êrîşa wan a ser Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd, pişt li wan hat şikandin. Wan tenê ji bo vê yekê diyalog destpêkirin û ji nû ve xwe amade kirin ku dîsa hêrîş bikin ser gelê Kurd. Dema ez bi Xumeynî re ketim diyaloga çareserîya siyasî û standina mafên Kurdan, ez têgihiştim û min baş dît ku ew ti mafan ji gelê Kurd re rewa nabîne.

 

Danûstandin an jî mizakereya we bi Ayteluha Xumêynî re çawa bû?

Şêx I. Husêynî: Ji alîyê wezareta uundir ve, Xumeynî ez dawet kirim ji bo hevdîtin û diyalogê. Ez çûm Tehranê, tevî ku gelek pirsgirêk jî derxistin, lê di dawiyê de em ketin nîqaş û danûstandinan. Min daxwaz û mijarên gelê Kurd bi wî re parve kirin. Bêguman, ji ber ku hejmarek îmam û rohanî bi min re hatibûn, behsa vê yekê jî kirin ku ger hikûmet îslamî be, gereke ya hemû mislmanan be, yanî ya sunnî ya jî.

Lê Xumêynî bersiva vê mijarê nedida û nerîn an jî gotinên ciddî nedianîn ziman. Digot em hemû di hikûmeta serdema paşayetîyê de bindest bûn, lê ev tevde ber bi çareserîye ve diçin. Lê belê, gerek hemû bizanîbin ku Xumêynî ji bilî damezrandina hikûmeta Îslamî û Wilayetê Feqîh, tiştêk din di armanc û niyeta wî de nebû û nedixwest. Yanî bi gotineke din hûn Kurdistanê ji bîr bikin.

 sexizedin2

Lê cenabê Şêx, eger hûn li wan salên berê yê ku derbas bûne, binêrin, xebat û tekoşîna domdirêja gelê Kurdistanê çi bi dest xistiye? Çiqas bi serketiye?

Şêx I. Husêynî: Bi vî awayî ku gelê Kurdistanê li hember hêrîş û dagirkerîya rejîma Komara Îslamî xwe ragirtine, li berxwedane û xebat kirine, û ji ber vê yekê jî îro gelê Kurdistanê ji gelên din ên Îranê serketîtir e û di qada xebatê de li pêştir e.

 

Bi kîjan awayî?

Şêx I. Husêynî: Bi vî awayî ku, gelên Îranê îroj behsa tiştên ku gelê Kurd berîya 30 salan derxistin holê, dikin.

 

Yanî daxwazîya azadî û demokrasî ye?

Şêx I. Husêynî: Belê, gelên Îranê dengê xwe dan Komara Îslamî, lê niha poşmanin û dibêjin hikûmetek xirab e. Em îro zindî ne û dibînin ku gelê me roj bi roj bi giranî li ser mafên xwe israr dikin, ev berhemê 30 sal ya xebat û tekoşîna me ye. Di dîroka nêz de ev yek di nav gelên Îranê de nayê dîtin, em Kurd bi tenê xwedî berxwedaneke bi vî awayî ne.

 

Lê niha gelek ji rêberên rêxistin û partîyên sîyasî yên Kurd bi vê encamê gihane ku xebata çekdarî bi awayê berê ne di cihê xwe de ye û şerê çekdarî terk kirine. Nerînên we çi ne, di baweriya we de pêwîste Kurd wek berê bi xebata çekdarî li dijî desthilatdariyê rabe?

Şêx I. Husêynî:Ne. Di bawerîya min de îro nabê xebata çekdarî were kirin, lê eger ji bo parastina xwe ya rewa be, dibe. Eger dijmin were û şer li hemberî te bike û tenê rêya xweparastinê û berxwedana çekdarî bihêle, belê hingî rewa ye. Lê ji derveyî vê yekê, ez xebata çekdarî pesind nakim. Ez dixwazim bi rêya siyasî re, ne digel reformên Komara Îslamî, lê bi gelên Îranê re, em hemû dest bidin destê hev û din, ji bo hilweşandina vê hikûmetê û damezrandina desthilatdarîyeke demokratîk û mirovperwer. Bi hêvîya ku em jî wek miletê Kurd bigihên hemû mafên xwe.

