• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hunermend Zozan û Xelata Mamilê

Hunermend Zozan û Xelata Mamilê


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Rêbendan 5, 2015, 6:19


 

Mamosta Mamlê( 1925-1999 ) yek ji wan hunermend û kesayetiyên rojhilatê Kurdistanê ye ku di nava gel de kesekî naskirî û pir hezkirî bû. Hê bandora dengê wî ji hişê civakê derneketiye û bi hunera xwe di nava gel de amade ye. Ew yadigarekî serdema komara Kurdistan û dema navê Pêşewa Qazî dibihîst nedikarî hêsirên çavan nerijîne.

 

Mûkriyan û huner

Herêma Mûkriyan cihwar û meskenê xweşî, stran, helbest û wêjeyek dewlemend e. Di vê herêmê da ji siyasetmedarên jîr û fîdakar bigire heya nivîskar û helbestvanên navdar gelek kesan muhra xwe li rûpelên dîroka Kurdistanê xistine. Xweşiya sirûşt û civaka vê para erdê Kurdistanê bûye mewda û bargeha evîn û dildariyek tejî rastî û wefadariyê.

Bi dîtina bajarê Mehabadê re 2’ê Rêbendan, Pêşewa Qazî Mihemed, Komara Kurdistan, qada Çiwarçira, Hêmin û Hejar, Zebîhî û hemû Kurdistana mezin tê ber çavên mirov.

Herêma Mûkryan û navenda wê( bajarê qehremanperwerê Mehabad )ê di dirêjahiya dîroka Kurdistanê de gelek qehreman, zana û mirovên navdar di dilê xwe de perwerde kirine. Mihemed Mamlê, Ezîz Şarûx, Xelîl Sidîqî û şehîd Cemal Moftî ji wan xweşxwanên Kurdin ku bi stran û awazên xwe heza ji jiyan û doza Kurdîniyê re zêde û zêdetir kirine.

 

Evîn, raman û hunera M. Mamlê

Zewiq û evîna strangotinê mîna mîratekê ji malbata Mihemed Mamlê jê re mabû û hestên wî yên nazik bi şêirên helbestvanên mîna Wefayî, Nanwazade, Heqîqî, Seyîd Kamîl Îmamî, Hejar û Hêmin Mûkranî ketin hereket û bizavê. Lê wî di nava van şa’êrên Kurd de ji helbestên mamosta Hêmin Mûkriyanî pir hez dikir û bi teisîrek mezin ew dixwendin.

Mamlê evîndarê şêweya jiyana Kurdewarî û dîmenên bedew ên çiya, zozan û deştên Kurdistanê bû. Bêgoman van taybetmendiyên Kurdistanê bandoreke mezin li ser huner û hissên Mamlê danîbûn. Yek ji taybetmendiyên herî girîng, hunermend M.Mamlê mirovekî welatparêz bû. Ew di xwendingeha Pêşewa Qazî Mihemed de hînî dersên nîştimanperweriyê bibû û li ser vê sozê piştre jî bi tu rengan kesayetî û hunera xwe nefirot dagîrkerên Kurdistanê.

Bîr û rayên M. Mamlê û dilê wî yê tenik û nazik tejî bû ji hez û xoşewîstiya Kurdistanê. Bûyerên Kurdistanê te’isîrek rasterast li ser liv û lebatên Mamlê datanîn.

Di çaxê komara demokratîka Kurdistanê de( 1946 Mehabad ) Mihemedê ciwan û nûgehiştî endamê Koroya Marşên Netewî bû û wê demê di koroyê de sirûdek bi navê (Xuwaye weten awakey) xwîndibû:

Xuwaye weten awakey / Çend dilgîr û şirîne

Deştî xoş û rengîne / Awî kewsere, xakî gewhere

Pir le gul û Nesrîne….”

