• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Japonya bimebeste 60 milyon dolar alîkarî ji penaberên Sûryê re pêşkêşbike

Japonya bimebeste 60 milyon dolar alîkarî ji penaberên Sûryê re pêşkêşbike


barkirin: Êlûn 21, 2013, 8:27


Tilvizyona japonî NHK roja şemiyê ragihand, ku serokwezîrê Japonyayê Sîndzo Abe bimebeste di axaftina xwe ya li civana Komela Giştî ya NYî de, ku wê 26 Îlonê lidarkeve, derbarê pêşkêşkirna alikariya bi 60 milyon dolarî ji penaberên Sûryê re ragihîne.

Tilvizyona japonî NHK roja şemiyê ragihand, ku serokwezîrê Japonyayê Sîndzo Abe bimebeste di axaftina xwe ya li civana Komela Giştî ya NYî de, ku wê 26 Îlonê lidarkeve, derbarê pêşkêşkirna alikariya bi 60 milyon dolarî ji penaberên Sûryê re ragihîne. Her weha Abe wê derbarê piştgirtî û hevkariya Japonyaê di pirsa kontrola çekê kîmyayî yê Sûryê de jî ragihîne. Ji bilî wê tilvizyonê ragihand, ku Japonya êdî berê jî di riya rêxistinên NYî de 95 milyon dolar jibo alîkariya penaberên Sûryê veqetandibû.

Li gor zanyariyên Rêberîtiya Komîsarê Bilind yê NYî yê jibo kar û barên penaberan (RKBP), îro li Libnanê 742 hezar penaberên Sûryê bicîbûne, li Urdun 463 hezar, li Turkî 186 hezar, li Îraqê 124 hezar bicîbûne. Li Misrê dora 7 hezar penaberî pêwîstiya wan ya bilez bi alîkariyê heye.

dîtin: 299

Pêveker:

japonya bimebeste 60 milyon dolar alîkarî ji penaberên sûryê re pêşkêşbike