• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îsmaîl Beşîkçî çû serdana Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Îsmaîl Beşîkçî çû serdana Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê


barkirin: Êlûn 23, 2013, 3:24


Dîrokzan û civaknasê navdar Dr. Îsmail Beşikçî doh li Amedê çû serdana Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê.

Dîrokzan û civaknas Dr. Îsmaî Beşîkçî bi armanca piştgiriyê serdana avahiya komeleyê kir û li gel berpirs û xebatkarên komeleyê gotubêjek birêve bir. Ciwanên komelê bi çoş û xiroşek mezin pêşwaziya dostê Kurd Beşîkçî kirin. Beşîkçî di axavtina xwe de behsa giringiya helwesta netewî ya ciwana kir û daxuyand ku ew jî piştgiriya wan dike.

Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê yekem car komeleyek bi navê ‘Kurdistan’ hatibû ava kirin. Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ku ji aliyê ciwanên Kurdperwer ve hatibû ava kirin û ava kirina vê komeleyê û her weha navê Kurdistanê jî di medyayê de deng veda bû û bibû amanca êrîşên medya nijadperest û Kemalistên Tirk.

Piştî vekirina komeleyê û daliqandina tabelayê wezereta navxwe ya Tirkiyê ji Komeleya daxwaz kiribû ku navê Kurdistanê ji tabeleyê rakin da ku bikaribin xebata xwe berdewam bikin. Wezaretê idyar kiribû ku ev nav li gor yasayên Tirkiyê ne ya guncawe. Lê Ciwanên Kurdistanê ev yek qebûl nekiribûn û gotibûnn ku ew navê Kurdistanê naguherin. Berpirsên Komeleyê gotibûn ‘Hun yasayên xwe biguherin.’

Rewanbej.com

 

dîtin: 334

Pêveker:

Îsmaîl beşîkçî çû serdana komeleya tevgera ciwanên kurdistanê