• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hevpeyvîna Reşo Ronahî-Mervan Serhildan:Trawma, wêje û siyaset…

Hevpeyvîna Reşo Ronahî-Mervan Serhildan:Trawma, wêje û siyaset…


barkirin: Pûşper 2, 2015, 7:39


“TRAWMAYA MEZIN, PERGALA ÎŞKENCEKAR Û DAGIRKER DIJΔ
Reşo Ronahî

Romana Mervan Serhildan a bi navê Berxwedana Elektropola ji Weşanxaneya Berbangê di demeke nêz de der çû. Roman li ser îşkenceyên piştî derbeya 12’ê Îlona 1980’yî ye. Me jî xwest em hem ji hêla wêjevaniyê ve, hem jî ji hêla siyasetê ve bi nivîskarê vê berhemê re hevpeyvînekê çê bikin. (R.R)*
Trawma, wêje û siyaset…
Reşo Ronahî: Heta îro li ser zilm û zor û tehdeya derbeya 12’ê Îlonê gelek xebat hatine kirin. We jî li ser îşkenceyên wê demê romanek nivîsî. Çima roman? Çima Mervan Serhildan ne cureyeke din lê roman nivîsî?
Mervan Serhildan: Wêya ne tercîha Mervan Serhildan e. Ne tercîha wî ye ku em bibêjin gotiye “Ez romannûsekî hêja me” an jî “Ez ê bibim romannûsekî baş”. Xwestiye ku xwe bi awayekî îfade bike. Mumkun bû ku ne roman bûya, helbest bûya. Lê vêya bi tenê ne îfadekirina heqîqeta serpêhatina wî ye, vêya hîs û hestên ku ji dilê wî der tên, bi awayê romanê keliyaye û derketiye der. Yanî ne tercîhekî ku em bibêjin ji zû de xwe amade kiriye, xwe gihandiye ye. Lê tabî min ji berê ve dinivîsand, ji lîseyê ve… Tirkiya min ne baş bû, telaffûza min ne baş bû lê min her tim di dersên kompozîsyonê de notên bilind distend.
Lêkirina romanekê ya li ser rewşeke trawmatîk li gor xebatên din ên li ser trawmayê zehmettir e ez bawer im. Ji ber ku di romanê de “çêkirin” jî divê. We zehmetiya vêya dît di dema nivîsandinê de?
Ji ber ku sedan sed ne serpêhatin e min bi hêsanî nivîsand. Mesela min negot gelo ez vê hevokê binivîsim wê di derbarê min de çi bê fêmkirin. Heqîqetek jî heye ku ez dixwazim kod û şîfreyên dewleta elektronîk bînim ser ziman. Ez ê çawa bînim ser ziman?
Tam jî bi vê ve girêdayî: Navê romanê hûn dikarin ji me re rave bikin? Mesela peyva “elektropola” ji hêla gelek kesan ve ecêb tê dîtin.
“ Elektropola” kifşkirina zilm û zora dewleta elektronîk e. Zilm û zora ku li ser mirovan, li ser mûxalîfan pêk tînin… Li ber dilê min ew e. Eger em bi awayekî klasîk pênaseya wê bikin ev e: “Elektropola” alternatîfa dewleta elektronîk e jî. Wek em bibêjin çawa li hemberî dewleta klasîk rêxistinbûna pola, partiya pola dihat pêkanîn lê îro jî li hember dewleta elektronîk tu wateya rêxistinbûyîna pola nemaye, ne derbasdar e. Heta bigire ew kesayetên ku bi vî rengî hatine rêxistinkirin li hemberî elektronîkê têk çûne. Celadet Hêvî(serlehengê romanê) jî bûye şahid ku hevalên berpirsiyar veçiriyane, ji hev de ketine. Çawa dibe ku li hemberî pergala elektronîk hem ji wan nirxên xwe bikeve hem jî bibêje “tu rast dibêjî”, “kes nikare li hemberî we li