• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hunermendê Kurd yê navdar Abbas Kemendî Koça dawî kir

Hunermendê Kurd yê navdar Abbas Kemendî Koça dawî kir


barkirin: Gulan 22, 2014, 2:52


Abbas Kemendî Hunermendê Kurdê Rojhilatê Kurdistan vê sibê (22.05.2014) li nexweşxaneya Tewahid li bajarê Sine jiyana xwe jidest da.
Helbestvan, nivîskar, sitranbêjê Kurd yê navdar û dengxweş Abbas Kemendî di sala 1952 li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye.

Abbas Kemendî ji temenê 16 salî ve bi hestê Kurdewarî û wêjeya Rojhilatê Kurdistanê dest bi nivîsîna helbestan kiriye.
Abbas Kemendî 35 sal di radyoya Senendeş de kar kiriye. Sitranên xwe piranî li gel Kamkaran gotine û li gel Kamkaran kar kirye.

Hunermendê Kurd Abbas Kemendî li gel sitranbêjî û helbestvaniya xwe ressam û wênevanekî bihêz bû.

Abbas Kemendî di temenê xwe de nêzîkî 150 helbest an jî sitran nivîsîne. Bi vî rengî di çand û hunera Kurdî de qonaxeka gelek giringe. Bi helbestên xwe ve ji bo gelek sitranbêjan ve bû pirekî bihêz ya Sitran û Muzîkê.

Hunermendê Kurd di heman demê de di çend kurtefilman de jî leyistiye.

Humernedê Kurd Abbas Kemendî li gel hevsera xwe xwedî 3 kur û keçekê bû.

Hunermendê navdar vê sibê li nexweşxaneya Tewahid ya Sine de koça dawî kir.

 

DJ ASO / REWANBEJ

 

dîtin: 610

Pêveker:

hunermendê kurd navdar abbas kemendî koça dawî kir