Piştî têkçûna komara ciwanmerg a Kurdistanê, M.Mamlê sond xwar ku di riyeke bi şan û şeref de ji bo gelê xwe xizmetê bike û di qada huner de bi komî serhevkirina stranên gelêrî dest bi xebata xwe kir. Piştî şehîdkirina pêşewa Qazî Mihemed wek tê gotin stranek li ser canfîdayî û qehremaniya wî xwendiye:

003

“ Zemane gulêkî damê w lêystandim / Bonim pêwe nekird lêy helpisandim

Rîşey cerg û dilim bû ew guley min / Felek zor bêwefa bû lêy standim

Ay gulekem, way gulekem, dey gulekem / Paş balakey tu dil be kê xoş kem”

 

Mihemed Mamlê heya salên dawiya jiyana xwe jî bi hesretek kûr û tije axîn behsa xweşiya rojên temenê kurt yê komara Kurdistan dikir. Di vê derbarê de wî herdem bi hesretek bêdawî wiha digot:

‘’ Wan salan em azad bûn, bêhina azadiyê her dera welat girtibû ber xwe, êdî kes ji jandarmên Pehlewiyê gor bi gor neditirsiya…Emma mixabin rojên xweş zû derbas dibin …û xewnên me jî bi temamî nehatin cî…’

Piştî ku Mamlê wefat kir endamên malbatê bi şiwira çend rewşenbîrên Kurd navendek li ser navê wî sazkirin û her salê xelatek li jêr navê“ Xelata hunerî a Mamlê “ didin hunermendekî/ê ku bi huner, kesayetî, helwest û xebata xwe xizmetek berçav ji doza Kurdistanê re kiribe. Ji sala 2009an pêşkêşkirina xelata yekemîn ji hunermemdê navdar Mame Qalemere re hate pêşkêşkirin. Piştre ev xelat gehişte kesên jêr jî:

Bakurî, Ebas Kemendî, Ezîz Sahrûx û Nasir Rezazî.

05

Xelata sala 2014an û Zozan

Xelata sala 2014an di yekê Sibatê de ji hunermenda şoreşger û dengxweş Zozan xanê re hate pêşkêş kirin. Lê çima di nava ewqas stranbêjên Kurd da xelkateke wiha ji Zozanê re hate pêşkêş kirin?

  1. Mamosta Mamlê û Zozan deng û hunera xwe di rêya doza Kurdistanê de bikar anîne û bi hunera xwe ticaret nekirine.
  2. Her du jî xwedî stîl an jî şêwaza xwe ya hunerî ne.
  3. Di dengê her du yan de xemeke giran tê hiskirin ku ew jî ji rewşa jiyana wan ya malbatî û civakî tê.
  4. Bi deng û naveroka stranên xwe de her du jî bûne sedem ku sewiya rewşenbîya gel bilindtir bibe.
  5. Di nava civakê de hem mamosta Mamlê û hem jî Zozan xanim bi pirensîpên xwe yên şexsî û exlaqî kesên hezkirî ne û naskirî ne.
  6. Mamosta Mamlê berhemê komara Kurdistan û Zozan jî berhmê şoreşa bakurê Kurdistanê ye ku di bin pêşengiya PKKê de zêdetir ji 35 salane ji bo diyarkirina mafê qedera Kurdan şer û xebatê dike.
  7. Her du hunermend di ber şoreşa Kurdistanê de xwedî şehîd û kedeke dîrokî ne. Sala 1980an Necatê kurê mamosta Mamlê ji hêla komara „teror û wehşet“a Îranê ve hate îdam kirin û heya roja îro jî kes nizane mezarê wî û dehan hevalên pêre li kû ye. Birayê Zozanê nemir Mihemed Güler( Sînan )ê jî di sala 1985 de li bakurê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirkiyê ve şehîd bû. Herwiha tîyê Zozanê hozan Çiya jî di seherê navxweyî yên salên 1990an de da li başûrê Kurdistanê şehîd bû.
  8. Her du hunermend bi êş û elemên xwe re jiyane û hisên wan yên tije derdê bindestiyê bûne sedem ku stranên xweş biafrînin. Guhdarên wan çîneke mezin a civakê ne. Ew bi hunera xwe re semîmî bûne û xwe ji feqîr û belengazên civaka Kurdistanê dûr nexistine.
  9. Ew her dûujî feqîrî û nedariya xwe bi dagîrkirina welatê xwe Kurdistanê ve girê didin û ji ber wê jî awazên xwe pêşkêşî bedewî, şehîd û doza welatê xwe dikin.
  10. Her du jî li dijî siyaseta asîmîlasiyonê a dewletên Îran û Tirkiyê xwedî helwest bûne û di parastina nasnameya huner û folklora Kurdî de ximeteke dîrokî li ser navê xwe tomar kirine.
  11. Dengê wan di şert û mercên tije tirs û zextên ku ji hêla dewletên dagîrker ve li Kurdistanê hebû, karî bigehe her dera ku Kurd lê dijîn. Karê ku partiyên siyasî nekirine hunermendên weke Mamlê û Zozan bûne dengê doza wan jî.
  12. Mamlê bi stran û marşên „ Xuwaye weten awa key, Hewarî xalî, Bazî Bêriyan“ bû bang û dengê komara Kurdistan û hewarên mamosta Hêmin. Zozan jî bi „ Bîngol şewtî, oy-oy li min, ax Kurdistan, Dayê“ û dehan stranên din bû deng û banga jin, mêr û şoreşgerên bakurê Kurdistanê.

