• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Îskeleta Plateusaurusê “Ben”


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Sermawêz 26, 2017, 12:45


Lêkolînerên Belçîkayî tevahiya hestiyên îzdeharekê berhev kirin û xwediyê îskeletê jî îzdehar “Ben” e.

Lêkolînerên Belçîkayî li Muzeya Sirûştnasiyê ya li bajarê Brukselê ye, piştî xebateke salek û nîv biserketin ku ji hestiyên îzdeharê îskeleta wê çêbikin. Plateosauruseke 6,4 metre dirêj li benda dîtina mêvanên xwe ye, bi gotinek din kesên dixwazin dikarin biçin wê muzeyê û bi dîtina îskeleta îzdeharê mezin şanaz bibin. Teknisyen û xebatkarê muzeyê Aldo Impens wiha dibêje; “Îro ji xeyalên zarokatiyê yên rengbireng xeyalek veguherî rastiyê û em ji vê rastiyê pirr kêfxweş in. Em ê roja yekşemiyê danasîna Ben pêk bihînin û ji bo kesên dixwazin Ben bibînin deriyên xwe vekin.”

Îskeleta îzdeharê bi qasî 210 mîlyon sal kevn e û vedîtina hestiyên îzdeharê li Swîsreyê di kanekê de pêk hatiye. Ji bilî çend heb hestiyên piçûk yên îzdeharê, hema bêje tevahiya hestiyên îzdeharê li wir di wê kanê de bidest xistine. Lêkolîner diyar dikin ku paqijkirin û nûkirina hestiyên îzdeharê karekî pirr zor û zehmet bûye. Paleontolog Koen Stein û hevkarî wî Aldo Impens salek û nîv li ser îskeleta îzdeharê xebitîne.

Koen Stein wiha berdewam dike; “Ji bilî çend heb hestiyên îzdeharê, tevahiya hestiyên din li ber destê me bû. Me bi xwe hin beşên kilox û çaqotên îzdeharê bi xwe lêzêde kir. Vedîtineke bêhempa û nûwaze, heya vê gavê min bi xwe hin îskeletên plateosaurusên din jî dîtibû lê îskeleta pirr balkêş û rind ya îskeleta Ben e.” Ji îzdeharên mezin yên pêşin yek plateosaurus bûye û pêşiyê diplodocusê ye.

Çavkanî: Naturalsciences

 

Têbinî: Vîdyo bi zimanê Fransî ye û li binê vîdyoyê de nivîsa bi zimanê Îngilizî heye.

dîtin: 280

Pêveker:

zanist ben vedîtin Îzdehar plateusaurus dinosauriës