 

Mijarek heye ku gelek caran derdikeve pêş: dema yek behsa Kurdan dike, ew jî cudayîxwazî ye. Bi taybetî ji ber ku di dirokê de tekoşînek hebûye ji bo otonomî, dibêjin ku hûn di dawî yê de, dixwazin serbixwe bin û Kurdistan ji Îranê cuda bikin. Ev itiham an jî tawan îroj di asteke giştî de, li ser çend tevgerên Kurd heye. Nerînên we ser vê itihamê an jî tawanê çine?

Şêx I. Husêynî: Di rastî yê de, cudayîxwazî çima itiham, tawan an gûneh e? Ne di Quranê de û ne li ûrfa û dîroka gelan de gûneh nîne. Di vê dunya ya pan û berîn de, eger neteweyek bixwaze serbixwe be, tiştek nikare wan bisekinîne. Lê di şert û rewşa îro de em vê yekê mumkin nabînin.

 

Min bi çend rêberên Kurd wek birêz Qasimlo û birêz Şerefkendî, hevpeyvîn çê kirine. Ew demek dirêj di xebata Kurdistanê de bûn, lê wan tucarî negotin ku cudabûn ji Îranê mijara wan e. Dirûşima wan ”Demokrasî ji bo Îran û otonomî ji bo Kurdistan” bû. Û digotin di paşerojê de jî, wê dirûşim û daxwaza me tenê ev be.

Şêx I. Husêynî: Ev raste, lê îro Kurd dibêjin federativ ango federalisim. Helbet, bêguman, daxwaza esasî ya Kurd, gelêkî cuda ye ji vê yekê ku em niha behs dikin.

 

Yanî, di rastîye de, mafê damezrandina welatêk serbixwe hûn ji her gelî re rewa dibînin?

Şêx I. Husêynî: Belê. Lê rastbînî jî heye, em behsa tiştek ku îro tê bi destxistin niqaş dikin û derdixînin pêş. Di rastîye de, me behsa cudayîxwaziyê nekiriye, ne niha û ne jî di rojên berê de. Di destpêke de jî, dema Qazî Mihemed, her wiha bû, lê ev itiham her gavê derdixine rojevê, ji bo ku li hember me şer dest pê bikin û mafên me binpêbikin. Dr. Qasimlo, li cihê otonomîyê daxwaza “Xudgerdanî anko xwebirêveberiyê” pêşxist, lê ew jî nedan û qebûl nekirin.

 

Cenabê Şêx, bila em bala xwe bidin ser bîr û ramanên we yên bi nirx. Hûn şexsiyet û rêberek rohanî ne, lê di destpêka şoreşa gelên Îranê de gelêk ji rêxistinên çep ên Îranî û bi gelemperî di nav rêxistinên çep ên Kurdistanê de, ku piranîya wan mezhebî nebûn û bawerîya wan ji binî ve bi Xwedê nebû, xwe nêzik we dîtin. Wan hemû yan rêz û hurmetek taybetî ji we re hebû û we jî piştgîriya wan dikirin.

Kîjan têkelî û nêzîkatî di navbera Marksîzm û Îslamê de hene? Hûn wek mûiminek û rohaniyek Îslamê ji xwe re esas digrin le nêzikatiya ev her du bawerî an jî îdeolojîyan çi ne?

