• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îlham Ehmed: Tirkiye li Rojava şer dimeşîne

Îlham Ehmed: Tirkiye li Rojava şer dimeşîne


barkirin: Êlûn 25, 2013, 3:59


Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed da zanîn ku êrîşên li Rojava bi plan hatiye meşandin û got Tirkiye aliyê şere û hêza ku şer dimeşîne ye. Ehmed got êrîşên li Rojava dê bi projeya rêveberiya demborî vala derxînin.

Li Rojava ku li dijî daxwazên statuyê ya gelê kurd êrîş, komkujî û ambargo xistine dewrê, di çarçveoya xweseriya demokratîk ya Konseya Bilind a Kurd de ji bo rêveberiya demborî xebat didomin. Di modela rêveberiya nû de temsîlkirina hemû gelên Rojava didome.

Endama Desteya Bilind a Kurd-DBK Îlham Ehmed, der barê geşedanên dawî yên Sûriye û Rojava, êrîşên çeteyan û xebatên Desteya Bilind a Kurd de ji ANF’ê re axivî.

Ehmed da zanîn ku di demeke ku nîqaşên li Sûriyeyê zêde bûne û civîna Cenevreyê ji nûve ketiye rojevê de tê xwestin ku îradeya kurdên Rojava bi awayekî siyasî û leşkerî parçe bikin û  got Tirkiye û Başûrê Kurdistanê jî tê de gelek kes hêz di nav vê hewldanê de cih digire. Ehmed got ew dê bi projeya rêveberiya herêmî ya demborî van êrîşan vala derxînin.

Ehmed balkişand ser nîqaşên mudaxalekirina Sûriyeyê û got: “Hêzên bi pêşengiya DYA’yê êrîşa li hemberî Sûriyeyê nîqaşkirin. Hewayek wisa hat afirandin. Di serî de muxalefeta Sûriyeyê, Tirkiye û hinek aliyê kurd û gelek dewlet û derdorê, hesabên hilweşîna rejîmê kirin. Koalîsyona Muxalîfên Sûriyeyê hewldanek mezin dan û li Rojava jî Meclisa Netewî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ji bo di nava koalîsyonê de cih bigirin hewldan. Rayedarên ENKS’ê di nava koalîsyonê de cih girt û gotin em nûnerên Kurdane.  Hesabên ku hikûmeta nû dê koalîsyon ava bike hat kirin. Ji ber vê jî ENKS ji bo di koalîsyonê de cih bigire serlêdan kir. Lê piştî mudaxaleya li dijî Sûriyeyê hat rawestandin hemû plan xera bûn.”

Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di nava van amadekariyan de tiliya Tirkiyeyê heye. Ji bo ENKS tevli koalîsyonê bibe herî zêde Tirkiyeyê têkoşîn da. Li aliyê din êrîşên li Rojava mijara gotinê ne. Êrîşên li herêma Rimêlan di 11’ê îlonê de destpêkirin û ji bo şikandina îradeya kurd û tasfiyekirina Yekineyên Parastina Gel e (YPG). Li aliyekê îradeya gelê kurd dişikandin, li aliyê din dixwestin temsiliyeta kurdan ava bikin.”

Ehmed got ev êrîş di çarçoveya planê de bû û wiha pê de çû: “Piştî li Rimêlan bi ser neketin, berê xwe dan Serêkaniyê.  Ji ber ku ev der di sînorê Tirkiyeyê de ye û dewleta tirk tu car nexwest deriyê sînor di destê kurdan de bin.  Xwestin vê deriyê sînor cardin bidin komên çekdar. Ji xwe di gelek dîmenan de, di hin belgeyan de derket holê ku tiliya Tirkiyeyê tê deye. Tirkiye bi awayekî vekirî alîkariyê dide êrîşkaran.

Ehmed li ser pirseke ku ‘tasfiyekitina hêza parastina li Rojava tê çi wateyê? jî wiha got: “Tasfiyekirina YPG’ê, tê wateya ku herêm dîrek girêdayê Tirkiyeyê ye. Heta divê mirov wisa fêm bikin ku mudaxaleya Tirkiyeyê ye. Ger tiştekî wisa pêk were, Tirkiye dê bi rehetî têkeve hemû qadan û mudaxale bike. Ji xwe Koalîsyona Muxalîfên Sûriyeyê, li herêma Tirkiyeyê tê dîtin.”

