• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hîzbullah: Heger pêwîstbe emê hemû biçin Suriyê

Hîzbullah: Heger pêwîstbe emê hemû biçin Suriyê


barkirin: Gelawêj 17, 2013, 9:17


Serokê Hîzbullah’ê yê Lubnanê Hesen Nasrallah diyar kir ku ew amadeye bi xwe jî li gel hemû endamên rêxistina xwe biçe Suriyê.

Serokê Hîzbullahê Hesen Nasrallah, di heftemîn salvegera şerê li dijî Îsraîlê, ku jêre digotin şerê Tîrmehê di televizyonên Lubnanê de axivî û diyar kir ku Hîzbullah ji berî bihêztire, şervanên wê jî zêdetirin.

Nasrallah di axavtina xwe de diyar kir ku rêxistina wê piştgiriya rejîma Esed dike û got: ‘Heger hejmara me 5 hezar be, emê bikin 10 hezar û ji bo gelê Suriyê û Lubnanê pêwîst be ez bi xwe jî di nav de hemû endamên rêxistinê amadene ku biçin Suriyê. Em amadene ku li dijî teroristan şer bikin.’

Der barê teqîna li herêma Ruveys ya Lubnanê de jî Nasrallah got ku eve êrîşekê terorîstiye û heger ev êrîş berdewam bikin dê Lubnan ber bi kendalê ve biçe.

Pêr li herêma Ruveysê ku dikeve başûrê Beyrûdê û her weha weke kelha Hîzbullahê ye, teqînek rû dabû û 24 kesan jiyana xwe ji dest dabû 300 kes jî birîndar bibûn.

Rewanbej.com

dîtin: 402

Pêveker:

hîzbullah heger pêwîstbe emê hemû biçin suriyê