• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îraq 15 milyon Dolar dide rêveberiya Kurdî ya li Sûriyê

Îraq 15 milyon Dolar dide rêveberiya Kurdî ya li Sûriyê


barkirin: Gelarêzan 26, 2013, 1:57


Hikûmeta Îraqê biryar da ku 15 milyon Dolaran bide wan navçeyên Sûriyê yên ku hevsînorê Îraqê ne û desthilata kontrolkirina wan navçeyan ji aliyê şêniyên navçeyê ve tê birêvebirin.

Der barê vê mijarê de Wezîrê bazirganî ya Êraqê Dr. Xêrula Hesen ji malpera Xendanê re axivî û got: “Di rûniştina asayî ya îro ya encûmena wezîran de biryar hate dan ku 15 milyon Dolar bidin wan navçeyên Sûriyê ku li gel Îraqê hevsînore.”

Xêrula Hesen diyar kiriye ku, wî pareyî didin wan navçeyan ku desthilat li jêr destê Qaîdê û rêjîma Sûriyê de nîne û got: “Zêdetir wan navçeyan digre ku rêveberiya Kurdî têde hatiye dirust kirinê her weha çend hozekî Erebî jî li wan navçane hene.”

Wezîrê bazirganî yê Êraqê ew yek jî teqez kiriye ku her çende reşnivîsa proje yasaya budceya giştî ya Îraqê bo sala 2014`an hatiye amade kirin lê belê di karnameya rûniştina îro de nebû, her weha heya niha li nav encûmenê de gotûbêja proje yasayê nehatiye kirin.

Jêder Xendan

dîtin: 397

Pêveker:

Îraq 15 milyon dolar dide rêveberiya kurdî ya li sûriyê