• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hêzên Dîcle li Hemrînê amadekariya operasyonek mezin dike

Hêzên Dîcle li Hemrînê amadekariya operasyonek mezin dike


barkirin: Rêbendan 17, 2014, 3:44


Hêza Operasyonên Dîcle ji bo operasyonek berfereh ya li dijî DAİŞ’ê hêzeke zêde anî navçeyên Hemrînê û der barê mijarê de Wezareta Pêşmerge jî diyar kir ku ew hêz bi agahdariya wan hatiye.

Li gor nûçeyeke BasNewsê, Fermandayê Hêzên Dîcle Ebdûlemîr Zeydî bi tevê 9 hezar çekdarên Hêza Sehwe hatine navçeyên sînorê Hemrîn û çend deverên din ên parêzgeha Diyaleyê. Nûçe dibêje sedema hatina wê hêzê jî gefên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ) ne ku li Hemrîn û deverên derdora wê Wilayeta Îslamî ya Kerkûkê ragehandine û xwe ji şerê mezin re amade kirine.

Der barê mijarê de Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer jî ji BasNewsê re gotiye ku ew hêz li derveyê navçeyên pêşmergeyane, di jêr kontrola Firqeya 5 a Artêşa İraqê de ne. Yawer gotiye ku ew ji hatina wan hêzan agahdarin.

Rêxistina DAİŞ eve demeke li navçeyên derdora Hemrînê û bi taybet jî i parêzgehên Diyala û Kerkûkê hewlên xwe yên terorîstî zêde kirine û dixwaze kontrolê bixe bin destê xwe. Her weha hin ajansan îdîa kirin ku vê rêxistinê rêya Kerkûk û Baxdayê jî xistina bin destê xwe. Ji ber vê yekê eve demeke artêşa Îraqê li van herêman li dijî DAİŞ’ê operasyonan pêk tîne û pevçûnên dijwar tê jiyan  kirin.

Hebûna gefa vê rêxistinê aloziya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Dîcle jî pûç dike.

dîtin: 400

Pêveker:

hêzên dîcle li hemrînê amadekariya operasyonek mezin dike