• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hikûmeta Perû ji ber wêneyê geştyarên tazî wan siza dike

Hikûmeta Perû ji ber wêneyê geştyarên tazî wan siza dike


barkirin: Adar 17, 2014, 3:04


Geştyarên ku li welatê Perû ya Amerîkaya Lîtînî, li ber bajarê antîk ya Machu Picchu wêneyên tazî girtin û li ser înternetê parve kirin, ji aliyê hikûmeta vî welatî ve hatine girtin. Têpayîn ku ji 3 hata 8 salan sizayê girtîgehê bidin wan.
Bajarê antîkî ya Machu Picchu ya Perûyê di nava mîrateya UNESCO ya cîhanî de cîh digre. Geştyarên ku ji bo serdanê diçin vî bajarî bi tazî wêneyan digrin û li ser înternetê belav dikin. Her weha ev jî rastî nerazîbûna xelkê Perûyê tê. Ji ber vê berpirsên ewlehiyê kontrola li ser herêmê zêde kirin.
Herî dawî du geştyarên zilam yên Awustralyayî li bajarê antîkî wêneyên tazî girtin û li ser înternetê weşandin. Li ser vê yekê ji aliyê berpirsên ewlekariyê ve hatine girtin. Li gor yasayên welat sizayê wêneyên tazî nîne. Lê belê sizayê zirardayîna bajarê ekolojîk û ya antîkî 3 sal heta 8 salan girtinê bêne sizakirin.
Bajarê antîk ya Machu Picchu li raserê çiyayê Andê di 2.360 m bilindahiyê de û nav geliyê Urubamba ye. Ev bajar ji aliyê keyê Înkayan Pachacutec Yupanqui di sala 1450 de hatiye avakirin.

Perudaki-Antik-Kentteki-Ciplak-Pozlara-Gozalti_0 Perudaki-Antik-Kentteki-Ciplak-Pozlara-Gozalti_1

dîtin: 143

Pêveker:

hikûmeta perû ji ber wêneyê geştyarên tazî wan siza dike