berxwe bide”. “Elektropola” qebûlnekirina vê têkçûnê ye. Her tim ji ber pirsgirêkan trajedî hatine serê mirovan lê rêyek heye her tim, rêya çareseriyê heye. Ji ber ku Celadet di kesayetiya xwe de nirxekî alternatîf hîs kiriye loma xwe avêtiya nav agir, agirekî dijwar. Lê li gor min bi rasthatinî filitiye, ne ku bi zanebûna xwe û manevrayên xwe xilas bûye. Ji bo mirinê derb lê dane lê belê nekuştine. Derba mirinê cihê xwe nedîtiye.
Dîsa ji romanê tiştek hat bîra min: di cihekî de em nêrîna serleheng a erênî ya li hember polîsên tirk dibînin. Ev ruhiyeteke çawa ye?
Rast e. Li hinek deran xwe serbest berdide. Ji ber ku dibêje “Yaw ma em li Tirkiyeyê ne, van polîsan ne yên Îranê, ne yên Sûriyeyê, ne yên Iraqê ne. Min bi xwe jî berê wisa zanibû.
Ma ev ruheyeteke wê demê bû gelo?
Tabî ne her kes. Kesên ku zanibûn jixwe zanibûn. Lê di nav hinek dînamîkên civakê de ev bawerî hebû; polîsên tirk nakujin, an jî zû biz û nakujin. Bi vê cesaretê(Celadet) ji xwe re rêbazên manevrayê çêdike. Xwe temmî jî dike, dibêje “Tu gerek ji roviyên zexel jî zexeltir tevbigerî. Te dît jî te nedît, li te xistin jî wek li te nexistibin. Heqîqetê piçek piştguh bike ku tu karibî heta dawiyê şahidiyê bikî.”
Madem me behsa ruhiyeta wê demê kir; di derekê romanê de lehengekî din Zafer serê xwe ber xwe dide û li dû mîralayekî diçe. Bi gotinên te wek civaka ku li dû pergalê wek şevreşkîbûyî diçe ye rewşa Zafer jî…
Zafer mecbûr wê bimeşe, ji ber ku hatiye girtin. Lê esas çima dîsa hat berdan. (Lehengên romanê) di rêxistinan de peywirdar in lê bergiriyên xwe nagirin. Çi dikin? Tiştên basît dikin; di hundirê malê de amûrên sûc nahêlin, wêneyê Ataturk li diwêr dixin. Lê çûna Zafer a li dû mîralay ne helwesteke kêfî ne, yan ne devjêberdaneke nirxên xwe ye. Bi tenê hatiye girtin lê ew naxwazin wî tenê bigirin. Ji ber wê yekê wî berdane, lê di bin şopandinekê de ye.
Civak jî wisa… Wek ku şevreşkî bûbe li dû wê pergalê bêhay diçe
Ma darbekar çawa biser dikevin? Civak bê bertek dimîne, bê bergirî dimîne, bê amadehî dimîne loma darberkar biser dikevin. Dîlketina lehengên romanê jî wisa ye. Dikaribûn her yek biçûyana derinan. Lê naçin. Çima? Pola têrê nake loma naçin.
Celadetê serlehengê romanê di bin îşkenceyê de dibêje “Divê ez tu tiştekî jibîr nekim”. Dîlekî dema di destê îşkencekar de be bixwaze ku hertiştî jibîr bike wê bê fêmkirin. Lê nexwestina jibîrkirinê tiştekî çawa ye?
Di bin bîra xwe de ji xwe re kod û şîfreyan çêdike. Di wir de dicivîne.
Heta dibêje dema ez derkevim ez ê binivîsim…
Dema polîs lê dixin dibêje wan vêya kir lê bila zanibin ku ez ê lê bikim. Ew hîn nizane ku her reflekseke wî di bin şopandinê de ye. Jixwe jehrîdanek heye. Dema ew wan dermanan dixwe jixwe ji xwe ve diçin. Ji bona wê çima dibêje ez jibîr nekim. Dixwaze bibe şahidê heqîqetê. Loma ku heqîqeta ku hevrû dibe bi kod û şîfreyan qeyd dike.
