• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îro roja komkujiya Helepçe ye

Îro roja komkujiya Helepçe ye


barkirin: Adar 16, 2014, 11:02


Di ser Komkujiya Helepçeyê ya 16’ê Adara 1988’an re 26 sal derbas bûn. Di 16 Adara 1988 ‘an de balafirên şer yên artêşa İraqê bombeyên kîmyewî barandin ser bajarê Helepçeyê . Di nava çend seatan de li Helepçe û derdora wê bi hezaran kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet man.

Di sala sêyemîn a şerê Îran û İraqê de Raperîna Kurd a di sala 1983’an de destpê kir, hêviya azadiyê ya di salên 1970’yî de winda bû, ji nû ve zindî kir, di heman demê de bû sedem ku Rejîma Baasê pêkanînên xwe yên qetlîamkar ên li hemberî Kurdan zêde bike. Artêşa Iraqê ya fê mkir ku şerê bi tenê yê li dijî pêşmergeyên li qada çiyayî têrê nake, bi hinceta ku alîkarî dane pêşmergeyên Kurd bi hezaran gundî kir hedef.

Artêşa Iraqê ya li dijî artêşa Îranê şer kir, li Başûrê Kurdistanê li berxwedana Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) rast dihat. Lê belê Rejîma Baasê ya dixwest li hemberî Kurdan serketinên leşkerî garantî bike, di wê baweriyê de bû ku êdî demhatiye Kurdistan bê valakirin. Valakirina gundan û komkujî li gelek deveran zêde bû. Rejîma Baasê ji ber têkçûna ji pêngavên artêşa Îranê xwe amade dikir ‘operasyoneke jêvegerînê’ bide destpêkirin. Bi vî navî wê Helepçe rû bida.

Di 16’ê Adara 1988’an de balafirên artêşa İraqê gaza kimyewî li ser vê bajarê de berdan. Raya Giştî ya Cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Ramazan Ozturk piştî komkujiyê çû Helepçe û wêneyên ku li Helepçeyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir. Di wêneyekê de kesekî bi navê Alî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helepçeyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helepçeyê tê kirin, Alî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.

Bandora bombeyên Kîmyewî tenê bi mirina 5 hezar kurdan û seqet mayina bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyewî hê jî li bajêr didome.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên Kîmyewî li Helepçe û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994`an de nexweşiya qanserê ji sedî 800 zêde dibû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyewî nexweşiyên jinan 4 qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên, qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyewî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike. 

dîtin: 209

Pêveker:

Îro roja komkujiya helepçe ye