• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hewlêr û Bexda li ser şandina petrolê lihev dikin

Hewlêr û Bexda li ser şandina petrolê lihev dikin


barkirin: Sermawêz 3, 2013, 9:27


Wezîrê Petrola İraqê Ebdulkerîm Luxêbî eşkere kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye, Bexda kontrola hinardekirina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê bike û herwiha serpereştiya dahata wê jî bike.

Wezîrê Petrola İraqê Ebdulkerîm Luxêbî li Vienaya paytexta Avusturyayê di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Herêma Kurdistanê razî bûye bi sîstemekê petrola xwe bişîne Tirkiyê ku Wezareta Petrola İraqê serpereştiya wê bike. Herwiha Hewlêr razî bûye dahata wê petrola ku di boriya nû ya navbera Kurdistan û Tirkiyê re dê bo derve bê şandin, bixe hesabê bankeyeke taybet ser bi Neteweyên Yekbûyî ku taybet e bi dahatê hinardekirina petrola İraqê.’‘

Luxêbî herwiha eşkere kir ku tê çaverêkirin her di hundirê vê mehê de, Kurdistan û Bexda li ser vê meselê bi fermî bigihin rêkeftinekê.

Hefteya borî hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi mebesta hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya boriya nû rêkeftinek îmze kirin û vêna jî Bexda aciz kir, lê piştre Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz serdana Bexdayê kir û helwêsta welatê xwe ya derbarê vê meseleyê de gehande Bexdayê.

Jêder Basnews

dîtin: 171

Pêveker:

hewlêr û bexda li ser şandina petrolê lihev dikin