Tiştekî ecêb; mesela polîs darê di destê xwe de di valahiya zikê wî(Celadet) radike. Xwiyê wî heye. Dibêje ez naxwwazim wenda bikim. Ew tê çi wateyê?
Wateya wê ev e: Polîs bi wî tiştî jî dizanin. Li paş stuyê wî çend mû hene ji berê de dizanin. Ji nezaniya xwe jî dibêje ez naxwazim wenda bikim. Lê polîs her tiştî dizane. Her pêkanîneke, îşkenceyeke polîs bi zaneyî ye, ne tesadufî ye.
Berê rêxistinan alîgiran ji xwe re peyde dikirin û dixistin nav rêxistinên xwe. Lê li dijî dewleteke dagirker û elektronîk kesayetên bê amadehî, kesayetên ji rêzê ne mumkun e ku biser bikevin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Xwe negihandine, perwerdeya ku rojekê wê bên girtin negirtine.
Jibîrkirin û nejibîrkirin… Li derekî Celadet dibêje “Bo xatirê azadbûnê tiştên hatine serê min ez dikarim jibîr bikim”. Gelo mumkun e jibîrkirin û ma divê tiştekî bi vî rengî bê jibîrkirin?
Ji bo ku kifş nebe; zanebûn û şahidbûna wî kifş nebe. Piştî demekê bar giran dibe, dixwaze hinek vala bike. Yanî di mejiyê xwe de zê de nehêle, di bin bîra xwe de zê de negerîne. Wê bifetise nexwe. Ji bo ku xwe bigihîne roniyê divê wî barê xwe yê di tariyê de hinekî sivik bike. Tiştek hatiye serê wî li gorî wê helwestek ji xwe re afirandiye. Lê gelek caran jî xisar jê dîtiye. Ji ber ku mirovek nikare bi dewletek elektronîk.
Di salên 1990’î de kurdan çi fêdeya dîtina îşkenceyên salên 1980’yî dîtin. Wek tecrube çawa bandor li kurdan kir?
Ew pêvajo diçe heta salên 1960’î jî. Îja berê ji bo ku kesek bişopandana 4 kes bi dû wan dixistin. Piştî ku dewlet elektronîk bû hewceyê 4 kesan nake, hewceyê kesekî jî nake. Bi mekanîzmeyekî tu çi dibêjî, çi dikî, çi planan dikî dişopîne. Lê trawmaya mezin di vir de ye jixwe. Em bibêjin di salên 1990’î de piştî ewqas cerb û tecrubeyan çima li hemberî îşkenceyên pergala elektronîk bergîrî nehatine girtin? Ji ber ku cerb û tecrube nehatin parvekirin an jî nehatin nivîsandin.
Hem ji hêla şexsî ve, hem ji hêla civakî ve hûn rola wêjeyê çawa dinirxînin?
Bi rastî ez bibêjim ez wek wêjegerekî zana û mezin ez ê îzah bikim, na. Lê wek safiyeta xwe ez bibêjim: wêje reng û rewşa deng û hestên rasteqîniyê ye, orjînal e, xweser e. Ji ber wê, wextê heqîqet bi wêjeyê bê xêzkirin nexşeya heqîqetê wê demê derdikeve holê. Ji ber vêya jî ez bawer im wextê Berxwedana Elektropola baş bê fêmkirin wê bê dîtin ku trawmaya mezin di pergalê de ye.
Çawa?
