• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hêzen Pêşmerge li Kobanî baregeha leşkerî vedikin

Hêzen Pêşmerge li Kobanî baregeha leşkerî vedikin


barkirin: Rêbendan 9, 2015, 10:03


Hêzên Pêşmerge li bintara Kaşê Miştenûrê yê Kobanî baregehek leşkerî vedikin. Her wiha hat zanîn ku çaremîn yekîneya Pêşmerge dê di demek nêzîk de derbasî Kobanî bibe.

 

Şer û operasyonên rizgarkirina herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê didomin.

 

Li ser rewşa dawî li Kobanî, Fermandeyê Pêşmerge li Kobanî Muslih Zêbarî ji Rûdawê re got, hêzên kurdî roj bi roj zêdetir pêşde diçin û heta niha herî kêm 150 gund hatine rizgarkirin.

 

Muslih Zêbarî da zanîn ku çekdarên DAIŞê niha 35 km dûrî bajarê Kobanî ne.

 

Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha ragihand, hêzên Pêşmerge yên ku li Kobanî dimînin dê li bintara Kaşê Miştenûrê yê Kobanî ji xwe re baregeheke leşkerî vekin û tê de bimînin.

 

Muslih Zêbarî eşkere kur ku çaremîn yekîneya Pêşmerge jî xwe hazir dike derbasî Kobanî û got, ew yekîne jî ji 150 pêşmergeyan pêk tê û dê hefteyek din derbasî Kobanî bibin.

 

Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, çaremîn yekîna Pêşmerge li benda fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.

 

Rûdaw

dîtin: 487

Pêveker:

hêzen pêşmerge li kobanî baregeha leşkerî vedikin