• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hunermendekê ji Rojava li ser riya Ewropa xeniqî

Hunermendekê ji Rojava li ser riya Ewropa xeniqî


barkirin: Adar 23, 2014, 1:11


Roja duşema bihûrî di encama noqbûna keştiyeke rêwiyan di deryaya Ege ya di navbera Tirkiyê û Yewnanîstanê de, hunermendê Kurd yê bi navê Siyamend Oskullî ku xelkê Kobana Rojavayê Kurdistanê bû, jiyana xwe ji dest da.

Der barê mijarê de hevalê hunermend Siyamend Oskullî yê bi navê Evdoyê Heseno ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û piştrast kir ku Oskullî di keştiya ku di deryaya Ege de noqê avê bûye, xeniqiye.

Heseno diyar kir ku ewê termê Oskullî li bajarê Bodrûm yê Tirkiyê werbigre û pişt re wê veguhêze herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê.

Hunermend Siyamend Oskullî di sala 1972an de li bajarê Kobanî jidayikbûye, 2 albomên wî yên stranan bi navên (Dîlbera Min û Cara Dawiyê) hene.

Hunermend Siyabend Oskuli roja 17 Adarê di ava derya navbera bajarê Izmîrê yê Tirkiyê û girava Samos a Yewnanîstanê xeniqî.

Eve jî stranekê ji dengê Siyamend Ozkulli ye

dîtin: 195

Pêveker:

hunermendekê ji rojava li ser riya ewropa xeniqî