• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
HOLOKOST Û CIHÛ, JENÛSÎD Û KURD

HOLOKOST Û CIHÛ, JENÛSÎD Û KURD


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Nîsan 11, 2014, 12:41


Kakşar Oremar

Bihîstina hinek peyvên kirêt û nexweş rih û hestên mirovan diêşîne. Mîna wê melodiya tije xişe-xiş û qîje-qîj ku barana derdekî giran bi ser demarên mejîyê me de dibarîne. Bihîstina wan peyvan laşê me diricifînin û êşeke giran bi ser rewana me de tînin xwarê. Peyvên ku mixabin mirovan bi dest, biryar û ramanên xwe kirine malê dîroka xwe. Hezaran kes kuştine û paşnavên weke: dîktator, cinayetkar, xwînrêj û xwînmêj li ser navê xwe yê biçûk zêde kirine. Ji hêlekê hovîtî û ji hêla din jî hinekan bi kar û keda xwe hem reng û rûyê jiyanê gûherandine û hem jî ramanên xwe ji bo xizmeta mirovan û pêşkeftina civakê xistine gerê.
Di vê dusyayê de ezê bixebitim ku ji Holokosta Cihûyan heya ferman û tevkujiyên ku li Kurdistanê çêbîne, wekheviyên di navbera wan kiryarên çewt de raxim ber çavan.

Hizr û etmosfêrê azad
Di civakê de ji bo pêşkeftina hizra giştî pêwîste rêber û birêveberên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin, zemîneya çêkirina etmosfêrekî azad ava bikin. Mirov di axaftin û biryarê de azad bin û bi rêya diyalogê rêya ji hev femkirinê bê rexisandin. Dema ku di etmosfêrekî azad û vekirî de rê li ber “geşbûna bîr û ramanê” vekirî be, civak yê ji hêla “aborî û hilbirînên piralî” ve jî bi awayê rojane pêş bikev. Bi vê pêşkeftinê re “perwerde û asta rewşenbîrî” jî derbasî astekî baştir û bilindtir dibin. Demokrasî yê wiha bibe malê hêlîna wê civakê a ku her kes yê xwe têde bextwer bihesibîne. Ger berevajî vê yekê be an jî etmosfêrekî girtî ji bo fikir û hizirkirinê bê amadekirin, mirov bêhîvî û heta di axaftinê de jî yê neçar bimîne ku xwe sansor bike. Dev û dil yek nabin û di encamê de jî takekes amrazekî bêfeyde û fêkî an jî wek bav û kala gotine:” yê bibe serbarê mal û civakê”.
Bi biçûk fikirîn, kurtbînî an jî hesûdî û ramanên teng sedan dîktator çêbûne, lê yek ji wan jî heya dawiyê nemaye. Hemû mîrasê ku ku kesên wiha li pey xwe hiştine tif û nifrîna xelkê ye.

Çima û çawa Holokost?
Holokost û nifşkujî, jenûsîd û tevkujî tev encma kar û desthilatdariya kesên kurtbîn û otorîter bûye. Holokost an jî qelandin, şewitandin û nifişkujîya Cihûyan mîrasê wan Neo Nazîyên cinayetkare ku di sala 1945an de digotin:” ji nejada Jêrmen wêdetir kes nikare axatiya dinyayê bike”. Siyaseta ku ger hema ji destpêka şînbûna wê gelê Alman li hember derketa, wiha rihet bi miloyanan mirovên bêsûç jiyana xwe ji dest nedidan. Di serî de bêdengiya çîna rewşenbîr û karker bû sedema xapandina raya giştî û Adolf Hîtler jî ji sadebûna xelkê sûdekî xerab stand. Wî di pêngavên destpêkê de li dijî Cihûyên tacir, rewşenbîr û zana helwesta xwe ya şovînîstî zû da xuyakirin. Dirûşma wan ev bû:” hemû tişt tenê ji me re”. Dirûşmeke wiha em îro di jiyana rayedarên Îranê de jî dibînin, lê ew bi rêyên “kuştina spî û felckirina mejiyê mirovan” vê doza xwe ya qirêj dimeşînin.

