• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Iraq, daxwaza fuzeyên bi lazer ji Amerîka dike

Iraq, daxwaza fuzeyên bi lazer ji Amerîka dike


barkirin: Rezber 18, 2014, 7:33


Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka eşkere kir ku Wezîrê Berevaniyê yê İraqê daxwaza çekên zêde ji wan kirine û ew dê di  meha dahatû de hinek ji wan çekan ji İraqê re bişînin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Chuck Hagel di civîneke çapemeniyê de li ser daxwazên İraqê wiha axifî: ‘‘Wezareta Berevaniyê ya İraqê daxwaza 800 fuzeyên HellFire ji me kiriye ji bo şerê terorîstan bi wan bikin. Kongresa Amerîka niha nîqaşê li ser dana 5 hezar fuzeyên bi lêzer dike.’‘

Herwiha Hagel da zanîn ku Amerîka heta niha 1100 fuze dane İraqê ji bo pê şerê terorîstan bikin. Şîrketa Lockheed Matin Corp a Amerîkî, Fuza HellFire çêdike û di nav mehekê de dikare 500 fuzeyan berhem bîne.

Ev çend meh e Bajarê Mûsilê ji aliye DAÎŞ’ê ve hatiye dagir kirin û pêşveçûna DAÎŞ’ê di nav axa İraqê de berdewam e. Herî dawî DAÎŞ’ê Parêzgeha Anbar û derdora wê xist bin kontrola xwe û niha 20-30 km nêzîkî Bexdaya paytexta İraqê bûye.

dîtin: 325

Pêveker:

iraq daxwaza fuzeyên bi lazer ji amerîka dike