Şêx I. Husêynî: Bi rastî, ev tiştê ku me jê re xebat dikir, mafên rewa yên gelê Kurd bûn. Herkes yê ku di vê rêyê de gav diavêt û bi me re hevbîr û hevdil bû, me wek rêhevalê xwe dihesiband, Ferq nedikir ku çep an mesîhî ye, herkesê ku di vê rêyê de bû, ji me re birêz bû. Komele û Demokrat herdu çep bûn. Lê mesele ew bû, ku me xebat dikir ji bo gihêştina mafên netewa Kurd. Pirsgrêka me ne ew bû ku filan mislmane û filan kafire. Rojekê di meşekê de, çend kes hatibûn ala ya kesk rakiribûn, ji ber ku nîşan bidin ku mislmanin. Ez pêşketim û çûm bi wan re axivîm. Min got, bira yên hêja, em li mizgeft û camî yan mislmanin, lê li vir jibo mafê gelê Kurd em xebat dikin, ji we daxwaz dikim ku hûn dê wê ala ya kesk vergerînin mizgeftê. Doza me, berxwedane ji bo pêşxistina mafên gelê Kurd. Em dixwazin gel bigehên mafên xwe.

 

Lê wisa xûyaye ku bîr û ramanên we ji doza Kurdî jî kurtir û berfirehtir bûn. Yanî bi awayek giştî, fêmkirin û nerîna we li ser Îslamê taybet û cûda ye. Kîjan cûdayî heye, di navbera Îslama we û ew Îslam ku kesên din bawerîya xwe pê tînin?. Bi taybetî hûn Îslama desthilatdara Komara Îslamî ya Îranê çawa dibînin?

Şêx I. Husêynî: Cûdayîyek pir mezin heye.

 

Û di heman demê de ramana mezhebê we sûnnî ye, ya wan yanî Komara Îslamî şî’e ye, cûdahiyên ku hûn behs dikin, çi ne?

Şêx I. Husêynî: Îslam bi wateya xwe ya rastî, tê watayê bawerî bi Xwedê, paşeroj, dadperwerî ya civakî û rêzgirtin ji xwestekên dilê gel re. Îslam mezhebek baş e, lê vê yeka ku em îro dibînin, komara îslamîya 12 îmamên Wilayeta Feqîhî ye, bi gotinek din, komara îslamî, di wateya xwe a rastîn de tê dûrxistin û derkirina ne-musilmana ye. Dema dibêjî “Esna Êşerî”(12 îmamên şîiyan) tê wê watê ku mezheba sunnî ji konsepta xwe derdixê. Dema behsa Wilayetê Feqîh jî bikî, wateya wê ew e ku ev desthilat tenê mirovên ku Wilayetê Feqîh pesin dikin, qebûl dike. Hemû kesên ku li derveyî wê konseptê dimînin nayên hesibandin. Yanî di çarçoveyêke wisa de, gerek tu bawerîya xwe bi Wilayeta Feqîh bînî ku nûnertiya Îmamê Zemanê (Mêhdî Îmamê 12mîn) ku tê gotin ew nûnerê Xwedê li rû erdê ye. Heta divê em vê yekê jî bêjin ku gelek ji şî’iyan, mirovên wek Aytulah Şerîetmedarî û Ayetulah Xûyî, Wilayeta Feqîh qebûl nekirine û bawerî ya wan pê nayê.

 

Yanî bawerî ya we bigiştî bi komara Îslamî nîne?

Şêx I. Husêynî: Na, bawerî ya min bi cûdatiya mezheb ji bo desthilat û dewletê heye. Di esas de ez di wê bawerî yê de me ku mezheb û ol nikarin hikûmet bikin an jî hikûmet bin.

 

Rola mezheb û ol di civakê de çawa dibe? Mînak li civakên cihanê rola mezheb çi dibe?