Ji ber van taybetmendiyên hevpar „komîteya amadekar a xelata hunerî a Mamlê“ xalata sala 2014an layîqî Zozan xanimê dît.

04

Peyamek balkêş

Di merasima xelatê de gelek kesayetî û nûnerên malbatên mezin ji çar hêlên Kurdistanê hebûn. Dîmen an jî wêmeyê herî bedew yê sala 2015an ku „ Kurdistanîbûna“ merasimê li Enstîtûya Kurdî a Hagen dida xuyanîkirin, wê rojê kete ber çavê min. Xelat ji hêla kak Ezîz Mamlê, Elî Qazî û Dr. Hesen Şetewî, Elîyê neviyê Şêx Seîdê Pîran wek kesên navsal û naskirî yên amade li wira ji Zozanê re hate pêşkêşkirin. Peyama jêr jî ji hêla kekê Ezîz Mamlê ve hate xwendin:

„ Tenê huner nemire

Ger xem û êşên jiyanê, bêbextî û fermanên bixwîn yên dem û dewranan û berxwedana bêrawestan a camêran rûpelekî hevpar yê dîroka çar aliyên welate, ger evîna ji axê û hîvîya bi asoya ronî a bi serdemê re bûne sedema negeşbûna ziman di qada ramanê de, nalîna tije soz a tenbûr û meyê, dengvedana dengê zelal yê xweşxwanên Kurdistanê jî bi hev re bûne hewayê fênikê berê sibê daku goşeyek ji ala nasnameya me a netewî biheje.

Birêz û hêja Zozan xanim, bêgoman hûn jî rêvîng an jî peyayek çalak a vê rêbazê ne ku bi awazên xwe yên tije soz xemê ji hêlîna dil direvînî. Baweriyê didî Feqîye Teyran û Ehmedê Xanî û wan dilxweş dikî ku em hê mane, em hene û yê tim jî bimînîn. Ev serfirazî û şanazî ye ku muzîk û dengê resen bibe pirek di navbera hunera xwedî helwest a Kurdî li bakur û rojhilatê Kurdistanê.

Bi vê helkeftê navenda hunerî a Mamlê, xelata sala 2015an a xwe pêşkêşî we birêz mamosta ZOZAN dike.“

Piştre Zozanê jî bi awayê jêr spasdariya xwe pêşkêşî malbata Mamlê û mêvanan kir:

„ Xelata hunermendê navdar Mamosteyê hêja Mihemedê Mamlê ya sala 2014 dan di roja 1ê Sibata sala 2015an pêşkêşî min kirin.

