• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îran bi bendavan berhemên dîroka Kurdan dixe bin avê

Îran bi bendavan berhemên dîroka Kurdan dixe bin avê


barkirin: Sermawêz 5, 2013, 5:59


 

Dewleta Îranê bi çêkirina bendavan cihên dîrokî yên li Kurdistanê di bin avê de dihêle. Bendava Talwarê ku li navçeya Bîcara bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê de tê çêkirin. Bi vê bendavê  18 berhemên kevnar yên dîrokî di bin avê de tên hêştin.

 

Rejîma Îranê jî her wekî  dewleta Tirk bi çêkirina bendevan nexşeya Kurdistanê têk dide û cihên dîrokî yên Kurdistanê di bin avê de dihêle. Ji ber çêkirina bendavan gola Urmiyê  ber bi hişk bûnê ve diçe.

Bendava Talwar li navçeya Çeng Elmas a 50 kîlometre nêzîkê bajarê Bîcar tê çêkirin. Tê pêşbînî kirin ku bi temambûna wê bendavê pirsgirêka avê ya nêzîka 30 hezar donim zeviya deştên wê navçeyê were çareserkirin.

Arkeolog jî dibêjin bi temambûna wê bendavê 18 şûnwarên dîrokî ku 10 ji wan wek şûnwarên niştimanî hatine tomarkirin, binav dibin.

Di vê derbarê de Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Mîrat û Kulturî yê Sine Elîreza Azerşeb ji ajansa İrna ya Îranê re got: ‘Me xwest nehêlin ku ew bendav bê çêkirin lê mixabin tu encam ji hewldanên me derneketin.’

Azerşeb wiha axifî: ‘Bajarê Bîcar yek ji wan navçeyên dîrokî yên parêzgeha Sine ye û gelek şûnwarên dîrokî li wê navçeyê hene, loma çêkirina bendavê zerarê dighîne wan şûnwarên tarîxî.’

 

Ev bajar di demê yekem desthilatdarê Safeviyan Şah de weke gundek di sedsala 15. de derbazî qeyidan bûye. Di yeksedsalê de bû bajar. Di dema şerê Cîhanê yê  yekemde li bajar gelek bermayên dîrokî yên ku ji aliyê leşkerên Rûs, Îngîlistan û Osmaniyan ve hatine talankirin hene.

 

Bajar di demê Medan çebûye û di demê Sasaniya de weke kaleyekê hatiye bi karanîn û li Îranê  kelha herî kevnare.

 

 

 

dîtin: 409

Pêveker:

Îran bi bendavan berhemên dîroka kurdan dixe bin avê