• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îro li Dêrsim, Şirnex û Silêmaniyê jî agirê Newrozê hete pêxistin

Îro li Dêrsim, Şirnex û Silêmaniyê jî agirê Newrozê hete pêxistin


barkirin: Adar 20, 2014, 3:21


Li her çar aliyê Kurdistanê pîrozbahiyên cejna Newrozê berdewam dikin. Îro jî li Dêrsim, Şirnex û Silêmaniyê pîrozbahî hebûn.

Di pêşengiya Yekitiya Hêzên Şoreşger li Qada Seyît Riza ya bajarê Dêrsimê, Newroz hate pîrozkirin. Li gel rêveberên BDP û KCD nûner û aligirên ESP, EMEP, Yekitiya Hêzên Şoreşger, Partîzan û Tevgera Jinên Azad û Demokratîk bi deh hezaran welatî di şahiya Newrozê de amade bûn.

Cîgirê serokê giştî yê EMEP’ê Ender Îmrek di şahiyê de axivî û got: “Bi evîna aştî û biratiyê ya Seyît Riza, bi evîna agirê Newrozê ku Mazlum Dogan pêxist, emê gavên girîng biavêjin. Eger em li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi serkevin em ê meşa şoreşa demokratîk bidin destpêkirin.”

Li bajarê Şirnexê jî di quntara Çiyayê Cudî de bi beşdarbûna hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin. Di qada pirozbahiyê de wêneyên 84 kesên di sala 1992’an de ku li wê qadê hatibûn qetilkirin, hatin vekirin û bi yek dengî diruşma ‘Şehît namirin’ hatin berzkirin.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Selma Irmak, Hevserokên BDP’ê yên Şirnexê Bakî Katar û Hamî Aktî, rêveberîn herêmê yên BDP’ê, Namzetên Hevserokatiyên BDP’ê, Serokên şaredarên BDP’ê yên herêmê û bi dehhezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Welatiyan di saetên sibê qada Newrozê dagirtin û bi dihol û zirneyan govend girtin û li heviya destpêkirina bernameyê man. Welatiyên ku qada newerozê bi rengên cur be cur xemlandin demek dirêj li ber mûzîkê govend girtin.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş axivî û polîtîkaya dewletê û hikûmetê ya perwerdehiyê rexne kir û diyar kir ku ji ber ciwanên kurd bi zimanê zikmakî perwerde nabînin di ezmûnan de bi ser nakevin. Demîrtaş, got ku divê hilbijartinê de Şirnex rekora dengan bişkîne û di Tirkiyeyê de bibe yekem.

Îro li bajarê Silêmaniyê jî di çarçoveya heftemîn festivala Newrozê de li pêşiya baxê giştî yê navenda bajêr meşxela Newrozê hate pêxistin.

Li ser cadeya Salim 6 stav hatin danîn û pîrozbahiya Newrozê bi ahengên mûzîk û stran û nimayîşa cil û bergên Kurdî, berdewam dike.

dîtin: 405

Pêveker:

Îro li dêrsim Şirnex û silêmaniyê agirê newrozê hete pêxistin