20140411-013742-pm.jpg 20140411-013735-pm.jpg

Berfirehbûna sinorên Holokostê
Ji sala 1933an dijberiya Neo Nazîyan tevî ku hingî zêde jî bi hêz nebîn, li dijî Cihûyên Ewropa dest pê kir. Cihû miletekî şiyar, aborîzan û dewlemend bûn ku wan sala li hemû Ewropa xwedî nifûseke zêdetir ji deh milyon kesan bûn. Salên piştre ku Hîtler sal bi sal bihêztir diket, sinorê tevkujiya wan ji Almaniya derbasî hemû Ewropa bû. Ew cinayet bi awayekî pilankirî hatibûn rêxistin kirin. Kîna Hîtler li dijî Yehûdiyan wisa kûr û ji dil bû ku heta zarokên 2-3ê salî jî bi awayekî dûr ji wijdanê dikuştin.
Di encamê de li gor lêkolînên dîroknivîs û axaftina şahidên zindî heya sala 1945an zêdetir ji heft milyon Yehûdî li Ewropa navendî, rojhilatê Ewropa û welatên weke Yekîtiya Sovyetê hatin kuştin û şewitandin.

Destpêka tirajediyê
Neonazî û serokê giştiyê hereketê Holokost wek “rêya dawiyê ji bo pirsgirêka Cihûyan” hilbijartibûn. Destpêka tirajediyê hingî bû ku li hemû welatê Almaniya rêxistinên sivîl û ewên girêdayî dewletê ne tenê li dijî vê siyasetê nesekinîn, belkî her yek ji wan saz û destgehan bi awayekî hevkarîya Neo Nazîyan kirin ku zûtir pilana xwe a qirêj bibine serî. Ji alîgirên ramanên Hîtlerê faşîst re faktora ol girîng nebû, wan dixwest tenê nifşê Cihûyan li rû erdê biqelînin. Ji ber wê jî wan heta rehim bi Cihûyên ku ew çend pişt an jî berebab bû ji dînê xwe vegeriyabûn an jî bibûne Kirîstiyan, nekirin.
Hîteler tim di axaftinên xwe de wiha digot:” hemû dewlemendiyên miletê me di destê Cihûyan de ne. Ew sebebê bextreşî, feqîrî û bêkariya me ne. Ji ber wê jî divê ew ji holê bêne rakirin…”.
Bi vî awayî hemû Yehûdiyên ku li herêmên dagîrkirî yên Neo Nazîyan dijîn, bi rêya sîxûr û endamên Geştapo hatin peydakirin û ber bi kempên mirinê ve hatin şandin. Piştre ew di “tenûrên mirov şewitandin û odên gazê” de bi şêweyên herî hovane ji holê rakirin. Hinek doktorên faşîst ên wekî Josef Mengele jî zarok, keç, mêr û jin wek mişkên labratorê ji bo testa derman û qaşo pêşkeftinên zanistî bikar anîn. Laşê wan perçe-perçe dikirin, dişewitandin û an jî piştî karê wan pê nedima, ew dişandin cem kes û karên wan ên di kempên mirinê de. Ew li pêş çavên dê, bav û lêzimên xwe bi ezabeke mezin dimirin.
Mîrasê kambaxê Neo Nazîsimê piştre rûyê xwe li gelek deverên din ên cihanê jî da xuyanîkirin. Ji Kurdistanê bigire heya Ruanda dîktator ketin canê mirovan û qeder û jiyana wan bi xwînê ber bi dawîyê anîn.

20140411-013749-pm.jpg

Fermana Ermenan
24ê Nîsana sala 1915an artêşa dewleta Tirkên Osmanî di bin rêbertiya Jon Tirkên ku di sala 1908an da desthilatdarî xistibûn destê xwe, pilana qirkirina Ermenan di praktîkê de eşkere kirin. Pilan berê bi şiwirmendî û destûra gire-girên dewletê bi awayekî pir nihînî hatibû danîn. Ew kûr û dûr fikirîbûn heya ku dest bi karekî wiha dûr ji exlaq û wijdana mirovahiyê bikin. Hingî şerê cîhanî yê yekê bi germî berdewam bû û wan karî di navebra sala 1915an heya 1917 yek milyon û nîv Ermenên di nava sinorê dewleta xwe da bikujin. Hemû guneh an jî sûçê wan “Ermenîbûn û ola wan ya cuda” bû. Herwiha Tirkên Osmanî ditirsiyan ku Ermenî bi zekawet û projên xwe yên pêşvero kapîtal û aboriya emperatoriyê bêxin destê xwe.
Hingî hemû zagonên insanî û exlaqî ji aliyê Tirkên şovenîst ve hatibûn binpêkirin. Kuştin, wêrankirina gund û talana mal, erd û heyiyên Ermenan heya sala 1925an yanî piştî çêbûna artêşa komara Tirkiyê ya nû jî berdewam bû. Di vir daye û bi vê sedemê ye ku rayedarên TC heya roja îro jî bi awayekî fêrmî guneha vê cinayetê li ser xwe napejirînin.
Tirajediyek wiha berfireh li dijî komeke etnîkî ji çavê welatên Ewropî û Emerîka jî dûr ma. Piştre û heya roja îro jî ew berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî li ber çav digirin û Tirkiyê naçar nakin ku vê cinayeta dîrokî bi awayekî fêrmî li ser xwe bipejirîne.

