• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hindosên Amerîkayê piştgirya Kurdên Êzdî dikin

Hindosên Amerîkayê piştgirya Kurdên Êzdî dikin


barkirin: Rezber 26, 2014, 9:17


Beşeke zêde ji Hîndosên li Amerîkayê dijîn piştgirya wan Kurdên Êzdî kirin ku li ber Koşka Spî ya Amerîkayê çalakî bo Şingalê encamdan.
Roja Şemiyê, 25.10.2014, Kurdên Êzdî yê li Amerîka dimînin, li himber Koşka Spî bi slogana “Keçên me rizgar bikin û Şingalê azad bikin” çalakiyek ji bo piştgiriya Şingalê encamdan û çalakvanan ji Serokê Amerîka  Barack Obama xwestin ku Kurdên Êzdî li hember êrişên DAÎŞ’ê biparêze.
Ji aliyekî din ve Hindosên Amerîkayê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bo Kurdên Êzdî ragehandin.
Li gor nûçeya Meda Press, Hindosan di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Amerîka kirine ku, bilez alîkariya Kurdên Êzdî bikin û keçên Êzdî yên ji aliye DAÎŞ’ê ve hatine revandin azad bikin.
Helwêsta Hindosan jî her wek ya ol û netewên cîhanê yên din e, ku piştgiriya gelê Kurd dikin û li himber DAÎŞ’ê bertek nîşandidin. Hinek ji wan welatan jî rasterast di şerê DAÎŞ’ê de alikarî û piştgiriya  Kurdan dikin.

Rewanbej

dîtin: 333

Pêveker:

hindosên amerîkayê piştgirya kurdên Êzdî dikin