• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îro li Tirkî gel rayê xwe didin, li deverna pevçûn derket

Îro li Tirkî gel rayê xwe didin, li deverna pevçûn derket


barkirin: Adar 30, 2014, 5:04


Îro li Tirkî hilbijartinên giştî û herêmî hene.
Ev demeke dirêje li Tirkiyê partiyên siyasî di nava şerekî dijwar yê siyasîdebûn. Îro pevçûn û şerên siyasî dighêjine encamekî. Gel li Tirkiyê diçin ser sindoqa û reya xwe didin. Di vê hilbijartinê de him dê partiya desthilat diyar bibe, him şaredar û him jî muxtar.

Destê sibê gel çûne ser sindoqa û rayê xwe dan. Hilbijartin hetanî êvarê dê berdewam bikin. Hejmarekî zêde kes ji bajarên Tirkiyê vegerane gund û bajarên xwe da ku raya xwe bikar bînin.
Li Bakurê Kurdistanê gel di nava helmeteka mezindeye da ku raya xwe bidin BDP.
Ji ber ku amadeyiyên zêde hatine kirin û karê propagandayê bi dijwarî pêk hat tê hêvîkirin ku di vê hilbijartinên de bûyer û aloziyên mezin jî rû bidin.

Li Riha yê pevçûn çêbû 6 kes mirin

Li Hilwana Rihayê gundê Hêlûn ê di navbeyna endamê muxtariyê û nasên wî de gotûbêja devkî werçerxiya pevçûna çekdarî. Hola hilbijartinê bû hola şer di encam de 6 kes mirin 4 kes jî birîndar bûn.
Danê nîvro di navbera muxtarê kevin û endamê nû de bi boneya ku li ser radaran bondara xwe dikin pevçûn derket. Piştî ku nasên endaman jî beşdarî pevçûnê bûn bûyer mezin bû. Herdû alî bi dermançe, çifte û keleşkofa ketine nav hev.

Rewşa birîndaran girane

Endamê Muxtariyê Ertem Çelîk û mirovên wî Davut, Semîh, Ayhan, Bedirxan û Nîhant Çelîk ji aliyê dîtir jî Orhan, Suphî, Mehmet û Adalet Tanik birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Riha yê hatine veguhestin.
Li nexweşxanê birîndar Ertem Çelîk, Bedirxan Çelîk, Semîh Çelîk û Davut Çelîk, ji alkiyê dî jî Orhan Tanik û Suphî Tanik jiyana xwe jidest dan.

hate diyarkirin ku rewşa 4 birîndarên dîtir jî girane.

Li Kurdistanê jî li gelek deveran ji aliyê BDP vê rayên sixte hatine dîtin û aşkerekirin.

rewanbej.com

dîtin: 445

Pêveker:

Îro li tirkî gel rayê xwe didin li deverna pevçûn derket