20140411-013756-pm.jpg

Tevkujî û jenûsîd li Kurdistanê
Dema mirov behsa kuştinên li Kurdistanê dike, nizane besa jenûsîda Dêrsim, Mehabad û Urmiyê bike an jî li ser fermana Kurda li Amed, geliyê Zîlan, Koçgirî, Serdeşt û Helepçê binivîse. Sala 1937 heya dawiya 1940an li Dêrsimê hezaran kes hatine kuştin. Dema ku jin û zarok, pîr û kal di şikeftên çiyayên derdora Dêrsimê de bi agirê bombeyên gaz û kîmyawî dihatin şewitandin, ji xeynî Dr. Nûrî Dêrsimî kes tunebû ku bêje:” beriya Holokosta Cihûyan li Kurdistanê Tirkên qaşo modern xelatekî wiha pêşkêşî civaka me kiribûn. Cuhan bêdeng ma û piştre faşîzimê ew kir malê netewên din jî…”
Di çavê dîktairan de ti cudatî di navbera Kurd, Cihû û Eremena da tune. Yanî di çaxê serhildanên Kurdan li bakurê Kurdistanê Kurd jî bi qedereke wiha re rû bi rû man. Ji ber wê jî mirov dikare bêje: Ger li ser dîroka fermanên ku li dijî Kurdan jî pêk hatine lêkolîneke berfireh bê çêkirin, 100% kuştina bi sed hezaran mirovên Kurd jî yê bi belgeyên dîrokî îspat bibe. Sedam Husên bi Enfala xwe re nêzî dusedhezar Kurd wenda kirin. Qeladizê, Helepçe û Behdînan, her yek şahidê dîrokeke xwe ya tevkujiyê ye. Di salên 1979-1988an de li Îran û rojhilatê Kurdistanê de Xumêynî bi banga cihadê xwe a qaşo îslamî terora dewletê derbasî dervey sinorên Îranê jî kir. Kurdistan kir zindaneke mezin û di wê girtîgehê de hezaran kes hatin tîrbaran û îdamkirin. Di çaxê serhildanên Dêrsim, Amed, Koçgirî, Agirî û yên din da bi sed hezaran Kurd ji aliyê Jon Tirkan ve hatin kuştin û windakirin. Li Îran, Sûriye û Îraqê jî kêm-zêde rewşeke wiha li dijî Kurda berdewam bû. Ger bi giştî qiyasek di navbera fermanên li dijî Kurd, Cihû û Ermenan bê kirin, tê kifşê ku her sê gel jî ketine ber şûra Neo Nazî û dagirkerên ku mafê gelên din dûr ji meşrûiyetê dîtine. Cinayetên wan bi awayekî wisa veşartî digehiştin encamê ku heta carna hinek rayedarên wan bixwe jî piştre sosretgirtî diman. Di vê derbarê de dadgeha Sedam Husên, bîranînên Xelxalî û îtrafên tawanbarên faşîst li dadgeha Nürenberg xwedî xal û zaniyarîyên balkêşin.

Şîreta Hîtler!
Adolf Hitler di pirtûka xwe ya bi navê “ şerê Min” da piştî darijandina pilana fermana Yehûdiyan ji xwendevanên xwe dipirse:” di bîra çi kesekî da qetilama Ermeniya maye?”!!.
Wihaye ku mirov bi kûrahiya cinayeta Osmanî û mîratgirên wan ên Kemalîst dihese ka çawa piştre ji xwînmêjekî mîna Hitler re jî “holokost”a Ermeniyan bûye îde û wek tevkujiya Cihûyan gehiştiye encamê.
Îro em tev dizanin ku ger hingî qira Ermeniyan weke kiryareke dij hemû mirovahiyê bihata mehkûmkirin û mîmarên wê jî di dadgeheke dadmend da gehiştana heqê xwe, ticarî tevkujiyên piştî sala 1915an ne li Kurdistan, ne li Ewropa û ne jî dereke din a cihanê çênedibûn an jî hema wiha hêsan nedigehiştine encamê.
Elbete dîrokê ji bîr nekiriye ku çaxê hikûmeta Sultan Ebdulhemîdê duyê jî Tirkên Osmanî di salên 1894 heya 1896an bi qasî du salan zêdetir ji 250.000 Ermenî kuştibûn ku di dîrokê da bi navê” Qira Hemîdî ” an jî “Qira Hemîdiye” hatiye binavkirin. Wan jî weke nevîyên xwe yên îro serê xelkê jê dikirin, ew parçe-parçe dikirin û laşê wan davêtin ber kûçikên xwe. Ew karê ku artêşa dewleta Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê da meşandin, zêde ji karê bav-kalên wan yên Osmanî cuda nîne.

