• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hikûmetê bersiva PKKê da: Emê her bi ya xwe bikin

Hikûmetê bersiva PKKê da: Emê her bi ya xwe bikin


barkirin: Êlûn 9, 2013, 9:19


Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag li ser biryara PKKê ya sekinandina vekişandina gerîla ji Tirkiyê de ragihand, PKK çi dibe bila bike Tirkiyê dê bi ya xwe bike. BDPê jî daxwaza hevdîtinek lezgîn digel Ocalan kir.

Piştî ku PKK bi fermî ragihand, ji ber ku hikûmeta AKPê gavên pêwîst bo çareseriya pirsa kurd û pêvajoya çareseriyê nehatie vekişîna hêzên xwe ji Tirkiyê didin sekinandin, hikûmeta AKPê yekemîn bersiv da.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag ku beşdarî bernameya televîzyona A Haber a Tirkiyê bibû, derheqê biryara PKKê de diyar kir ku “rêxistina terorê” çi dike bila bike dewleta Tirkiyê dê bi ya xwe bike.

Bozdag ragihand ku PKK û BDP di vê pêvajoyê de rola polîsên baş û xirabi dilîzin û wiha axivî: “Emê heta ku teror hebe li ser têkoşîn û xebata xwe rijd bin û em rêxistina terorê jî guhdar nakin.”

PKKê îro ragiahnd ku ji ber ku hikûmeta AKPê bo çareseriya pirsa kurd û pêşveçûna pêvajoya çareseriyê gav nehatiye vekişîna hêzên gerîla ji Tirkiyê didin sekinandin lê agirbest dê bidome.

Rudaw

dîtin: 415

Pêveker:

hikûmetê bersiva pkkê da emê her bi ya xwe bikin