• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Li Fasê Jêmahiyên Mirovê Pêşin


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Hêzîran 15, 2017, 9:34


Mirovê pêşin, bi navê xwe yê latinî Homo sapiens, ne li Etiyopyayê lê li Fasê jiya bûye. Temenê jêmahiyên bidest xistî li der û dora 350.000 salan e. Şûnwarnas bi vê vedîtina dawîn dîroka mirovahiyê ser û bin kirin. Lewre heya beriya vê vedîtinê koka Homo sapiensê bi qasî 200.000 sal berê li Etiyopyayê dihate zanîn, lêbelê bi xebata nû temenê Homo sapiensê pêşin bi qasî 150.000 sal dirêj bû û koka xwe ji Fasê werdigire.

 

Jêmahiyên Homo sapiensê pêşin li Fasê, li rojavayê bajarê Marakeşê, di şikeftekê de hatiye dîtin. Hestiyên Homo sapiensê diyar dikin ku Homo sapiense ne bi birûsk vedanê an jî bi gurmîna ewran çêbûne, lê gav bi gav bi peresînê re li tevahiya Afrîkayê belav bûne. Rûyê Homo sapiensê pêşin weke mirovên hevdem piçûk, çeneyê wî mezin û biriyên wî jî tenik bûye, lêbelê xwediyê kiloxekî tenik û dirêj û di wê kiloxê de jî xwediyê mêjiyeke prîmîtîf bûye. Lêkolîner Hublin wiha dibêje; "Em ji xebata li ser hestiyên Homo sapiensê dibînin ku rûyê wî pirr dişibe rûyê mirovê hevdem. Lêbelê tiştê mirovê pêşin û mirovê hevdem ji hev cuda dike, mêjî û peresîna mêjiyê ye. Heya a niha çîroka çêbûna mirovê pêşin bi qasî 200.000 sal berê û li Etiyopyayê dihate zanîn. Lêbelê bi ya me, li gorî zanyariyên nû, li derûdorên cihêreng yên li Afrîkayê komên cihêreng yên mirovê pêşin û têkiliya komên cihêreng bi hev re hebûye."

 

Fosîlên nû li Jebel Irhoudê (Abrar en Ighud), di şikeftekê de hatine dîtin ku di salên şêstî de li wir hin hestiyên din û amûrên Neanderthalerî hatibûn bidest xistin. Bi xebata nû ya di wê şikeftê de pêk hatiye, dehûşeş(16) fosîlên din dihêt dîtin û fosîl yên sê mirovên temen mezin, xort û zarokekî heyşt salî ye.

 

Çavkanî: De volkskrant

dîtin: 125

Pêveker:

homo sapiens mirovê pêşin fosîl fas etiyopya neanderthaler