Şêx I. Husêynî: Rola mezheb di civakê de pir e. Banga mezheb, behsa Xwedanasîn e, qala paşerojê ye, behsa exlaq e, behsa aliye menewî yê mirova ne, ev aliyê mirovahî di dinya yê de girîng e. Ez ê mînakekê ji te re behs bikim: Em aliyê pêşketin û tekamûl dikin. Weke mirovekî ku, geşkirinê û peşketinê dixwaze, ji bo ku bigehe armancên xwe, pêngavên cûda-cûda davêje – destpêke diçê dibistana seretayî, piştî ya navîn û paşê jî zanîngehê, heta weke mirovekî serbixwe derdikeve. Gel û mirovahî bi awayê xwe yê xwezayî di vê rêyê de pêşveçû ye û jiyan kiriye. Heta di demên ku ti pêxember derneketibûn, mirov roj bi roj, pêngav bi pêngav, fêmkirin û zanyarî di asta destpêk de pêşxistine; piştî dema ku mirov di hînbûn û têgihiştinê de gihane merheleyek baş, ji bo rêbertiya mirovayetiyê pêxember hatin. Weke Qûrana Kerîm ferman dide ti millet û ûmet nîne ku rêber û rêzanê wan nebû ye.

Gel û mirov, di merheleyên dîrokê de gav bi gav pêşveçûne û geşbûne, lê ew geşkirin û pêşveçûn piştî demekê ji wan re kevin bûye. Wê demê pêxemberekî nû hatiye û ew geşekirin û pêşketin vejîyandiye. Ev pêvajo hatiye heta digehe hezretî Mihemed. Dema hezretî pêxember hatiye, îlan kiriye ku ew pêxemberê dawiyê ye.

 

Di bawerî ya we de, felsefa îlankirina Mihemed, bi wateya pêxemberê dawî, çi ye?

Şêx I. Husêynî: Felsefeya vê yekê ewe ku ” Nûbûvet ”( anku pêxemberayetî ) wek berê nemaye û em di pêngav û pêvajoyek din de ne. Wek dema mirovek qonaxekê derbasî qonaxeke hîn pêşketîtir dike û digehe qonaxek nûtir. Mînak gihandina qonaxa zanîngehê.

 

Ev tê wê wateyê ku êdî asta têgihiştin û îdeolojiya mirova gihaye merheleyek ku êdî hew pêwistiya pêxemberekî din heye?

Şêx I. Husêynî: Belê, pêwistî nîne û kes jî wek pêxember dernakeve. Ji ber ku hezretê pêxember Mihamed, pêxemberê dawî ye. Bi wateyek din, dem dema îlm û zanyariyê ye. Çimkî yek nikare xeyal an bawer bike ku di navbera 1000 salan de 2-3 pêxember hatine, lê di dema 1400 salan û heta, Xwedê zane kengî, tenê yek kitaba mûqeddes bi awayekî taybet hukim bike.

Wateya wê ew e ku pêşketin û rêbertî ya mirovatiyê qonaxa Nûbûwet derbas kiriye, êdî rêbaza pêşketinê dikeve formek û awayekî din. Zanist û têgihiştin rêya pêşveçûnê nîşan didin, mezheb rêya menewî didomine.

Em dibînin ku civaka mirovayetiyê pêşketiye û geşbûn bixwe ve dîtiye ye, gihaye astekî ku dikare bixwe rêveberiyê bimeşîne û pêwîst nîne ku li gorî fermanên berê tevbigerin. Ev bawerî ya min e.

 

Di rastiyê de, yanî hûn rasyonel/maqûl in û peyama we eve ku aqil û têgihiştina mirov gihaye astekî ku edî ne hewce ye zilamek baş û rind derkeve û rêzaniya mirovan bike.

Şêx I. Husêynî: Belê, yanî mezheb û ol dikare alîkarê aliyê menewî-derûnî yê mirov be. Du aliyên mirov hene. Aliyek maddî, aliyek menewî. Yek alî cihan û alîyê din paşeroj. Mezheb dikare menewiyetê wek erka xwe ya esasî, bi gelek awayî ji gel re îlan bike. Lê mezheb nikare têkelî nav dewlet û siyaseta bingehîn be. Qanûna bingehîn ya welatekî, gereke qanûnek be ku hemû mirov û aliyên civakê bigire nav xwe. Demokrasî, azadî û sekularizim gereke tê de hebe. Herkes vê qanûnê wek destûra bingehîn ya xwe bizanîbe û herwiha mafên jinan jî tê de misoger bin.