Gilî û rexneyên Ermenan
Carna hinek dostên Ermenî Kurda jî bi hevkariya Osmaniyan tawanbar dikin. Naxwazim bi berfirehî li ser vê xalê bisekinim, lê îro jî hinek axa û begên Kurd li dijî gelê xwe şerê Kurdan jî dikin. Ev nayê wê wateyê ku Kurda hingî hevkariya Tirkan kiriye. Ket û mat axayên hingî jî wekî cehş û qoruciyên me yên îro bûne. Lê li Mûş û Amedê şervanên Ermenî ên girêdayî Daşnakê jî kêm Kurd nekuştine. Wan jî mîna leşkerên artêşa Tirkiyê carna ku derfet didîtin gundên Kurda dişewtandin û fermana Kurda radikirin. Elbete zemîneya karekî wiha tev ji aliyê Jon Tirkan nivşparêz ve hatibû amadekirin. Yanî bi rêya cudatiya ol di dawiya dawî da komara înkargera îro bi navê T.C hat damezrandin û Kurd, Ermen û kêmnetewên din heya roja îro jî ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêparin. Ingilîz û Firansiyan li dijî serhildanên Kurdan hemû cûrên piştgîriyê dane Ereb û Farsan ku li ser ked û xwîna mezluman ji xwe re komar û dewletên milî ava bikin. Asîmîlasyon û tevkujî jî nebûne rêya çareseriyê. Çimkî berevajî daxwazên wan hêşata jî bi miloyonan Kurd li ser axa xwe dijîn û her tişt li wan qedexeye, lê niha li hemû Tirkiyê tenê 70.000 Ermenî mane ku bi piranî li Istembolê dijîn. Ew jî bêdeng û bêmafin.
Belê di muzeya Holokostê de Cihû, Kurd û Ermenî xwedî dîmenên weke hevin, lê carê dengê Yehûdî û Ermenan ji dengê me Kurda bilindtire. Hîvîdarim rojekê hemû rûreşên dîroka mirovahiyê di dadgeheke adil da bên mehkemekirin. Dersên îbretê ji wan kesan re bimînin ku hêşta jî xwedî ramanên teng û antîdemokratîkin.

Encam û ders
Heya roja ku xweperestî a mirovan hebe Holokost”ên din jî yê hebin. Ji bo pêşîgirtina ji karekî wiha divê em tev “insan” bin, piştre bibine yek û bi sûda berjewendiyên mirovan desthilatdarî bikeve destê kesên zana û bêhnfireh. Cihê daxbarîyê ye ku bi miloyana insan ji ber ol an jî faktora etnîkî bibine êxsîrê agirê kesên dîn û har ên wekî Hîtker û hevalbendên wî.

Jêder û çavkanî:
1. Pirtûka “Mein Kampf – Şerê min” bi zimanê Almanî a Adolf Hitler ku xwedî naverokek siyasî-îdolojîke bû û ji 15 beşan pêk tê.
2. Die Nürnberger Prozesse- Dadgeha Nûrnberg (bi zimanê Almanî) ku li sala 1949an li dijî radeyar û berpirsên Neo Nazî li bajarê Nûrnberg çêbû.
3. Di dîroka Kurdistanê de Dêrsim, nivîsîna Dr. Nûrî Dersimî (1894 − 1973)
4. Hevpeyvîn bi Prof Celîlê Celîl li ser mijara Tevkuiya Ermen û Kurdan li Tirkiyê.

KAKSHAR OREMAR / 09.04. 2014 DÜSSELDORF

20140411-013756 pm.jpg

20140411-013749 pm.jpg

20140411-013742 pm.jpg

20140411-013735 pm.jpg

20140411-013656 pm.jpg

dîtin: 250

Pêveker:

holokost Û cihÛ jenÛsÎd Û kurd