Ez wisa difikirim. Ji ber ku Celadet bi xwe jî wisa dît. Wextê çek didan ser serê wî û digotin “Ez te bikujim?” ji tirsa mirinê bêhtir li ser trawmayên ku ew îşkencekar dijî, difikirî. Nexweş in. Li gorî min trawmaya mezin di pergala kapîtalîst de ye. Ji çi ye? Ji ber ku yekyekoperest e. Reng û rewşên din naxwaze. Yanî yekrengî, yekdengî dixwaze. Ji bo ku herkesî bike yekreng û yekdeng xwe mehkûmî zordestiyê dibîne. Wextê ku lêdanê, îşkenceyê neke nikare li ser lingan bimîne. Û her ku dike hîn bêhtir pêdivî bi zilm û zorê dibîne. Dîn û har dibe. Dibêje “Ez vaye dişopînim ku çi di serî re derbas dibe lê çawa bi awayekî pejmurde li hemberî min û serweriya min serî radike? Yanî çawa natewe?” Li gorî min trawmaya mezin pergala îşkencekar û dagirker dijî. Wextê ku ew çerx di salên 1980’yî de dizîvirî ez tê de jiyam. Yanî pêveka min ji jiyana heqîqî dirêjtir bûye. Wê demê ez ê ji çi bitirsim? Yan jî em wisa bibêjin ji dêvla ku ew trawmayên giran ku hinek însanan ji sîfetên însaniyê derdixin bên serê mirov, ji dêvla ku ew çerx serdest bimîne mirov bi rûmeta xwe bimire jê çêtir e. Jixwe wextê em bala xwe didin pergala îşkencekar a ku li Amedê dişixulî em dê vêya bibînin. Bertekên ku hatine nîşandan jî vêya îspat dike. Gotine “Ji dêvla ku em li hemberî vê pergala dagirkeriyê serî bitewînin em xwe bişewitînin ji vêya birûmettir e”. Yek ji şahidên vê heqîqetê -Hecî Hesen jê re digotin-ji zindanê hate berdan. Temenê wî ji yê me gelekî zêdetir bû. Wî bi xwe digot wan 4 kesên ku xwe şewitandin digotin “Ji bo xwedê agirê me venemirînin”. Vêya nîşan dide ku trawmaya mezin di xwediyê feraseta wê pergalê de ye. Ez wisa dibînim.
Pirseke bi rewşa rojane ve jî girêdayî: Celadetê serlehengê romanê di cihekî romanê de ji ber têkçûna tevgera Mele Mistefa Barzanî ji dil û kezeb digirî. Vê yekê ez gelekî hestiyar kirim. Ji bo em ên bakûrî û başûrî li hemberî hev ranebin, ji bo hev bigirîn çi divê?
Ewil divê em çavdêriya gelê kurd baş pêk bînin. Li gorî min pirsgirêk tuneye ji hêla hîskirina trawmayan ve. Di têkçûnê de em ji hevdû fêm dikin. Yanî wextê Helepçe bomberan dibe em fêm dikin, em digirîn. Wextê Mele Mistefa paşve dikişe em digirîn. Lê min ditiye li cem min gelek kesan ji Barzaniyan re gotine “Molla, feodal, paşverû…” Berê jî ên digotin hebûn. Yanî ji hêla hîsan ve pisrgirêk tuneye, lê ji hêla stratejiya neteweyî ve pirsgirêk hene. Tevger û partiyên me divê bi qasî ku cih didin trajediyên ku em dijin cih bidin afirandina kongreya civaka Kurdistanê, kogreya neteweyî. Di vir de kêmasiya me rewşenbîran jî heye. Çawa? Em hinek xwe bi vî aliyî ve digirin, hinek xwe bi wî aliyî ve digirin û di bin hestên fraksiyonî de, hizbî de tevdigerin. Ev ne tenê piragirêka siyasetmedarên kurd e. Divê hunermend û rewşenbîr jî rola xwe bilîzin. Divê em herdu baskên siyasetê yê bakûr û yê başûr bigihîn hev. Yan na yekîtiya neteweyî wê çawa pêk bê?
Em ji bo vê hevpeyvînê spasiya we dikin.
Spas xweş. Li ser çavên min.

*Ev hevpeyvîn pêşî di kovara Tîrojê hejmara 74’an de weşiyaye.

dîtin: 1424

Pêveker:

hevpeyvîna reşo ronahî-mervan serhildan:trawma wêje û siyaset…