Ez alîgirê wekheviyê di nav civakê û di navbera cinsan de me, ez alîgirê dadperweriyê me û aboriyê jî wiha di nav civakê de dinirxînim. Hêsane ez vê qebûl dikim ku îro gelên cihanê pesind kirine û pêre hevdeng in. Di heman demê de, baweriya min e ku ev jî vîna Xwedê ye. Xwedê wisa xwestiye. Ev jî pêngaveke pêşketina mirov e. Min berê jî gotiye, mezheb derfetek bû ji bo derketin û xûyabûna mezinahîya ya Xwedê, lê eger tiştek din hatiye cihê wî, em çi dikarin bikin? Ew jî her mezinbûna Xwedê ye.

 

Hûn behsa mafê jinan dikin, di roja îro de ev niqaşêke esasî ye, bi taybetî piştî şoreşa îslamîya Îranê, mijara mafê jinê her dem pirsgirêk bûye û jinan jî nerazîbûna xwe anîye ziman û ji bo mafê wekheviyê û xebatek mezin li darxistine.

Şêx I. Husêynî: Rast e.

 

Nêrînên we bi zelalî çine li ser mafên jinan, bi taybetî di aliyê perspektîva fiqhî de?

Şêx I. Husêynî: Ez di wê baweriyê de me ku jin jî, wek zilam, divê xwedî hemû mafekî xwe be. Heqê jinê rewa ye. Mesele ne ewe ku jin dikare çi bike û zilam dikare çi nekê, ev mijarek din e. Mesele ewe ku gereke xwedî maf be û wek zilamêkî qonaxên cûda yên pêşketinê derbas bike. Mafê tikesî nîne ku mafê jinê îstismar bike û wê bindest bihêle. Jin û zilam, ti cûdayî ya wan nîne. Lê ev ku jîrî an jî îstidad an jî jêhatîya jin û zilam bi rengê cûda ye, û her jinek an zilamek dikare bi awayê xwe, berê xwe bide pêşketin û pêşveçûnê, esas e.

 

Ev nêrina we ya fiqî ye an baweriya we ya şexsî ye ku di cîvakê de jî cihê xwe girtiye û hatiye qebûlkirin?

Şêx I. Husêynî: Mebesta te çiye?

 

Mebesta min, vê wekhevî ya jin û mêr ku hûn nîqaş dikin, we ev yek ji Fiqhê Îslamê derxistiye anku êstixrac kiriye?

Şêx I. Husêynî: Lê ji bîr neke ku herkes Îslamê bi awayekî tefsir û şorove dike. Yek ayet heye, pir hêsane jî ku wateya wê ev e: Xwedê padaşê gişt mêr û jinan dide.” Ev tê wê wateyê ku jin û mêr yeksanin, anku wek hev tên hesibandin.

 

Lê her di Qûran de ayetên din jî hene ku çalakvanên tevgera jinê bi wateya dijberiya jinê dihesibînin.

Şêx I. Husêynî: Iznê bide, çend hûkim û fermanên Qûranê girêdayî rewşa war û dema xwe ne. Mînak, dibêjin jin nikare bibê qazî anku dadwer an jî hakim. Ev di ti cihekî Qûranê de nîne. An mesela şehadetdana du jina bi qasî şahidiya zilamekî. Ev di demêk de bûye ku jin ji civakê hatibû dûrxistin. Ji ber vê Qûran wiha kerem dike:” Eger yek jin mijarêkê ji bîr bike, yeke din dikare bîne bîra we. Ev ji bo şert û mercên civak û dema xwe hatine danîn, lê îro civak ne civaka berê ye û jin jî, ne jinên berê ne.

 

Yanî, di bawerîya we de divê fêmkirin û tefsîra Qûranê bi şert û mercên îro re be û eger hewce bike divê ji tefsîrên berê cûda be?