ENKS BI TENA SERÊ XWE NEKARE BIRYARÊ BIGIRE

Ehmed axaftina xwe wiha berdewam kir: “Sedema ku Konseya Bilind Kurd neciviyan jî ji ber vê bû. Ji bo ENKS’ê tevli koalîsyona muxalîfên Sûriyeyê bike, divê konsey ji holê bê rakirin an jî parçekirin. Ji ber ku Konseya Bilind wek îrade tê nasîn. Yanî aliyek an jî meclisek bi tena serê xwe nekare biryarê bigire. Ji ber vê heta Konsey hebe, ENKS bi tena serê xwenekare hevdîtinan bike û biryara bigire.

Tevlibûna ENKS’ê ya koalîsyonê tê wateya ku projeya rêveberiya herêmî ya demborî yali Rojava bertaraf bikin. Bi destpêkirina xebatên rêveberiya Rojava re, biryarên parçekirina Konseya Bilind a Kurd dan. Ji bo vê ENKS tevli koalîasyonê kirin û li vir çend kursiyan hewl dan ku kurdan bi vê temsiliyetê razî bikin.  ENKS jî bi fikara ku dê piştî hilweşîna rejîmê li holê bimîne de, de ji bo tevlibûna koalîsyonê serlêdan kir.

Hinek çapemeniya got serlêdana wan bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin û qebûlkirin,lê ev ne mijara gotinê ye. Hêj ne diyare.  Serlêdana wan hêj nehatiye qebûlkirin.

Bi vê rê ji aliyekê ve dê ENKS, ji Konseya bilind Kurd bê derxistin û  hewl tê dayîn ku hewayeke ku li Rojava her tişt bi yek meclisê tê meşandin, bi afirînin. Ji ber vê tê xwestin ku berxwedana li herêmê bê bertarafkirin û MGRK û PYD’ê bikin bin zextan.

JI BO HEBÛNA XWE TÊKOLIYA XWE BI HERDU ALIYAN RE DIDOMÎNE

Ehmet destnîşan kir ku ENKS ligel van hewldanan ji faliyetên hevpar yên her du meclisan û xebatên Konseya Bilind Kurd dest bernade û got: “ENKS bi giştî ji xebatan dest bernade. Ji ber ku gel vê bike, hebûna wê dê bi giştî ji holê rabe. Ger ji Koalîsyonê veqete tu tiştekî wan namîne. Ji ber vê jî bi her du aliyan têkiliyên xwe didomîne. Dixwaze ji her du aliyan jî tiştekî bigire.

Ehmed balkişand ser projeya rêveberiya demborî ya Rojava û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Der barê projeyê de der barê Konseya Bilind a Kurd de du meclisên cih girtin MGRK û ENKS komîteyek avakirin xebat dan destpêkirin. Dîsa rêziknameya xebata hevpar hat derxistin. Êdî projeya ku PYD’ê pêşkêş kir, wek projeya kurdan hat qebûlkirin. Li ser van esasan Ereb, Suryanî û baweriyên din hevdîtinan dikin û encamên di van hevdîtinan de derdikevin, dê di civîneke berfireh de ku hemû alî tevli bibin de bê nîqaşkirin. Di civînê de di rêveberiya demborîya ku bê avakirin de rêjeyên temsiliyetê dê bê avakirin û li ser pêşnûmeyan dê nîqaş bên meşandin. Dîroka pêkanîna civînê ne diyare lê tê plankirin ku di demek kurt de pêk were.

Ehmet bi lêv kir ku hevdîtinên PYD’ê armanca wê eve ku diyaloga navbera partiyên siyasî de pêşve bibin û hevpariyan pêşve bibin.  Ehmed nêzîkatiya baweriyên cuda û olî yên li dijî vê projeyê jî wiha vegot: “ Dema PYD’ê nû pêşniyar kir, nêzîkatiyên erênî hebûn. Niha jî erênî dinêrin.  Gelek kêfxweşin. Dibêjin em kengî dest pê bikin. Ger veqetînek hebe jî proje dê bidome. Em dixwazin her kes tê de cih bigire.

Ehmet da zanîn ku hebûna kurdan di civîna Cenevreyê de derftek mezine û ji ber ku aliyekê serbixwe tevli dibe dê avantajek mezin bîne.

ANF

dîtin: 407

Pêveker:

Îlham ehmed tirkiye li rojava şer dimeşîne