• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hişyarî ji bo malperên Kurdî | Kurdhosting

Hişyarî ji bo malperên Kurdî | Kurdhosting


barkirin: Pûşper 30, 2015, 7:29


Saziya malpersazî û bernamegeriya Torê ya Kurdî Kurdhosting ji Rewanbêjê re ragihand ku li gel rewşa dawî ya Tirkiyê û êrîşên dijî Kurdan, di van rojên dawî de êrîşên torê jî li ser malper û pergalên Kurda zêde bûne.
Li gorî dazanîna bernamegerên Kurdhosting ya ser bi Hevi Group ve hate diyarkirin ku di vê demê de ji xwe gelik malperên Kurdan li Tirkiyê û deverên destê dewleta Tirk dighêjiyê de têne asêkirin. Bend li pêş wan têne danîn da ku kesek nikaribe wan bişopîne û ji rewşê agahdar bibe.

Wekî gelik demên bihûrî dema Dewleta Tirk şerê gelemperî dijî Gelê Kurd wekî helmet dimeşand di warê torê de jî êrîş dibirin ser malperên Kurda.
Li gorî dazanîna bernamegerên Kurd vê demê jî êrîşên torê yên cûrbecûr ji aliyê kesên ser bi Dewleta Tirkiyê ve an jî rasterast ji aliyê Îstixbarata Tirkiyê ve dê bêne meşandin. Li himber vê yekê bernamegerên Kurd hemî malperên Kurda yên bi Kurdî an jî bi zimanên dîtir hişyar kirin.

Hate diyarkirin ku êrîşên têne kirin piranî ji Tirkî têne kirin. Wekî mînak tenê li himber Radyoya Kurdî KurdFM di nava rojekê de 10 hezar carî êrîş pêk hatiye. Wekî dîtir gelik malperên Kurdî an jî yên Kurdan bi zimanên dîtir jî rastî êrîşan hatine.

Pêşniyarên ku bernamegerên Kurd yên Kurdhosting bo rêvebirên malpera an jî bernamegerên Kurd dike wehane;

– Ku rewş gelekî giran bû û êrîş gehane asteka bilind, yekser divê pergalên emaila bêne betalkirin û hemî derfetên pêşbendiyê wekî Firewall bêne çalakirin.
– Di pergalên giştî wekî WordPress, Joomle an jî pergalên dîtir yên berdest de derfetê hilweşandina malpera bilinde. Bo vê yekê jî pêşniyar ewe hetanî ku derfet hebê pergal, bername û kodên ku hun bixwe çêbikin bikar bînin.
– Li ser pêşkeşkerê (Serverê) divê taybetmendiyên Firewall ê hemî yek bi yek bêne bihêzkirin.
– Cloudflare (CLOUDFLARE ÇIYE?) ji bo ewlekariya malpera divê bête bikaranîn lê belê Cloudflare jî gelik caran nahêle gelik karên nava malperê pêk neyên.

 

Wekî dîtir kesên bixwazin pirs bikin û arîkarî bo wan bivê dikarin rasterast ji bo Kurdhosting binivîsin.

 

[email protected]

 

dîtin: 777

Pêveker:

hişyarî ji bo malperên kurdî | kurdhosting