• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îranê girtiyekî Kurd bidarve kir

Îranê girtiyekî Kurd bidarve kir


barkirin: Êlûn 16, 2015, 12:47


 

Spêdeya îro 16ê Îlonê demjimêr 5:00 li gor dema Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, girtiyê Kurd (Reûf Hesenî) di girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate darve kirin.

Doh şevê nûçeya veguhestina wî girtiyê Kurd bo hucreya takekesiyê bi mebesta darvekirinê hatibû weşandin.

Reûf Hesenî xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê bû û di temenê (22) saliyê de bi tawana kuştinê ji aliyê hêzên Komara îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û hûkmê qisas ango tolhildanê jêre hatibû birîn.

Ligor nûçeya Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdisatnê rayedarên girtîgeha Sineyê, piştî darve kirina wî girtiyê Kurd cenazeyê wî radestî pijîşkên dadgeriyê kirine, tê çawerê kirin piştî  raporta pijîşkiyê cenazeyê Reûf Hesenî radestî malbata wî bê kirin.

Hêjayaî gotinê ye ku ew girtiyê Kurd piştî (13) salên girtîgehê hatiye darvekirin. Tu agahî derbarê pêvajoya mehkemeya wî girtiyê Kurd li berdest nînin.

dîtin: 175

Pêveker:

Îranê girtiyekî kurd bidarve kir