• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îro rojbûna navdarê Kurd Osman Sebrî ye

Îro rojbûna navdarê Kurd Osman Sebrî ye


barkirin: Befranbar 5, 2014, 7:24


Îro rojbûna helbestvan, zimanzan, welatperwer û têkoşerê Kurd Osman Sebrî ye.
Osman Sebrî kesayeta ku jiyana xwe bi malbata xwe ve di nava çand,huner,wêje û tekoşîna Kurdewarî de bihurandî îro 109. salvegera rojbûna wî ye. Osman Sebrî bi gelek helbesên xwe û dîwanên xwe ve tê nasîn. Lê jiyana Osman Sebrî bi Serhildan û Şoreşa Şêx Seîdê Pîran ve çalekbûna xwe derdikeve pêş, bi karên Kurdewarî ve didome, bi karên destpêkirina nivîsa Latînî bi Kurdî bi wêjeyê û karên hêja berdewam dike. Jiyana Osman Sebrî li gel wêjeyê di nav siyasetê de dibihure û bi avakirina Partiya Demokrat ya Kurd li Surî dighêje astekî bilind.
Ji bo bîranîna salvegera rojbûna navdarê Kurd Osman Sebrî, Nivîskarê Kurd Konê Reş li gel birêkxerê Partiya Çepa Demokrat a Kurd li Suriyê bi kombûnek pêk anîn. Kombûn Îro (05.01.2014) ê demhijmêr 15:00 ê li Qamişlo, di hola Mîr Celadet Bedirxan de pêk hat.

Berheveke kin ya Rewanbêj li ser jiyana nemir Osman Sebrî

OSMAN SEBRÎ KIYE?

1506316_563769847042247_1213892686_o bibîranîna rojbûna osman sebrî1 bibîranîna rojbûna osman sebrî2 bibîranîna rojbûna osman sebrî3 bibîranîna rojbûna osman sebrî4

dîtin: 208

Pêveker:

Îro rojbûna navdarê kurd osman sebrî ye