Şêx I. Husêynî: Rast wisa ye, eger bawerîya me bi vê hebe ku mezheb an jî ol û desthilat gerek ji hevûdin cûda bin, ji ber ku roj roja zanist û zanyarî ye, êdî ji bo mezheb aliyê meinewî dimînê.

 

Piştî hilbijartina serokkomarî yê li Îranê û serhildana hereketa kesk, bîr û ramanên nû ku bingeha wan mezhebî ye, bi hejmareke pir zêde derketin. Lê belê ev berê jî li Îranê hebûn. Gelo bi baweriya we ya nirxdar, ev tevger digehe kîjan astê? Mebesta min ev e ku hûn guhartineke ciddî di îslam de dibînin, weke mînak ku li Mesîhiyetê bi awayê reform an ronesans derket; hûn niha vê yekê di îslam de dibînin?

Şêx I. Husêynî: Di baweriya min de Mîr Husên Musevî û Kerûbî û hereketa kesk, nikarin rêbertiya civakekê bi dest bigirin ku sekuler e an ku dixwaze sekuler be, dixwazê azad be û pirensîpên demokrasiyê tê de hebin. Ev hikûmeta komara îslamî nikare, weke min berê jî got, hikûmeta gel nîne, ji ber vê eger ku bi hîvîya reforman jî bin, wê dîsa bi kêrî gel neyê.

 

Yanî di baweiya we de her tevgereke reformxiwaz ku li çarçoveya komara îslamî de derdikeve pêş, qet nikarê encamekê bistîne?

Şêx I. Husêynî: Belê, ti encam jê dernakevin.

 

Belkî ev tevgera reformxwaziyê di dawiyê de bigehe armanca civaka sekuler. Belkî wê demê tenê “îslamî” weke nav bimine û ti ziyanê jî nede.

Şêx I. Husêynî: Komara Îslamî nikare sekuler be. Îslama 12e îmamî, Wilayeta Feqîh, çawa dikare sekuler be û azadiyê bide civakê?

 

Cenabê Şêx yanî ev tê wê wateyê ku bawerîya we bi şoreşê heye?

Şêx I. Husêynî: Bawerî û fikra min ew e ku divê gel ji nûve hişyar û agehdar bin. Eger şoreş li jor be, dîsa yek tê û sîstema dîktatoriyê diafrîne. Divê gel bighê hişyariya xwe, bigihê hişmendiyê, vejîyana zanebûn û têgehiştin wê gel bîne ser qad û meydanan; wek ev hereketa ku dema ew 5 çalakvanên Kurd( Ferzad Kemanger, Şirîn Elemholî û hevalên wan) hatin îdam kirin, li Kurdistanê hate lidarxistin. Gel dest bi mangirtineke giştî kir û derketin qadan û bê xuyakirina şiddetê îradeya xwe nîşandan.

 

Lê taybetiya hereketa kesk ku li nav Îran û derveyî Îranê pesnê wê didin, ewe ku, ev hereket bi berevajiyê demên berê, xwe dûrî şiddet digire. Wate ji bona guhartina hikûmetê berê xwe nadin şiddet, zor an jî tûnd û tîjîyê.

Şêx I. Husêynî: Mesele ne ewe ku şîddet an zorê bi kar nayînin û vê yekê wek rêbazekê ji xwe re nabînin, belkî mesele ewe ku gelo ew çi dixwazin? Gelo dixwazin komara îslamî hilweşînin û sekularizmê damezrînin an…? Ew niha jî dibe ku bêyî ku bi xwe jî haydar bin, bi komara îslamî re ne; lê daxwazên wan û gel pir cûda ne, ew lihev nakin. Wan tenê yek kar kirine û ew jî ewe ku derî vekirine daku gel bikarîbe were ser şeqam û nava kolanan.

dîtin: 538

Pêveker:

hevpeyvîna bbc li gel mamoste Şêx izedîn hiseynî re Înayet fanî wergêr