• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hikumeta Herêma Kurdistanê êrîşa PKK şermezar kir

Hikumeta Herêma Kurdistanê êrîşa PKK şermezar kir


barkirin: Pûşper 31, 2015, 11:04


Encûmena Wezîran ya Herêma Kurdistanê, teqandina boriya petrolê ji aliyê PKK ê ve bi tundî şermezar kir û daxwaz ji PKK kir da ku dijminkariyên weha carekî dîtir dûbare nebin.
Encûmena Wezîran diyar kir ku ev teqîn tu wateyeke xwe tuneye û hatiniya xelkê Herêma Kurdistanê ye. Di daxuyaniiya Serokatiya Encûmena Wezîran de hate diyarkirin ku ev çavkanî ya îraqê bû û dê bûbane çavkaniyeka mezin ji bo herêma Kurdistanê û gelê Kurd. Bo vê yekê jî di daxuyanê de êrîş hate şermezarkirin.

 

Dirêjeya Daxuyaniyê wehaye;

“Hikûmet û xelkê Kurdistanê bi sedema neşandina bûdceyê ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê û şerê DAIŞê, di tengasiyek mezin a darayiyê de ye, û ew hêla petrolê take çavkaniya sereke ya mûçe û debariya xelkê Herêma Kurdistanê ye. Herwiha sedemeke sereke ya berxedana xelkê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember hemû guvaşan bû, di heman demê de çavkaniya sereke ya dahata şerê pêşmerge di rûbirûbûna li dijî DAIŞê de bû û çavkaniya alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo 1 milyon û 800 hezar penaberên li Herêma Kurdistanê bû.”

 

Serokatiya Encûmena Wezîran di beşeke din a daxuyaniyê de wê êrişê bi tundî şermezar dike û dibêje: “Em bi tundî wê êrişa PKKê şermezar dikin û bi karekî neberpirsane dizanin  li hember jiyana xelkê Herêma Kurdistanê û bergiriya pêşmerge û jiyana penaberan li Herêma Kurdistanê de. Ew êriş ti wateyeke wê nîne jibilî lêdana aboriya Herêma Kurdistanê û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê. Bi rastî cihê wê yekê ye ku ew êrişa PKKê ji aliyê xelkê Kurdistanê û hemû aliyan ve were şermezarkirin. Em daxwaz ji PKKê jî dikin ku wê dijminkariyê li hember xelkê Herêma Kurdistanê dubare neke.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin: “Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewl daye, wê boriya petrolê bi kar bîne ewa ku şîrketa niştîmanî ya firotina petrola Iraqê (SOMO) bi kar tîne, da ku bikaribe dirêjî bi hinardekirina petrola xwe bide.”

 

Rûdaw

dîtin: 501

Pêveker:

hikumeta herêma kurdistanê êrîşa pkk şermezar kir