• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îstixbarata Tirkiyeyê cihê yekîneyên YPG’ê ji DAIŞ’ê re destnîşan kiriye…

Îstixbarata Tirkiyeyê cihê yekîneyên YPG’ê ji DAIŞ’ê re destnîşan kiriye…


barkirin: Rezber 17, 2014, 8:58


Eve zêdetir li 31 roje şer li Kobanê berdewame û hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) karîne serkeftinên mezin tomar bikin û ji bilî berxwedan û li hemberî terorîstên DAIŞ rewastiyan di heman demê de karîne arasteya hêz li kobanê biguherin û ji çendîn qol ve êriş bikin ser terorîstên DAIŞ li Kobanê.
Beşa ragihandinê ya hêzên YPG li Kobanê di vê derbarê de ji PUKmedia`yê re diyar kir ku: Pêwendiyên me ên telefonî li gel derveyî Kobanê hatiye qut kirin û eve jî pêwendî bi istixbarata Tirkiyê ve heye ji ber ku bi rêya mobil û telefonan Tirkiyê cihên hêzên YPG ji bo terorîstên DAIŞ destnîşan kiriye.
Ew jî da zanîn ku: Di 28 rojên destpêkê de Tirkiyê xwestiye cihên serkirde û fermandarên YPG û YPJ bi rêya telefonên mobil aşkira bike û wan zanyariyan radestî topxaneyên DAIŞ bike bo bombebarankirina wan cihan, ji ber vê yekê jî me hemû pêwendiyên xwe ên telefonî bi awayekî berbiçav sekinandine.
Libarê pêşketinên dawî li nava bajarê Kobanê û dewrûberê bajêr jî ragihandina YPG li Kobanê aşkira kir û got: Rewşa Kobanê niha ji aliyê hêzên YPG bi temamî hatiye control kirin û terorîstên DAIŞ li her sê qolan şikestine, tenê li Rojhilat li jêr sorpêça hêzên me de ne û çi derfetekî wan bo derbasbûnê tune ye, li qolê başûr ve jî bi heman awayî ketin ber êrişên Yekîneyên Parastinê YPG û hejmarek zor li termên wan li şûna wan mane.
Libarê amarên kuştiyên DAIŞ jî behsa wê yekê kir ku zêdetir li 1300 terorîstên DAIŞ hatine kuştinê û di nava wan de 17 emîrên DAIŞ û serkirdeyên wan ên diyar hebûne. Terorîstan nekariye beşekî zor ji termên xwe li gel xwe bibin û ji ber wê jî tenê ew kesên bi navûbang bûn termên wan li gel xwe birine û ewên ku nekarîne li gel xwe bibin sere wan birîne û termê wan bi cî hêştine.
Beşa ragihandinê ya YPG amaje bi wê yekê jî kiriye ku pêwîstiya wan a zor bi derman û ya birîndaran jî bi çareseriya pizîşkî heye. Ji ber ku Tirkiyê rê liber guhastina birîndaran digre tişta herî bo me pêwîst keresteyên pizîşkî ne.
PUKmedia/Saman Yareweys

dîtin: 412

Pêveker:

Îstixbarata tirkiyeyê cihê yekîneyên ypg