• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hezar û Heşsed ziman li ber tunebûnê ne

Hezar û Heşsed ziman li ber tunebûnê ne


barkirin: Rêbendan 22, 2014, 4:26


Ji nêzîkî şeş hezar zimanê cîhanê hezar û heşsed jê li ber tunebûnê ne.
Bi taybet jî tê diyarkirin ku zimanên kêmnetewên Çîn û Rusyayê bêhtir di bin metirsiyêde ne.

Civaka Gelên di bin metirsiyê de, berî 21 ê sibatê roja zimanên zikmakî ya Navnetewî belavokek belav kir. Di vê belavokê de hate diyarkirin ku di nav şeş hezar zimanên cîhanê de hezar û heşsed jê di bin metirsiya tunebûnê de ne. Berpirsê Civaka Gelên di bin Metirsiyê de yê Gottingena Elmanya Sarah Reinke ev nerîn derbirî û got ku nêzîkî hezar û heşsed zimanên cîhanê di bin metirsiyat tunebûnê dene.

Reinke diyar kir ku li Elmanya jî hindek ziman hene ku berbi tunebûnê ve diçin.

Serokê Pişka Rêvebiriya Civakên Gelên di bin Metirsiyê de Heinrich Schulz jî diyar kir ku -Ziman girêdaneka bê navgîn ya kesekiye bi çanda ku jê hatî ve-. Û diyar kir ku windabûna ziman tê wateya windabûna çandê. Reinke diyar kir ku bi karîgeriya medyayê û pêşketina teknîka mobîl ve zimanên kêmnetewan di bin metirsiyê de ye û bi taybet jî li welatên wekî Çîn û Rûsya jî bi zanebûn zimanên kêmnetewan tê çespandin ji bo ku kêmnetew ji hîma xwe qut bibin û bo çanda wan ve bêne girêdan.

DW

dîtin: 180

Pêveker:

hezar û heşsed ziman li ber tunebûnê ne