• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îran musteşarên xwe li Sûriyê zêdetir dike

Îran musteşarên xwe li Sûriyê zêdetir dike


barkirin: Rezber 18, 2015, 1:58


Ligor hin ajansên Îranîi, ji zarê Cêgirê Kar û barên Welatên Rojavayî û Afrîqayê ya Îranê, Husêyin Emîr Ebdulahiyan ragihandiye dê oparasyonên şêwirmendiyê li Sûriyê zêdetir dike.

Ligor wan çavkaniyan Emîr Ebdulahiyan gotiye, Îran dê musteşarên xwe yên eskerî ji bo şerê bi terorê re li Sûriyê zêdetir bike.

Navbirî herwiha gotiye, me gelek musteşarên eskerî li Îraq û Sûriyê hene ku li ser daxwaza wan welatan bûye.

Îran berdewam hizûra çekdarên xwe li Sûriyê înkar dike û dibêje, hêzên Îranî yên li Sûriyê temnê musteşarên eskerî û perwerdê ne.

Ev yek di rewşekî de ye ku hefteya borî jî sê fermandarên paye bilin yên Sipaha Pasdarên Îranê (Artêşa Parêzvanên Îranê) li Sûriyê hatine kuştin.

Roja 15’ê Cotmehê jî  Serokê Komisyona Ewlekariya netewî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê, Elaedîn Burucêrdî di serdaneke Sûriyê de gotibû, ger Demişq ji Tehranê hêzê bixwaze, ev daxwaz dê bê pêşniyar kirin.

dîtin: 449

Pêveker:

Îran musteşarên xwe li sûriyê zêdetir dike