• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îraq jî naxwaze êrîşê Suriyê bihête kirin

Îraq jî naxwaze êrîşê Suriyê bihête kirin


barkirin: Êlûn 8, 2013, 4:18


Serokwezîrê Îraqê Nurî El Malikî di gel serokê parlemenê Usame El Nuceyfî hevdîtinek encam da. Di hevdîtinê de rojevên Îraqê û her weha mijara destwerdana Suriyê jî hate gotêbêj kirin. Ofîsa enformasyonê ya serokwezaretiya Îraqê diyar kir ku ew naxwazin destwerdana Suriyê bihête kirin.

Serokwezîrê Îraqê Nurî El Malikî di gel serokê parlemena Îraqê Usame El Nuceyfî hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de hewldanên Îraqê yên ji bo çareseriya qeyrana Suriyê hatine gotûbêj kirin. Piştî hevdîtinê ofîsa enformasyonê ya serokwezaretiyê daxuyaniyek belv kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Malikî di bûroya xwe ya taybet de pêşwaziya Usame El Nuceyfî kiriye.

Daxuyaniyê de hate gotin ku di hevdîtinê de behsa pêşniyazên Îraqê yên ji bo çareseriya qeyrana Suriyê hatiye gotubêj kirin. Her du berpirsên Îraqî jî diyar kirine ku ew li dijî wê yekê ne ku destkariya leşkerî li ser Îraqê bihête kirin.

 

dîtin: 144

Pêveker:

Îraq naxwaze êrîşê suriyê bihête kirin