• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hêzên Iraqê vedikişin li Iraqê rewşa awarte tête ragihandin

Hêzên Iraqê vedikişin li Iraqê rewşa awarte tête ragihandin


barkirin: Hêzîran 10, 2014, 8:38


Li gorî nûçeya Pukmedia îro artêşa Iraqê ji qeze û navçeyên Hiwêca, Zab û Riyadê yên ser bi parêzgeha Kerkukê ve paşve vekişîn.
Li gorî ku Pukmedia ragihandî piştî ku bajarê Mûsilê kete bin çavdêriya çekdarên çeteyên DAIŞ ê de bi hezaran kesî koçî herêma Kurdistanê kirine. Bi taybet jî ji deverên ku şer û pevçûn hene niştecî bar dikin.

Wekî dîtir jî rewşa Iraqê, bi taybet Musil û Kerkukê di rewşeka alozdeye. Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî bang li hemû aliyan kir ku hêzên ewlekariyê ji nûve bêne sazkirin û bang li Herêma Kurdistanê jî kir ku rewşa awarte bête ragihandin.

Li himber rewşa Iraqê ya awarte ku çeteyên Îslamîst ji nişkê ve bi ketina Musilê ve xistin rojevê herêma Kurdistanê jî kete tevgerê. Him ji bo têkbirina çeteyên Îslamîst û parestina Herêma Kurdistanê, him jî ji bo ku destkeftiyên zêdetir ji bo Kurdan pêk bên hewldan him di siyaseta Kurdan de him jî di hêzên Pêşmerge de çêbû.

REWANBEJ

dîtin: 354

Pêveker:

hêzên iraqê vedikişin li iraqê rewşa awarte tête ragihandin