Ez berî her tiştî sipasdariya xwe peşkêşî hevalê hêja Kakşar Oremar, malbata Mamostayê nemir Mamlê û hemû mêvanên delal û malbatên me yên sernas dikim ku di wê roja dîrokî da li kêleka me bûn.

Bi rastî di dîroka Kurdistanê da di warê muzîkê da rola hunermendên Kurd pir-pir mezine. Wana bi deng û hunerê xwe herdem neteweyatiya me Kurdan zindî hêştin. Wana ruhê Kurdîtiye li her çar beşê Kurdistanê da belav kirin.

Di vê demê da ruhê netewayetiyê di her çar beşê Kurdistanê da gihiştiye mereheleke bilind. Me hunermendên Kurd jî di her çar beşê Kurdistanê da birastî raman û ruhê Kurdîtiyê gelek bilind kiriye.

Xelata Mamosteye nemir û mezin Mihemed Mamlê ya ku pêşkêşî min kirine tê wê wateyê ku me hunermendan yekîtiya netewî di nav xwe da gelek pêşda biriye. Şerê Kobanê yê jî mînakek zelal ya vê rewşê ye.

Jinên Kurd pêşengiya yekîtiya Kurdan kirine. Cara yekemîn Pêşmerge û Gerîlla piştgîrtiya hev û du kirine. Êdî pêwîste rêxistin û partiyên Kurd jî li her çar perçê Kurdistanê bi rêya Kongereya Netewî yekbûna Kurdan ava bikin. Daxwaziya me hemû Kurdan yekîtiya gelê Kurd e.

Bi pêşengiya komîta amadekar û biryara endamên malbata muhterema Mamlê birêzan Ezîz Mamlê û kurê mamosta Mamlê kekê Wirya Mamlê va xelata mamosta Mamlê çima pêşkêşî jineke Kurd ya bakur kirin? Ez vê wateyê baş dizanim.

Di Kesayetiya min da wan hêja û camêran qîmet dan jinan, ked û fedekariya mirovan, qîmet dan huner û muzîka Kurdan. Em hemû hunermendên Kurd bi ruhê Kurdî anîn ba hev. Va xelata hêja û dîrokî jî, nîşan dide ku pêwîste em hemû kedkar û hunermendên Kurd di pêşerojê da hê zêdetir û xorttir li huner û mîrasê xwe xwedî derkevin. Ez bi vî ruhî bejina xwe di ber hemû şehêdên Kurdistanê ditewînim.

Ez hemû şoreşgerên şervan, xebatkar û kedkaran ra silav û rêzên xwe dibêjim.“

002

Peyama herî watedar û rexneyk

Wê rojê bi rêya wê xelata dîrokî dîsa hunerê hêza xwe ya bêsinor da xuyanîkirin. Ew du dengxweş bûne pirek di navbera bakur û rojhilatê Kurdistanê da. Mehabad û Çewilkê destê dostaniyê dane hev û deng û heza hemû Kurdistanê li çar aliyên welatê mezin da belav kirin. Ramanên mamosta Mamlê baştir hatine naskirin û ked û emeka hunermenda navdar Zozan xanimê jî baştir hate teqdîr kirin. Sed heyf û mixabin di wê roja dîrokî de ji heval û dostên herî nêzî Zozanê tenê hunermend Xelîl Xemgîn û hozan Comerd amade bûn. Heta ji hêla Koma Berxwedan ve qeftek gul jî ji hevala wan re nehatibûn şandin. Wiha ye ku mixabin em dibînin heta ji hêla saziyên me ve jî qîmeta mîrasê nayê zanîn û gortin. Hevalno werin heya em saxin qîmeta hev bizanin. Bila çanada „ nanlorî, zindîkujî û mirîperestî “ êdî di nava me da nemîne. Piştî mirinê em mutacî qehremanan nînin.

dîtin: 612

Pêveker:

hunermend zozan û xelata mamilê