• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Iphone 5s û Iphone 5C pêkve derketin

Iphone 5s û Iphone 5C pêkve derketin


barkirin: Êlûn 11, 2013, 1:12


 

 

Dêwa teknolojiya cîhanî Apple dîsan serî li herkesî zîvirand. Dû telefonên nû pêkve derxistin.
Apple vêcarê kesên ku aboriya wan têra iphonê nake jî hizirî û iphone 5c derxist. Iphone 5c bi taybet ji aliyê bûha û nirxê xwe ve dê li gorî amurên Applê erzantir be û ji bo kesên ku hetanî neha nekarîne bibin xwedî iphone hatiye derhênan.
Herçend wekî hercar Apple zanyariyên berfireh di warê van amêran de nede jî bi xetên xwe yên giştî ve ji bo cîhanê hatine ragihandin.

iphone5c3

Di civîna ragihandinê de ku li California navenda Applê ya li Cupertino de hatî lidarxistin. Şevîdî demhijmêr 20:00 de civîn ji aliyê rêvebirê Apple Tim Cook ve hate destpêkirin. Civîna mezin ya ragihadina Iphon û bernameyên nû zindî nayête weşandin. Ji ber vê yekê jî nûçeyên derketî derve û hatî ragihandin jî bi rêya beşdarvanan ve pêk hat.

Di civînê de destpêkê bernama ya nû ios7 hate danasîn paşê jî amurên nû.
Amurên nû iphone 5s bi taybet bi lezbûna prozessora xwe û başbûna çonayetiya kameraya xwe ve derdikeve pêş.

Amurên nû dê bi bernama nû Ios7 kar bikin

Ev demeke bernama Apple ya nû ios7 tenê ji bo bernamegeran hatibû belavkirin. Ji bo ceribandinê ketibû berdestê bernamegerên Apple. Amurên nû derketî jî êdî dê bi bernama nû Ios7 kar bikin.
Ios7 li gorî bernameyên bihûrî gelik taybetmendiyên nû di nava xwe de radigre. Di bernama video yê de gûhertin pêk hatine, him girtina wêneyan çaranîşk, panorama, di vîdeoyê de çonayetiyeka nû hatiye pêkanîn.
Dîsan di ios7 ê de bernameyên Apple bi xwe iWork, Keynote,Pages û Numbers jî cî digrin. Ev bernamana bêhtir karên ofîsê, karên pêşkeşiya projeyan û gelik karên dîtir pêk tînin.
Li gel taybetmendiyên nû taybetmendiyek heye ku hetanî neha kesên xwedî iphone gelek gazinên xwe ji Apple kirine ew jî kesî ne dikarî ku berhemên di nava iphonê de bi kesekî dîtir ve parve bike. Ji bo hinartina vîdeo an jî wêneyan diviya ku bernameyên taybet bêne daxistin û bikaranîn. Lê vê carê taybetmendiya AirDrop hatiye tevlîkirin. Bi vê bernameyê herkes dê karibe berhemên di nava iphonê de bi kesên nêzîkî xwe ve parve bike. Taybetmendiyeka dîtir ya nû eweye ku wêne, vîde û berhemên dîtir yên di berhevdankê de xwe bi xwe wan li gorî şêwazê wan, çonayetiya wan cêbecê dike.

Cook anî ziman ku di meha pêş me de di ji bo hemî cîhanê ewana dê 700 milyon amurên ku bi ios ê kar dikin veguhezînin û belav bikin.

Cook anî ziman ku îsal dê festîvala Applê ya heftemîn li bajarê Berîtanya Londonê pêk bê û diyar kir ku hetanî neha 20 milyon kesî ji bo beşdariya konsertê serî lê daye.

Di rojê pêş me de dê telefonên nû yên Apple di firoşgehan de cî bigrin.

 

Rewanbej.com

 

WÊNEYÊN IPHONE 5C û IPHONE 5S BIBÎNIN

 

 

 

dîtin: 607

Pêveker:

iphone 5s û iphone 5c pêkve derketin